Kêfxweşiya xebatê ya sê jinên koçber

Sê jinên ku her yek ji navçeyek cuda ye ji ber êrîşên çeteyên DAIŞ’ê penaberî bajarê Kerkûkê bûne û ev nêzî salekê ye di firinek biçûk de bi hev re kar dikin û debara xwe ya rojane dikin.

Sê jinên ku her yek ji navçeyek cuda ye ji ber êrîşên çeteyên DAIŞ’ê penaberî bajarê Kerkûkê bûne û  ev nêzî salekê ye di firinek biçûk de bi hev re kar dikin û debara xwe ya rojane dikin.
TARA EZÎZ
Kerkûk- Ji ber êrîşên çeteyên DAIŞ’ê gelek malbat ji navçeyên xwe koçberî herêmên cuda bûne û zoriyên jiyanê wan teşwîqê xebatê kiriye. Her jineke ku ji mala xwe koçber bûye xwedî çîrokeke cuda ya jiyanê ye. Ji bo debara jiyanê her sê jinên bi navê Baha, Kerîman û Hesnê, ji navçeyên cude ji ber êrîşên çeteyên DAIŞ’ê ji malên xwe koçberî bajarê Kerkûkê bûne. Li bajarê Kerkûkê di firineke nan de bi hev re kar dikin û rojana debara mala xwe dikin. Ev her sê jin ji serê sibehê tên dixebitin heta dibe mexreb lê ji ber ku karekî ji bo debara mala xwe dikin westana wan ji wan re dibe kêfxweşî.  
Her sê jî xwedî serpêhatiyên cuda ne lê li cihê xebatê kêfxweşî û xemgîniyên wan bûne yek.  Li vê devera ku di hemû firinan de mêr kar dikin, li ya wan tenê jin hene. Yên ku tên nan dikirin jî tenê jin in, dema mêrek were nan bikire divê li dûr bisekine û zarokek bişîne hundir.
“Bi xebata hefpar kêfxweş im”
Dema ku mirov li van her sê jinan dinêre dibîne ku hêviya wan ew e her yek ji wan dikanek wan a taybet hebe. Her tim behsa westana xwe dikin lê belê kêfxweş in ku bi hev re li firinek biçûk a nan kar dikin û bêyî bandoreke malbat û civaka wan li ser wan hebe dixebitin. Bi tena serê xwe li ser lingên xwe dimînin û kêfxweş in ku ji şer rizgar bûne, nebûne qurbanî.
Jina bi navê Baha ya ku temenê wê ji hemûyan mezintir e û ji navçeya Selehedînê ye, piştî sala 2015’an çeteyên DAIŞ’ê êrîş birine li ser navçeya wan, ew jî neçar mane ku di şevekê de mala xwe bi cih bihêlin û werin bajarê Kerkûkê. Dibêje; “Ez gelek keyfxweş im ku di dema êrîşan de nebûme qurbanî. Niha ew di maleke kirê de dimînin û ji  17 salan zêdetir e hevjînê wê koça dawî kiriye. Bi xwe zarokên xwe xwedî dike û der barê karê xwe de wiha dibêje: “Rojane ez di saet 6’ê serê sibehê de dest bi kar dikim û têm hevîrê xwe dikim, piştre jî girikên xwe çêdikim û amade dikim, em du kes li ser tenûrê nan çêdikin yek jî ji bo me girikan amade dike.”
Baha ya ku ji dayika xwe fêrî nançêkirinê bûye dide diyarkirin ku di nava malbatê de ew tenê keç bûye û dibêje: “Ez di zarokatiyê de fêrî nançêkirin û rêvebirina malê bûme. Min xwe fêr dikir lê belê min kar nedikir. Dema ku erk û berpirsyariyên malê yên weke kirê û xwedîkirina zarokan ket ser milên min edî min jî dest bi xebatê kir, ji bo ku debara malbata xwe pê bikim.”
“Bi tena serê xwe debara mala xwe dikim” 
Jina bi navê Hesna ya ku xelkê Hewîceyê ye di dema êrîşên çeteyên DAŞI’ê li ser navçeya wan de koçberî Kerkûk dibe. Nêzî mehek û nêv e di vê firina nançêkirinê  de dest bi kar kiriye wiha behsa karê xwe dike: “Ev ji mehek û nîv zêdetir e min di vê firinê de dest bi karê nançêkirinê kiriye. Hevjînê min li mal e karekî nake ji ber wê ez hatime kar dikim da ku em debara mala xwe bikin. Di nava malê de tenê ez kar dikim. Ji ber em her sê jin bi hev re kar dikin ez gelek kêfxweş im ji ber em bi xwe kar dikin westana me ji bo me dibe kêfxweşî her karek zoriyên xwe hene lê belê dema ku mirov bikare debara mala xwe bike û zarokên xwe xwedî bike êdî mirov westanê ji bîr dike.”