Jinên Sûdanê bi karkeriya kevir ji bo debara xwe têdikoşin

Jinên Sûdanê ji bo debara malbata xwe her roj berê xwe didin çiyayan û bi keda xwe kevirên mezin parçe dikin û difiroşin.

MERVET ABDULQADIR

Sûdan – Li gundewarê Kasala ya li Rojhilatê Sûdanê, jin li dijî hişkbûna xwezayî û şertên her bê rehm ên jiyanê her roj têdikoşin. Li çiyayê Tutil, gelek jin di karê şikandina keviran de di xebitin. Ev karê giran ku ne li gorî bedenê wane, herçend jiyana wan zor bike, ji bo gelekan tekane çavkaniya debarê ye.

Li gel ronahiya destpêkê ya rojê, jin amûrên xwe digrin û berê xwe didin çiyayan. Li wêderê kevirên li benda parçebûnê û dibin rojê de, di nava ewrên toz de dixebitin. Xeteriya baran bi bare, hebûna mar û dûpişkan, parçeyên kevir ên di kevin dest û çavên wan... tevî vê jî bêyî tu parastinekê karên xwe didomînin. Her darbeyek a çekûçê, xeteriya birîndarbûnê, her gav gefa jehr lê bikeve hildigire.  

Lê belê xeterî tenê ji xwezayê nayê. Ev jin di heman demê de rû birûyî şerên ne mirovî ku ji xizmeta tenduristiyê, dizî û tacîza zayendî bê par e. Bêyî ji dewletê û saziyekê destek bigre, bi bêdengî xebata xwe didomînin. Heskirina wan a ji bo zarokên wan, daxwaza wan a perwerdeya wan û baweriya ku rûmeta xwe ji bin keviran derbixin, tekane tişt e ku wan li ser lingan digre.

‘Jinên çiya’ ji bo rûmetê têkoşîna rojane

Li cihê ku di nava gel de li nêzî Kasala wek ‘Çiyayê Masarîf’ dihat zanîn, zêdeyî 50 jin, bi amûrên kevir dibire re di rûnin û dixebitin. Her kevirek mezin parçe dikin û biçûk dikin û ji bo vane bifiroşin firoşgehên ku malzemeyên înşaatê di firoşin dixin torbeyan. Navê vî çiyayî ne ji ber xweye. Qazanca wan mesrefa rojane pêknayne. Ev karê giran, ji bo gelek malbatan tekane rêya jiyanê ye.

Nûçegihana me ji jinên li vê derê dixebitin Aîşe re axivî. Aîşe ku di konek kevin de rûniştî, derdorê wê bi kevirina hatiye girêdan. Kevirek mezin ê li pêşiya wan anî halê ‘platforma bixebite’, bi amûrên hesin ên giran ên di destê wêde yek bi yek kevir dişkand.   

Aîşe got ku ev bi salane vî karî dike û got: “Ez kevirên mezin vedigerînim parçeyên biçûk ku di înşaatan de were bikaranîn. Ez bi hesinek giran kevir dişkînim. Ez bi bedenê xwe dişkînim.”

Aîşe da zanîn ku ev pîşe ne tenê ew dike, gelek jinên li herêma gundewar a Kasala bi parçekirina keviran debara xwe dikin û got: “Piranî jinên hevjînên wan nîne û tekane çavkaniya debarê malbatê ne, di nava krîzên giran ên aborî de, ji bo têrkirin û xwendina zarokên xwe her roj vî karî dikin. Roja jinan dema roj derdikeve destpê dike. Bi kîlometreyan dimeşin û xwe digihînin çiya, heta şevê kevir parçe dikin. Dema roj diçe ava vedigerin malê. Bi bedenên westiyayî, lê belê bi hêviya zarokên xwe bibîne. Her kevirê tê parçekirin, wek gavek ku berbi jiyanek rûmet ve tê avêtin.

Aîşe derbarê malbata xwe de wiha got: “Ez zewicîme zarokên min hene. Li gel hevjînê xwe barê jiyanê em parve dikin. Ew di karên serbest de di xebite. Ez jî tişta ji destê min tê dikim. Her sibeh em bi hevre ji mal derdikevin, hemû rojê dixebitin, şevê em vedigerin gel zarokên xwe. Eve çîroka sebra me û piştevaniya meye.”

Ked heye beramberî wê nîne

Tevî van hewldanan qazanca ‘jinên çiya’ gelek kême. Aîşe di rojê de 10-15 torbe kavir dişkîne, diyar kir ku qazanca wê tenê têra debara rojekê dike, ne komkirin, ne pêşketin ne ji bo hêviyên pêşerojê dimîne û got: “Hinek rojane em kevirekê jî na firoşon, dahat sifre. Tevî vê jî tu desteka dewletê nîne, ne alîkariya madî, ne jî organîsyonên firotinê, ne jî saziyek ku şertên kar baş bike. Jin li beramberî bê rehmbûna xwezayê, xizaniyê û dîwarên teng bi temamî tenê ne.”

Di navbera kevir û jehrê de

Xeterî li her cihê ye. Rojekê Aîşe dema kevir parçe dikir, bi xeletî destê xwe bi giranî birîndar kir. Birînek kûr girtiye û lê belê dest ji kar bernedaye û wiha got: “Ev tenê birînek ji birînê mine. Destê min êdî hemû bûne avik, lê neçarim bi xebitim.”

Parçekirina keviran, pêwîstî bi hêzek mezin a fîzîkî heye. Tu ekîpmana parastina jinan nîne, piranî bi êşa piştê, nefestengî , êşên ji ber tozê û bê xwîniyê dijîn. Rojê tenê dikarin danek xwarinê bixwîn, ew jî gelek deman xwarinên vîtamînên wan kêmin.

‘Em hinek edalet dixwazin’

Di werza baranê de, dûpişk û mar û kêzên bi jehr hene. Jin raste rast di nava xeteriya mirinê de di xebitin. Cardin jî hêviya Aîşe û jinên din didome û got: “Em tenê hinek edalet dixwazin. Ekîpmanên ku me bi parêzin, pereyek li gorî keda me, xizmeta tenduristiyê, hinek ewlehî... ne zêde, tenê ji bo wek mirovan bijîn tiştên pêwîst.”

Aîşe di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Li Rojhilatê Sûdanê, di ocaxên kevir ên Kasala, jin her roj, hem bi xwezayê re hem jî bi bê edaletiyê re têdikoşin. Ji her derbeyê hinek hêvî, ji her birînê hinek rûmet heye. Ji ber ji bo wan rûmet weke nanek ku ji nava keviran derdixin bi nirxe.”