Komîteyên aborî û çandiniyê piştgirî didin cotkaran û projeyên çandiniyê

Komîteyên Aborî û Çandiniyê, li herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo piştgirîdayîna cotkaran û pêkanîna projeyên çandiniyê yên girîng dixebitîn û ji bo kêmkirina pirsgirêkên ku bi taybetî jinên cotkar bi wan re rûbirû dimînin têkariyê dikin.

ESMAA MUHEMED 

Qamişlo – Rêveberiya Xweser a Demokratîk, bi riya saziyên xwe yên li herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, ji bo bihêzkirina piştgiriya çandiniyê projeyên berfireh ên mîna tov, sotemenî, enerjî û avê dimeşîne. Her wiha, armanc dike ku bi riya pêşxistina ajalvanî û piştgiriya nanpêjxaneyên giştî, domdariya hilberîn û ewlehiya xurekê misoger bike.

Di salên dawî de, herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê şahidiya veguherînên îdarî û aborî yên berfireh kir. Di vê çarçoveyê de, Meclîsa Rêveber a Rêveberiya Xweser di Cotmeha 2024’an de biryar da ku Komîteya Çandiniyê û Komîteya Aborî bike yek. Ev biryar, bi armanca baştirkirina pergala îdarî û yekkirina hewldanên du saziyên qadên wan ên çalakiyan wek hev e hat dayîn.

Ev yekbûn, bû gaveke girîng, performansa saziyan xurt dike û kapasîteya plansazkirin û bicîhanînê li herêmê zêde dike. Çalakiyên çandiniyê, bi pêvajoya aborî ya giştî ku bi giranî bi hilberîna çandinî, ajalvanî û karûbarên têkildar re girêdayî ye. Ev yekbûn, ne tenê guhertinek şêweyî bû; encama xebatên berfireh e ku pirsgirêkên mîna lêçûnên hilberînê yên zêde, desthilatdariya parçebûyî, dubarebûna erkên îdarî û newehheviya derfetan a li seranserê herêman ku her du bazar pê re rû bi rû dimînin, diyar dike.

Ev hemû faktor, bûn sedema pejirandina modeleke saziyan a nû ku pisporiya çandinî û aborî di bin banekî de tîne cem hev. Ev model, ji hilberîna çandinî û plansaziya aborî bigre heta kontrola bazarê û rêziknameya çavkaniyan, pêşxistina polîtîkayên yekgirtî pêkan dike.

‘Yekbûn gavekî stratejîk e pergala îdarî bêhtir bi ahengtir bandorker û yekgirtî dike’

Di vê çarçoveyê de, hevseroka Komîteya Çandiniyê Sabrîn El-Ebdullah, diyar kir ku yekbûna di sala 2024’an de bi biryara meclîsa rêveberiyê re hat bicîhanîn, di xebatên Rêveberiya Xweser de xaleke werçexê ye. Sabrîn El-Ebdullah, destnîşan kir ku yekbûn ne guhertineke îdarî ya ji rêzê ye, gaveke stratejîk e ku armanc dike pergala îdarî bêhtir bi ahengtir, bandorker û yekgirtî bike.

Sabrîn El-Ebdullah, diyar kir ku yekbûn piştî nîqaşên berfireh ên di navbera aborînas, endezyarên çandiniyê û pisporên plansaziyê de pêk hatin çêbû da zanîn ku ev hemû xebat gihîştin wê encamê ku erkên her du komîteyan bi xwezayî dişibin hev û yekkirina hewldanên wan pêwist hat dîtin. Sabrîn El-Ebdullah, da zanîn ku armanca vê yekbûnê çareserkirina pirsgirêkên aborî û çandiniyê yên mîna kêmbûna çavkaniyan, zêdebûna lêçûnên hilberînê, şert û mercên avhewayê yên ne aram û çavkaniyên sînorkirî yên cotkaran ku di salên dawî de pê re rûb rû dimînin e.

‘Yekbûna komîteyan xebatan hêsantir kir’

Sabrîn El-Ebdullah, diyar kir ku yekbûnê di amadekirina planên salane û pêkanîna projeyên çandinî û aborî de başbûnek mezin mîsoger kiriye û wiha axivî: “Komîteya hevbeş êdî xwediyê zemîneke daneyan a berfirehtir, analîzeke berfirehtir a rewşa çandinî û aborî û kapasîteyeke mezintir e ji bo şopandina pêdiviyan. Her wiha wextê ku li ser pêvajoyên îdarî dihat xerckirin kêm bû, aloziya raya çareser bû, ji bo daxwaza gel û cotkaran a li seranserê hemû herêman zûtir bersiv hat dayîn.

Sabrîn El-Ebdullah, destnîşan kir ku herêma Cizîrê mîna navenda çandiniyê ya herî girîng a herêmê, yek ji qadên ku ji vê yekbûnê herî zêde sûdê digre ye û got: “Cara ewil, planên çandinî û aborî yên berfireh ên ku hilberîna çandiniyê bi mezinbûna bazarê, depokirin û bi pêdiviyên bazarê ve girêdidin hatin pejirandin. Pêvajoyê, hevgirtina navbera îdareyan zêde kir, çavdêriya projeyan û kanalên ragihandinê ya di navbera hemû navendên çandinî û xizmetguzariyê de xurt kir.”

‘Pêdivî bi başkirina hawirdora kar û xurtkirina rêgeza hevserokatiyê heye’

Sabrîn El-Ebdullah, diyar kir ku pergala hevserokatiyê di xurtkirina ruhê hevkariyê yê di navbera jin û mêr de bi serkeftî bûye û wiha domand: “Pêvajoyên biryargirtinê êdî li ser bingeha nîqaş û nirxandina hevpar e û vê yekê bandoreke erênî li ser hawirdora kar kir. Cihgirtina jin û mêrên jêhatî di nava komîteyek hevbeş de parvekirina ezmûnan zêde kir, têgihîştinê xurt kir û bû sedem ku kadroyên ciwan zêdetir di pêvajoyên biryargirtinê de cih bigrin. Ev rêbaza nû ya rêveberiyê, ne tenê hebûna jinan di pozîsyonên rêveberiyê de zêde kir her wiha koordînasyona di navbera beşên îdarî û teknîkî de jî xurt kir, dabeşkirina çavkaniyan hêsantir kir û rêgezên edalet û hevsengiyê di nav komîteyê de xurt kir.”

Zêdebûna koordînasyonê

Sabrîn El-Ebdullah, diyar kir ku tecrubeya wê ya di çavdêriya yekîneyên çandiniyê de ya berî yekbûnê, performansa komîteya hevbeş xurttir kir û axaftina xwe wiha domand: “Çandinî qadeke berfireh e ku hilberîna nebatî, ajalvanî, çavkaniyên avê û projeyên xizmetê dihewîne. Yek ji armancên wê yên sereke piştî yekbûnê ew bû ku mekanîzmayên xebatê di nava komîteyê de organîze bike, ragihandinê di navbera yekîneyan de ji nû ve zindî bike, karmendên nû perwerde bike û pergaleke îdarî ya bi ruhê aheng û tîmê dixebite, biafirîne.”

‘Ji bo piştgiriya cotkaran û sivikkirina lêçûnên hilberînê gavên şênber hatin avêtin’

Sabrîn El-Ebdullah, da zanîn ku Komîteya Çandiniyê ji bo cotkaran tovên pakêtkirî yên sterîl û ji bo çandinê yên li gorî pîvanên zanistî ne, dabîn kir û got: “Ev tov bi awayekî pêşîn ji her tonê 350 dolar û ji bo bi wade jî 400 dolar hat diyarkirin. Armanc ew bû ku cotkar bêyî bikevin bin lêçûnêk zêde, demsala çandiniyê bidin destpêkirin. Ev biha, bi riya lêkolînên aborî yên hem rewşa cotkaran û hem jî domdariya dabînkirina tovan di sûkê de li ber çavan digre, hat destnîşankirin.”

Sabrîn El-Ebdullah, diyar kir ku niha ji bo berfirehkirina bernameyên piştgiriyê xebat tên meşandin û van xebatan wiha rêz kir: “Gubreya pêşxistî, dermanên kêzikan, makîneyên çandiniyê, navendên xizmetê yên pispor, bernameyên perwerdeya cotkaran li ser teknîkên avdanî û hilberînê yên nûjen. Ev gav ji bo misogerkirina bikaranîna çavkaniyên avê bi bandor û nûjenkirina rêbazên çandiniyê pir girîng in.”

‘Ji bo ewlehiya xurek û domdariya aborî vîzyonek berfireh e’

Hevseroka Komîteya Çandiniyê Sabrîn El-Ebdullah, destnîşan kir ku komîteya hevbeş xwedî vîzyoneke demdirêj e armanc dike li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pergaleke ewlehiya xurekê ya bi aram ava bike û da zanîn ku ev vîzyon zêdekirina hilberîna herêmî, pêşxistina pîşesaziyên xurek û çandiniyê, guhertina bazaran û xurtkirina hevkariyên di navbera saziyên curbecur de vedihewîne.

Sabrîn El-Ebdullah, bi van gotinan dawî li axaftina xwe anî: "Di salên pêşiya me de, projeyên çandiniyê yên mezin dê werin bicîhanîn, bernameyên pêşketina gundan dê werin bikevin meriyetê û ji bo nûjenkirina torên avdanê dê planên berfireh werin meşandin. Bi vî awayî bandorên guherînên bazarên derveyî, şert û mercên avhewayê û çavkaniyên sînorkirî yên cotkaran kêm bibe û li ser bingeha çavkaniyên herêmê mercên aboriya çandiniyê ya domdar bên avakirin.”