Jinên Mexribê bi ajokariyê hişmendiya mêr diguherin

Xedîca El-Sixêrdan ev neh sale li paytexta Dar El-Beydaa ji dema hevjinê wê dest ji wê û zarokên wê berdayî heta niha ji bo zarokên xwe bide xwendin û debara mala xwe bike dest bi karê ajokariya taxsiyan kiriye û bi vî karî hişmendiya ku tenê mêr dikarin ajokariyê bikin diguhere.

 
Henan Harit 
Mexrib - Gelek jin hene ji bo debara mala xwe û zarokên xwe mezin bikin gelek karên weke karê mêran tên zanîn dikin û vê hişmendiyê di nava civakê de diguherin. Yek ji wan jî jina bi navê Xadica El-Sixêrdan a neh sale li paytexta Dar El-Beydaa taxsiyek heye û bi wê taxsiyê debara mala xwe dike. Bi dahata ji ajokarêyê digire sê zarokên xwe dide xwendin, tevî hemû rexneyan jî di karê xwe de bi israr e. Di derbarê karê ku weke karê mêran tê zanîn ajokariya texsiyan de Xedîca Sixêrdan ji ajansa me re di axive. 
Xedîca Sixêrdan a ji bo debara mala xwe ajokariya taxsiyê dike dide got: “Ya girîng ji bo min ne axaftinên xelkê ye, ji bo min a giring di dawiya mehê de karibim daçuna dibistana zarokên xwe bidim û ji wan re her tiştî peyda bikim. Min bi keda destê xwe ev texsiye kiriye û bi rehetî dajom, ji ber wê jî bi keda xwe serbilindim.”
“Şert û mercên jiyanê ve kar da pêşiya min”
Xedîca Sixêrdan dayika sê zarokane, her sê zarokên wê di dibîstanên taybet de dixwîne di derbarê ajokariya xwe ya taxsî de dibêje: “Bi saya pereyên ku ji taksiyê tê min kariye zarokên xwe piştî ku bavê wan dev ji wan berda ji tiştekî mehrûm nekim. Ez îro serbilndim ku min karibû di pîşeya zilaman de kar bikim her wiha min karibû cesareta xwe jî bidim îsbatkirin. Jin xwedan enerjiyeke mezine, dikarin gelek karan bi hev re bikin.”
“Zarokên min pîştgiriya min dikin”
Xedîca Sixêrdan dide zanîn ku piştî hevserê wê dev ji wê û zarokên wê berda fikra ajokariyê ketiye serê wê, dema wê dît ku ew dikare di vî karê ajokariyê de bi ser bikeve bi kesayetek bi hêz di vî warî de derket pêş û wiha dom kir: “Tevî karê min zehmete jî ez hewil didim hevsengiyekê di navbera ajokarî û zarokên xwe de çêbikim, siharê di Saet 4’ê siharê de radibim ji zarokên re xwe xwarin amade dikim û pîştre xwe amade dikim diçîm ser karê xwe. Zarokên min ji êdî bi min re gihane û bi min re dibin alîkar. Di vê pîşeya ku min ji xwere hilbijartî zarokên min gelek alikariya min kirine.”
Xedîca Zixêrdan dema ni dest bi karê ajokariyê kirî ji aliyên hevalên xwe ve rastî gelek rexneyan hat û got: “Ji ber zihniyeta baviksalarî ya di civaka me de gelek berbelav e. Min êş kişand, lê min di riya nîqaş û diyalogan de karibû ew nêrîna civakê biguherim. Niha jî  dema mêr dibînin ez erebeya xwe ji bo wan disekinînim ew matmayî dimînin. Lê piştî ku li erebeyê siwar dibin û ajotina min dibînin ew razîbûna xwe ji bo karê min didin nîşandan. Ev yek jî enerjiyeke mezin dide min.”
“Beriya Korona û piştî wê”
Xedîca Sixêrdana ajokar da ku gel di demê wan de dane cihê wan yê kar di saet 6’ê de dest bi ajokariya xwe dike û li gora hikumeta Mexribî a ji bo nexweşiya Korona pabend e, di dirêjahiya seatên kar de maske bi kar tine û yên ku dikevin erebeya wê de ji li ser rewşa nexweşiyê agahdar dike û di dawiya axaftina xwe de wiha dibêje: “Ez bi zibûnan re gelekî hişyarim. Pîşeya min ji wan pîşeyên ku danûsatandin têde zêde ye, ji ber vê ez hewl didim ku xwe biparêzim. Piştî qedexe bi rojan hat rakirin êdî tevgera kar vegeriya, pîştî hatin û çun nebû karê min jî êdî kêm bû û wê ji bandora xwe li ser rewşa min ya aborî kir. AjotinaTaksiyên kirî pîşeyeke baş e û divê jin xwedan cesaret bin û karibin di hemû warên jiyanê de kar bikin. Divê ji ramana ku ev pîşe tenê ya mêrane ye  teslîm nebin, jin dikare ku di her alî de xwe isbat bike.”