Fatima Karkab: Tevî serdestiya mêr, jinên Mexribê di karsaziyê de rola xwe îsbat kirin

Hejmara karsaziyên li Mexrib ku ji hêla jinan ve tên birêvebirin bi qasî 12 hezar yekîne ye ango ji sedî 10 ji koma karsazan e û piraniya van karsaziyan navîn an piçûk in. Ev yek dihêle ku hewceyê piştgiriyê be nemaze ji hêla pargîdaniyên mezin ve, da ku ji wan re veberhênanên zêde û gihîştina projeyan peyda bikin.

HENAN HARIT
Mexrib- Ji bo ku em li ser rewşa karsaziya jinan li Misrê biaxivin û heya çi astê ew di vê dema vîrusa koronayê de zirar dîtine û der barê ked û xebata welat di piştgiriya van karsaziyan de, ajansa me bi seroka Komeleya El-Tomoh ji bo Jinên Karsaz li bajarê El-Ayoun, Fatima Karkab re hevpeyvîn pêk anî.
Armanc bi sazkirina komeleya El-Tomoh çi ye?
Damezrandina Komeleya Tomoh ji bo jinên Karsaz li El-Ayoun gavek e ku mirov pêşketina aborî û geşedana ku li parêzgehên başûrê Mexribê pêk tê bişopîne. Dibe ku derketina vî nûzayî di serî de mebesta wê yekê ye ku jin li parêzgehên başûr bibin xwedî derfet da ku  beşdarî komxebatên pêşketî û aborî yên girîng bibin, ji jinan re bêtir cih tê girtin da ku di warê aborî de enerjî û afirîneriya xwe ronî bikin û her wiha zelalkirina rola jinên Saharawî di pêşketinê de diyar dibe
Bi gelemperî hûn rewşa karsaziya jinan li Mexrib çawa dinirxînin û şertgiriyên komeleyan di pêşerojê de çi ne?
Rewşa jinên karsaz ên li Mexrib hîn jî lewaz e, ji ber ku rêjeya jinên karsaz li Mexribê ji sedî 10 derbas nake. Digel vê yekê jinan jêhatîbûnên berbiçav destnîşan kirine ku ew di pêşketina aboriya neteweyî de bûne hevkarên sereke. Tevî sazkirina çend gavên teşwîqê ji bo piştgiriya jinan ku têkevin cîhana karsaziyê û her çend xwesteka wan a xurt a ketina qada karsaziyê, hebûna wan hîn jî qels e û di wir de rola me wekî komele di ragihandina peyama jinên karsaz de heye da ku digihîjin armancên xwe. Der barê şertgiriyên pêşerojê de, ew di serlêdana bernameyên komeleyê de yên girêdayî gavavêtina jinên karsaz yên navîn, piçûk û pir piçûk e.
Pandemiya koronayê bandorek neyînî li tevahiya karsaziyê ya li Mexrib kiriye. Di nêrîna we de tedbîrên ku ji hêla Mexribê ve tên girtin ji bo domandina karsaziyan bes in?
Mexrib wekî hemû welatan e, ji ber pandemiya koronayê di şert û mercên zehmet re derbas dibe, ji ber vê yekê gelek karsaziyan di çalakiyên cihêreng de di danûstandinên xwe de paşvemayîneke girîng dîtin lê belê rêwerzên padîşahî bertek kêm kirin. Nemaze piştî nûjenkirina qûtîkê ji bo rêvebirin û rûbirûbûna pandemiyê û nûjenkirina Komîteya Hişyariya Aborî, li kêleka vê yekê komek tedbîrên têkildarî dayîna tezmînatê, danîna deynan û rawestandina daxuyaniyên bacê hatin pejirandin. 
Bernameya " Intîlaqa" yek ji girîngtirîn bernameyên ku Mexribê dest pê kiriye ye, hewl dide piştgiriya karsaziyan bike û li hemberî diyardeya bêkariya ciwanan li ber xwe bide.
Li gorî nêrîna min, tedbîrên ku Mexribê di van şert û mercan de girtine ji bo rizgarkirin û   domandina pargîdaniyên piçûk û navîn hatin ji ber ku ew bi hewceyî piştgirî û hevkariyê ne.
Tevî xwesteka xurt a jinên Mexrib ku bikevin qada karsaziyê, hebûna wan li gorî mêran kêm dimîne, şîroveya we li ser wê çi ye?
Divê bê zanîn ku jinên Mexribê bi gelemperî bi xwestek in, bêyî xwestek jin nikarin bigihîjin armanca xwe û tevî pêşdaraziya mêr a ku li ser hemû pozîsyonan serdest e jî jinan karibû rola xwe di karsaziyê de bigirtana.
Jinên karsaz xwedan behremendî û jêhatîbûnên mezin in ku dihêle ew derbasî navendên biryargirtinê bibin û berpirsyariyan bigrin ser milên xwe. Dem hatiye ku nêrîna civakê were guhertin. Ji ber ku îro em bi hewceyî tevahî pêkhateyan in da ku pêşketinê pêk bînin ku tê de mafên jinan misoger bibe.
Wekî komele, stratejiya we ya ku we ji bo teşwîqkirin û piştgirîkirna jinan da ku bikevin cîhana karsaziyê çi ye?
Komeleyê di nav sê salan de stratejiyek bi pêş xist û armancên bingehîn hilgirt. A yekemîn pêşxistina derketina komeleyê, pêşxistina kapasîteyên jinên karsaz, organîzekirina kursên perwerdeyê û derbasbûna jinên karsaz ji gelek dijwariyan re bû. Ji bo ku beriya her tiştî xwe bidin îsbatkirn û karibin pêvekên qalîteyî peyda dikin ku dê aboriya neteweyî xurt bike û kapasîteyên pêşbaziya wê bilind bike.