Jinên kedkar ên Hevselê bi komkirina pincaran debare xwe dikin
Bi hatina werza biharê re baxçeyê Hevselê ku dikeve dora derya çemê Dicleyê dimenek wê yê rengin heye. Jinên li baxçê Hevselê pincaran kom dikin, li aliyekê debara xwe dikin û li aliyê din jî balê dikêşin ser zoriyên ku dikişînin.
MEDİNE MAMEDOĞLU
Amed – Bibika çavê Amedê baxçeyê Hevselê tê gotin ku di demên berê de li Mezopotamya embara dexil bûye. Di vî baxçeyî de ji 180’an zêdetir curên çukan û lawirên weke sivorî, rovî, kuzik û jijo jî tên dîtin. Baxçeyê Hevselê ji aliyê gelê bajar û turîstên ku tên bajar ve rastî eleqeyek mezin tê. Li ser bircên Amedê yên raserî wêne êvaran dîmenên rojavabûnê yên herî ciwan tê dîtin, li aliyê din jî biriqîna deryaya çemê Dîcle. Dimênê kesk ên baxçe mirovan dibe rêwitiyek cuda. Baxçê Hevsel ji durve dîtin ciwaniyek cuda, ji nêzde ditin jî di mirovan de hestek pir cûda ava dike. Dema em nêzî Baxçe dibin em bi komek jin re tên beramberî hev. Li vê derê jin li aliyekê çîrokên jiyana xwe ji hevdû re dibêjin, li aliyê din jî di destê wande kêrek û pincaran kom dikin.
“Çiya çiya em digerin giya kom dikin”
Jinan dan zanîn ku ew di serê siharê de ji bo giya komkirinê tên baxçe. Guh nadin heriya bi dest û lingên wan ve û diyarkirin ku ev bi salane vî karî dikin. Jinan giyayê geznekê nîşanî min dan û gotin; ‘Kesek nikare dest bi avêje vî giyayî, lê em bi destê tazî komdikin û dikin destî.’
Yek ji jinên pincar kom dike jina bi navê Şayba Kurdoxan bal kişand li ser zoriyên karê ku dikin û wiha got: “ Sibehan siharê em seaet 06.00’an em tên ser kar, lê niha ji ber hewa sare em kêmek derengtir tên. An em tên vê derê yan jî em diçin navçeyên din çiya bi çiya digerin û giya kom dikin. Hinek caran em diçin Hevsel hinek caran diçin Silvanê û hinek caran jî em diçin Lice yê.”
“Bi torbayê li pişta me cihek nemaye ku em neçuyînê”
Kurdoxan da diyarkirin ku di mehên zivistanê de em naxebitin û di mehên biharê û havînê de kar geleke û wiha dom kir: “Ev bi salane ez vî karî dikim. Min bi dayika xwe re destpê kir niha temenê min buye 40 salî hîna jî di baxçeyan de giya kom dikim. Ew pincarê ku em komdikin, pîştî em ciwan di şon em dibin bazarê û di firoşin. Em giyên weke geznek, tolik, pozik hemû ew giyayên bi sud yên werin aqlê we em hemûyan kom dikin. Ji bo xwarina zarokên me, ji bo em mesrefa dibistanê ya zarokên xwe derbixin em vî karî dikin. Li welat ji xwe kar nîne, hemû bê karin. Ma zehmetiyên wê nine, belê gelek heye. Le em fêrî bûne û em berdewam jî dikin û ji bo jiyan kirinê em mecbûrin kar bikin.”
“Em pincar di firoşin û pere qazanç dikin”
Jina bi navê Melek Ozdemîr da zanîn ku ev bi salene ji bo karê xwe li Amedê cihek nemaye ku ne çûyînê û li ber hemû zoriyan jî ji kar xwe hez dikin û wiha got: “Her kesek karekê dike, em jî fêrî vê karî bûne. Heta evarê pişta me li erdêye, em rê diçin lê belê em ji karê xwe hez dikin. Em heriya bi destê xwe ve diçin van pincaran di firoşin û para qazanç dikin.”