Jinên karsaz ên li Kangavarê bi pirsgirêkên krîza aborî re rû bi rû ne
Karsazên jin ên li bajarê Kangawer ê Rojhilatê Kurdistanê diyar kirin ku ji ber krîza aborî hêza kirînê ya gel kêm bûye û çend rojan bêyî ku yek berhemê jî bifiroşin vedigerin malên xwe.
HEDIYE ZENGENÊ
Kangavar - Krîza aborî ya ku bandorê li hemû cîhanê dike, bandoreke neyînî li jiyana mirovan dike bi taybetî jî yên xwedî hêza kirînê ya kêm dike. Bazara bajarê Kangavar a Rojhilatê Kurdistanê yek ji wan cihên ku ji ber krîza aborî bandoreke mezin lê kiriye. Li sûka ku demekê pir çalak bû, xwediyên karsazan, bi taybetî jin, bi pirsgirêkên cûrbecûr yên wekî kêmbûna hêza kirînê û bilindbûna bilez a bihayan re rû bi rû dimînin.
'Êdî hêza me ya kirînê nîne'
Naimeh Khazaei ku ev 4 sal in dikana cil û bergên jinan li sûka Kangavarê bi rê ve dibe, wiha got: “Dema min dikana xwe vekir, hêza kirînê ya xelkê hebû, lê niha rewş ne baş e û bazar gelekî rawestiyaye. Bi kûrbûna qeyrana aborî re hêza kirîna gel kêm bû û di encamê de vê rewşê hem bandor li me kir û hem jî li ser gel kir. Niha ez hatime nuqteyeke wisa ku ez nikarim malzemeyan bikirim û ji bo firotanê pêşkêş bikim. Bi rastî ji ber guharîna nirxê pevguhertinê êdî hêza me ya kirînê nemaye, lewra niha ez dixwazim karê xwe biguherim. Min biryar da ku kelûpelên di destê min de tasfiye bikim da ku ez bikaribim tiştên nû li bazirganiyek din, erzantir ku xelk bikarin bikirin bînin.”
‘Divê ekonomiya jinan a serbixwe hebe’
Naimeh Khazaei destnişan kir ku tevî hemû pirsgirêkan divê aborî ya serbixwe ya jinan giring e û got: “Gelek avantajên aborî ya serbixwe jinan hene. Minak hûn bi mirovan re dinava têkiliyê de ne, hûn dikarîn civakî bibin, di warê aborî de negirêdayî hinek kesên din in, xwedî aboriyek serbixwe ne. Divê hemû jin di vê wateyê de aboriya serbixwe bidest bixin.”
‘Ez nikarim pêdiviyên mala xwe bicih binim’
Esnaf Azam Afshar jî diyar kir ku 12 sal in tecrûbeya wê ya xebatê heye û wiha anî ser ziman: “Ji ber guherinên aborî rewşa bazarê gelek xirab bûye. Nêzî 5-6 salin hêza kirinê ya gel tûneye. Hindek roj ji hene ez yek berhemê nafiroşim. Kriza aborî her kû diçe kûrtir dibe û rewş pir xerab bûye. Ez wek xwediyê kargehê êdî nikarim pêdiviya mala xwe bicih binim. Bi kriza aborî re asta jiyana me gelek zehmet bûye. Guherina dolar û dovîz pir bilind bûye. Hêza kirina gel tuneye, ji ber vê yekê jin û mêr divê bêhtir bixebitin da ku jiyana xwe vegerinin ser rê.”