Jinên Yemenî bi çêkirina meawazan debara xwe dikin
Jin bi hêz û îradeya xwe dikarin gelek kar û jêhatiyên ku civakê bi mêran re sînordar kirine, pêk bînin. Jinên Yemenî yên hînî pîşeya çêkirina meawazan ku tenê girêdayî mêran e, bûne pê debara xwe dikin.

RANYA EBDULLAH
Yemen – Çêkirina meawaz li Yemenê pîşeyek û berhemeke kevnar a kevneşopî ye lê weke pîşeyek ku tenê ji bo mêran be tê dîtin. Jinên ku xwedî şiyana mijûlbûna bi vî pîşeyî re ne îsbat kirine ku bi dehan salan, ev pîşe ji hêla mêran ve hatiye manîpulekirin û bazirganîkirin.
Meawaz parçeyek qumaşê çargoşeyî ye, bi nexşên geometrîk ên xweşik tê xemilandin. Ew li dora beşa jêrîn a bedena mêran tê pêçandin û bi kemberek bi navê kemar an jî bi xencera Yemenî ya bi navê jambiya bejna wî tê girêdan. Meawazên Yemenî bi şikl û rengên xwe yên geş ên cuda balê dikşînin. Her wiha cureyên wan ên cuda hene, di nava wan de lehcî, hadramî, hedîdî, şebwanî û beydanî jî hene.
'Ev pîşe çavkaniya min a dahatê ava kir'
Senaa El-Esbahî li Yekîtiya Jinên Yemenê li El-Şemayateyn, li gundewarê Taîzê, perwerdeya çêkirina meawazan girtiye. Piştî ku ji zanîngehê derçûye karekî peyda nedîtiye ku pêdiviyên xwe û malbata xwe bicih bîne. Ev pîşe bû çavkaniya wê ya yekane ya dahatê. Senaa El-Esbahî wiha dibêje: “Beriya ku hînî çêkirina dirûtinê bibim, bê kar bûm û tu çavkaniyeke dahatê tunebû lê piştî hînî vê pîşeyî bûm, min çavkaniyek dahatê ji bo xwe ava kir û karê min navdar bû di nava civakê de. Her wiha beşdarî dewreyên perwerdeyê yên tevnkirina Meawazê ya Yekîtiya Jinên Yemenê, bûm."
Ji jinan re bûye rahêner
Senaa El-Esbahî piştî ku perwerdeya xwe li Yekîtiyê bi serkeftin qedand bû rahêner ji bo jinên gund ên ku li Yekîtiya Jinên Yemen qeydkirî bûn. Senaa el-Esbahî wiha got: "Ez meawazên xwe li ser înetenetê bazar dikim, ji ber ku firoşgehek min nîn e berhemên xwe nîşan bidim. Ez serbilind im ku min vî karê dijwar girt ser xwe û bi ser ketim. Niha hem rahêner im, hem jî hilberîner im. Hêvî dikim ku xewna xwe ya vekirina kargeheke mezin û belavkirina meawazên xwe li bazarê, pêk bînim. Her meawzek li gorî sêwirana xwe ya taybet û cureyên têlan bihayê wê heye. Cureyê herî navdar û biha meawaza sultanîkî ye."
Karekî nû ye ji bo jinan
100 jin ji gundewarê Taîzê li mudiriyeta El-Şamayateyn ji bo çêkirina meawazê bi awayekî profesyonel hatin perwerdekirin. Yekîtiya Jinên Yemenê li El-Şamayateyn a bajarê Taizê ku li başûrê rojavayê Yemenê ye, di perwerdekirina wan de rol lîst.
Rêvebera Yekîtiya Jinên Yemenê li muduriyeta El-Şamayateyn Semîra El-Ezezî got: "Me li yekîtiyê dest bi çend dewreyên perwerdeyê ji bo perwerdekirin û hêzdarkirina jinan kirine. Piştî perwerdekirina jinan, me jêhatîbûna hinek ji wan kifş kir, ji ber vê yekê wan jinên mayî perwerde kirin. Koma yekem 25 stajyer bûn, dûre me hevkarên wan ên din perwerde kirin. Niha ew xwedî jêhatîbûn û çavkaniyeke dahatê ne. Me hewl da pisporên bi kalîte hilbijêrin ku ji bo jinan sûdmend bin. Weke mînak hûnandina meawaz, parastina enerjiya rojê û amadekirina biharatan. Ev jî karek nû ye ji bo jinan, ji ber ku tenê bi mêran ve sînordar mabû."