Jinek ev 40 sal in li dijî zoriyên jiyanê tora xwe davêje Çemê Nîlê

Sabîre Hîlaf ji zaroktiya xwe ve di nava Çemê Nîl de mezin bûye. Eleqeya xwe ya masiyan vegerandiye pîşeyê, 40 salan li dijî zoriyên jiyanê têkoşiyaye, li hember nêrînên civakê û şertên giran ên kar, serî rakiriye.

ÎMAN SEMÎR ALÎ

Misir- Li Misra jorîn Sabîre Hîlaf a di nava peravê Çemê Nîl de dijî, torên xwe yên ku kevin bûne di destê xwe de digre û hewl dide tiştên ku dem û avê kiriye, baş bikin. Ev jina 50 salî, di civaka tê de dijî de, rêyek li derveyî derfetên fêrbûyî bijartiye. Li Misra jorîn yek ji hejmara kêm heta tekane jina ku masîvaniyê kiriye pîşe û awayê jiyanê ye. 

Sabîre Hîlaf diyar dike ku di 10 saliya xwe de masîvaniyê nas dike. Ne yek ji malbata wê rê nîşanî wê daye, ne jî kesek nêzî wê ku vê pîşeyê dike. Dayîk û bavê wê bi masîvaniyê re eleqedar nedibûn. Sabîre ragihand ku ji temenê biçûk ve, dilsoziyek bi hêz a ji bo çemê Nîl hîs kiriye, bi demê re wê ji hobiyek asan vegerandine azweriyek ku 40 salan dom bike.

Hezkirina wê bû sedem ku vê pîşeyê heta niha bidomîne

Çîroka Sabîre Hîlaf ku li maleke li perava Nîl mezin dibe, li wê derê destpê dike. Di demên destpêkê de ji bo masiyan bigre kefî bi kar dianî. Piştre hemû tiştan bi xwe fêr dibe û di nava salan de keştiyek ji bo xwe dikire û li çem rojane dest bi xebatê dike. Ya ku wê di vê pîşeyê de digre ne pere ye, hezkirina wê ya ji bo kar e. Ji ber ku qazanca wê tenê têra pêwîstiyên bingehîn ên jiyanê dike.

Dema diaxive, rojên wê yên destpêkê yên zor tên bîra wê. Wê demê ji ber keştiya wê tunebû, ji bo li ser avê bisekine varîlek bi texte bikar dianî. Sabîre bi rûkeniyek wiha got: “Min li ser varêl melevanî dikir, piştre min karî keştiyekê bikirim. Lê belê niha keştiya ku ez pê debara xwe pêk tînim jî kevin bûye, her tim jê re tamîr dixwaze. Ez bi xwe nikarim mesrefên lênêrînê pêk bînim.”

Roja wê di saetên şevê de destpê dike. Tora xwe davêje çem, dema dibe sibeh jî, ji bo risqê xwe kom bike vedigre. Di mehên zivistanê de ji ber tenduristiya wê ya di hewaya cemidî û bi bandora salên dirêj di nava avê de xebitiye xirab bûye, kêmtir diçe ber çem.

‘Pîşe rûmet e’

Sabîre Hîlaf diyar kir ku pîşe, tevî hemû dijwariyan jî ‘rûmet’ e û got: “Di tevahiya jiyana xwe de min ji kesî alîkarî nexwestiye, şert çi dibe bila bibe her tim min ji keda xwe bawer kiriye.” Tiliyên xwe yên pê dixebite nîşan dide, dibêje ku westana destan, ji tiştxwestina ji mirovan siviktir e. Lê belê rêya wê ne asan e. Sabîre da zanîn  ku ji derveyî zoriyên kar, hinek masîvan ji ber hebûna jinekê ya di çem de, xwe neqayîl dikin û dem bi dem wê acis dikin. Tevî vê jî qet nefikiriye ku dev ji vê pîşeya xwe ku ji zaroktiya xwe ve dilsoz e berde. Sabîre ragihand ku bi demê re fêrî tirs, tenêtî û derbaskirina şevan a di avê de bûye.  

Tevî zoriyan pîşeya xwe bi biryardarî didomîne

Îro Sabîre Hîlaf, hewl dide ku bi mûçeyê alîkariya civakî ‘Tekaful û Kerame’ ya çend sed lîreyên Misrê derbas nake, debara xwe bike. Ji bo tor, keştiyek ku bikare bi xebite û ji bo rakirina masiyên xwe ku di hewaya germ de genî bibe, hewceyî ceyranê ye. Ji ber ku ceyran tuneye, hinek caran neçar dibe masiyên xwe yên ku genî bûne, bavêje û keda wê vala diçe.

Sabîre Hîlaf tevî hemû zoriyan, pîşeya xwe ya ku ji zaroktiya xwe ve bi daxwaza xwe bijartiye didomîne, rêwitiya xwe ya rojane ya li çemê Nîl didomîne. Li dijî nêrîna civakê û şertên giran ên jiyanê serî radike û bawer dike ku bi xebata bi têkoşînê, tekane rêya ku rûmeta mirovatiyê diparêze ye.