'Jin wek hêza kar a erzan tên dîtin û di şert û mercên giran de dixebitin'

Nûnera Meclisa ÎSÎG'ê ya Stenbolê Serpîl Unal, der barê mercên kar ji bo jin û zarokên li Tirkiyeyê dixebitin de got: "Di 3 mehên îsal de 12 jinan bi cînayetên kar jiyana xwe ji dest dan. Jin weke hêza kar a erzan tên dîtin û di mercên xirab de dixebitin.

MEDÎNE MAMEDOGLU

Amed- Li Kurdistan û Tirkiyeyê, kedkar dê 1'ê Gulanê Roja Kedkaran a Cîhanê li qadan pîroz bikin. Ji ber qeyrana aborî û nebûna kontrolê ya li welat, bi hezaran karkerên ku di mercên bê ewle de dixebitin di cînayetên kar de jiyana xwe ji dest didin. Karkerên ku daxwaza ewlehiya kar û jiyana mirovî dikin, dixwazin şert û mercên heyî bên sererastkirin. Li gorî daneyên Meclisa Tenduristî û Ewlehiya Kar (ÎSÎG) ya sala 2023'an; hezar û 932 karkeran di cînayetên kar de jiyana xwe ji dest dan. Ji wan 147 karkerên jin bûn û di sê mehên destpêkê yên îsal de jî 12 jê jin 425 bûyerên cînayetên kar qewimîn.

Em bi nûnera Meclisa ÎSÎG’yê ya Stenbolê Serpîl Unal re der barê zêdebûna cînayetên karkeran û şert û mercên xebatê yên karkerên jin ên li Tirkiyeyê de axivîn.

'Qeyrana aborî xwediyên kar ber bi hêza kar a erzan ve dibe'

Serpîl Unal, da zanîn ku her sal nêzî 2 hezar karker di cînayetên kar de jiyana xwe ji dest didin û wiha got: “Em her sal ji ber tunebûna pêşîgirtina ewlehiya kar, tunebûna kontrol û bêewlehiyê hevalên xwe di cînayetên kar de winda dikin. Par me hezar û 932 karker ji ber sedemên bêtedbîriyê winda kir. Ji ber kûrbûna qeyrana aborî, xwediyên kar ber bi hêza kar a erzan û mesrefên kêmtir nêz dibin. Girtina tedbîrên tenduristî û ewlehiya kar weke mesref û giraniyek zêde tê dîtin. Ji ber vê yekê sedemê, karê bêçavdêrî û ne qeydkirî zêde dibe. Ev jî dibe sedema birîndarbûna gelek karkeran, qezayên kar û nexweşiyên pîşeyî.”

'Bi MESEM'ê re cînayetên zarokan jî zêde bûn'

Serpîl Unal, destpêkê bal kişand li ser zarokan û diyar kir ku bi projeya MESEM'ê ya dewletê re cînayetên zarokên karker zêde bû. Serpîl Unal, diyar kir zarokên ku divê li dibistanê bibin, dema di bin navê perwerdeya pîşeyî de dixebitin, ji ber sedema negirtina tedbîran jiyana xwe ji dest didin û wiha got: “Xwediyên kar ên li pey hêza kar a erzanin, serî li karkerên bêqeyd didin. Ev jî dibe sedem hîn zêdetir jin û zarok di cihên kar de bixebitin. Li cihên ku pêşgirtina tenduristiya karkeran kêm tên girtin, jin û zarok tên xebitandin. Wek hûn dizanin ku di van demên dawî de bi avakirina projeya MESEM’ê ya bi destê dewletê re cinayetên karkerên zarok zêdetir dibe.”

'Jin di hawirdorên bê tendurist de bi mûçeya kêm tên xebitandin’

Serpîl Unal, da zanîn ku bi taybetî jin di jiyana kar de bi pirsgirêkên mezin re rû bi rû dimînin û bal kişand ku ji bo jinên bi mûçeya kêm tên xebitandin, tu tedbîr nayên girtin. Serpîl Unal, diyar kir ku pirsgirêkên tenduristiyê û barê karê giran ji bo jinan roj bi roj zêde dibe û der barê pirsgirêkên ku jin di warê xebatê de dijîn ev nirxandinan kir:

“Yek ji beşên ku wek hêza kar a erzan tên dîtin jî karkerên jin in. Dema em li daneyên sala borî dinêrin, dibînin ku 147 jinan di cînayetên kar de jiyana xwe ji dest dane. Dîsa di sê mehên destpêkê yên îsal de me 12 karkerên jin di cînayetên kar de winda kir. Dema em li jiyana karkerên jin dinêrin, dibînin ku çiqas di hawirdorên bê tendurist de dixebitin. Em dizanin ku jin hem di çandiniyê de hem jî di pîşesaziyê de li gorî mêran bi mûçeyên kêmtir tên xebitandin. Di berxwedanên ku didomin de em dibînin ku jin di nava kîjan şert û mercan de dixebitin. Mînak karkerên Agrobayê, bi mûçeyên kêm û di bin şert û mercên giran de dihatin xebitandin. Neçar diman barên pir giran rakin û li cihên bilind bixebitin. Dîsa ji ber ku bi madeyên kîmyewî re dixebitin, neynûkên karkerên jin dernediketin. Tedbîrên tenduristiyê karker û ewlehiya kar bi gelemperî li gorî rewşa xebatê ya karkerên mêr hatiye çêkirin.”

'Jin di aliyê derûnî de jî rastî zextên cidî tên'

Serpîl Unal, diyar kir ku karkerên jin ji bilî pirsgirêkên fizîkî, ji aliyê derûnî ve jî di warê xebatê de têdikoşin û wiha got: “Der barê jinan de pergaleke xebitandinê nîn e lê tevî ku jin bi mêran re di heman mesayîdê de dixebitin jî mûçeyên kêmtir digrin. Jin zêdetir rastî zextan tên. Sendîkabûyîna wan jî têkoşînek rast bi xwe re tîne. Dîsa jin bi awayekî giran bi zextên derûnî û mobîngê re rû bi rû dimînin. Rastî gotin û heqaretên bi tacîz tên. Dema ev tişt tên jiyîn, jiyana kar ji bo jinan vediguhere dojehê. Karkerên jin gelek pirsgirêkên tenduristiyê dijîn. Em nizanin rewşa nexweşiyên pîşeyî yên gelek karkeran di kîjan aste de ye.”

'Pêwîstî bi mekanîzmayek xurt a kontrolkirinê heye’

Serpîl Unal, ji bo pêşîgirtina van cînayet û zextan rêbazên çareseriyê rêz kir û diyar kir ku divê destpêkê mekanîzmayeke xurt a kontrolkirinê û polîtîkaya cezakirinê bikeve meriyetê. Serpîl Unal, bang kir ku divê bicihanîna qanûna heyî re cihên kar bên kontrolkirin û wiha got: “Divê ji bo pêşîgirtina cînayetên kar jî tedbîrên tenduristî karker û ewlehiya kar bên girtin. Ji ber ku piraniya cînayetên kar ji ber bêtedbîriyê çêdibe. Ji ber ve yekê pêwîstî bi mekanîzmayek kontrolkirinê ya bi pergalî û bi bandor heye. Dewleta ku îstatîstîkan jî nagire divê destpêkê li cihên kar kontroleke baş pêk bîne. Niha tenê qezayek an giliyek kontrol dikin.”