Jin ji bo xwe karên nû dibînin

Jinên ku di nava zor û zehmetiyan de dijîn ji bo debara mala xwe û zarokên xwe gelek karan didin ser milên xwe û bi hizra xwe ya afrîner ji nû ve karan ji xwe re ava dikin. Jinên ku ji nû ve kar afirandin dibêjin: “Dema mirov dikeve tengasiyê xwe di gelek karên cuda de bi pêş dixe.”

 
EMANÎ AL-MANIÎ
Dîmeşq – Tevî şert û mercên ku deh salan rû dane û rewşa aborî têk çûye, jiyana civakan xistiye tengasiyê jî; ev yek nebû asteng li hemberî berdewamiya jiyan û civakê. Bi taybetî yên zêdetir ji vê rewşê zirarê dîtine jî jin in. Jinan ev yek bi hêza îradeya xwe ya xurt bi derfetên afirandina kar bi dest xistin da ku bi rûmet dabara jiyana xwe bikin. 
Radiya Kibêsî ya ji bajarê Dêrezorê, niha li gundewarên Şamê dimîne. Sala dawî ya beşa zimanê Fransî dixwîne. Her çiqas şert û mercan nehişt ku xwendina xwe temam bike jî Radiya perwerdeya xwe neterikand û beşdarî gelek kurs û komxebatan bû da ku alîkariya perwerdekaran bike ji bo fêrî derfetên kar bi kehrebeyên malan, alîkariya mirovan û saziyên ku nirxandinên projeyan dikirin re xebitî.
“Ezê xwendina zanîngehê temam bikim”
Her wiha Radiya xebatên bi dilxwazî bi komeleyên ji derveyî li Dêrazorê, wekî komeleya Al-Bir Al-Xeyrî, komeleya Al-Nehda re kar kiriye û beşdarî perwerdeya kehrebê, xwedîkirina pêdiviyên taybet her wiha terzîtiyê jî dike.
Radiya li Dîmeşqê li cihê telefonan dixebite di beşa kirîn û firotinê de cihê xwe digire. Ji ber terz û exlaqê wê yê xweş, ji bo hemû kesan, bawerî û hûrmetê dibîne. 
Radiya diyar dike ku jin xwedî aqilekî bi hêz in, bi lez fêr dibin, baldariya wan, ji bo karê wan dibe alîkarî û der barê kar de dibêje: “Ez di gelek projeyan de cihê xwe digrim her tim hêviya min heye ku ez ê xwendina xwe temam bikim. Niha jî ez li ser projeya vekirina kargeha terzîtiyê ku hemî pêdiviyên jinan ên malê pêk bîne dixebitim.”
Ji bo dabara jiyanî kreman çêdike
Meha Al-Husên di mala xwe ya biçûk de quncikek metbexê ji bo karê xwe veqetandiye û kremên ji bo ciwaniyê çêdike. Kremên wekî paqijiya rûyê jinên ciwan, paqijiya rûçik, vekirina rengê rû û pirsgirêkên por jî bi metayên xwezayî çêdike û bi rêya înternetê difroşe. 
Meha bi bîr dixe ku ji bo debara mala xwe karê fotokêşanê jî kiriye û ji ber rewşa şer karê xwe nedomandiye û dibêje: “Ji ber ku ez dayika zarokan im divê pêdiviyên wan bi cih bînim. Min di destpêkê de li şahiyan karê fotokêşanê dikir, karek gelek balkêş bû min jin nas dikirin ku ka ew ji fotoyên çawa hez dike min wisa wêneyên wan dikişand. Ji ber şer, min karê fotokêşanê berdewam nekir.”
Mehaya ku di biçûktiya xwe de dest bi çêkirina kreman dikir û niha bi karê çêkirina kreman debara mala xwe dike wiha behsa karê xwe dike: “Ji bo debara zarokên min pêdiviya min bi karekî din hebû. Ji ber ku di dema biçûkatiya xwe de min ji xwe û xizmên xwe re krem çêdikir. Ji bo ku ez karê xwe berfireh bikim ketim nava malperan û min gelek pirtûk xwendin. Ez qutiyan ji sûka Al-Bizûriyê tînim û di aliyê tendirustiyê de jî di karê xwe de ez gelek balder im li ser daxwaza jinan ez kreman çêdikim.”
“Şansê min ê herî baş ew bû ku jinek Mexribî cîrana min bû”
Meha der barê zehmetiyên karê xwe de wiha dibêje: “Helbet zehmetî hene, ji ber danûstandinên kesên ku navbera wan nexweş e, qutkirina elektîrîkê û buhayê zêde ya madeyên kreman ez gelek zoriyan dikşînim. Şansê min ê herî baş ew bû ku jinek mexribî cîrana min bû. Gelek ji mijarên bedewiya jinan fam dikir û gelek agahî û alîkarî da min. Min derman çêdikir û difirot heta navê min li sûkê hatibû bihîstin, têkiliyên min bi jinên bijîjk û dermanfiroşan re çêbûbûn.” 
Meha di dawiya axaftina xwe de kêfxweşiya karê xwe wiha tîne ziman: “Piştî bidawîbûna zewaca min û pêşketina karê min ku dabara jiyana min û zarokên min pê dibe ez gelek serbilind û kêfxweş im ku karê min ê taybet heye û pêşeroja zarokên xwe saz bikim.” 
“Ez di çêkirina nanê tenûrê de jêhatî me”
Nehîde Hisêna ku çend caran pêla koçberiyê lê daye, ji ber bombaranê mala wê rûxiyaye û dest ji axa xwe berdaye bi malbata xwe re berê xwe daye cihên bi ewle. Ji sala 2014’an ve bi tena serê xwe serxwebûnek aborî bi dest xistiye.
Nehîde Hisêna ku li gundewarên Dîmeşqa Şamê dimîne, malekê ji xwe re digre ji bo alîkariyê bide hevjînê xwe dest bi çêkirina nanê tenûrê dike û dibêje: “Ji ber aloziya rewşa aborî û bihabûna bihayê pêdiviyan li Sûriyeyê, pereyê ku hevjînê min digirt têra pêdiviyên malê nedikir û min jî biryar da ku bi karekî cuda alîkariyê bidim hevjînê xwe. Min biryar da ku ew karê ez dizanim baş bikim, nanê tenûrê ye. Min biryar da ku nanê tenûrê çêkim û bifiroşim. Min destpêkê maseyek biçûk anî û min bi tenûra malê nanê xwe çêkir. Bi vî awayî ez hem pêdiviyên zarokên xwe bi cih tînim hem jî bi hevjinê xwe re dibim alîkar.”