Jin dikarin projeyan biafirînin û beşdarî çerxa aboriyê bibin

Merwa Şurît xeyala xwe ya ketina cîhana bazirganiyê û damezrandina projeya xwe ya ku her tim pê bawer bû, pêk anî, da ku bigihîje serxwebûna xwe ya darayî û îsbat bike ku jin dikarin projeyên sûdmend biafirînin û dikarin beşdarî çerxa aborî bibin.

ZUHÛR EL-MEŞRIQÎ
Tûnis- Merwa Şurît a 23 salî ku ji bajarê Kairouane beşa Bernamesaziya Elektronîkî de bawername wergirtiye û ji bo bikeve qada bazirganiyê gelek xebat dike, di dawiyê de tevî ku malbata wê projeya wê red jî dike biryar dide ku projeya xwe bixe meriyetê û bi ser dideve. 
Merwa Şurît der barê projeya xwe de ji jansa me re axivî û got: “Dema ez xwendekar bûm, hesreta min a ketina cîhana bazirganiyê hêdî hêdî zêde bû, min tiştên sade dikirî û difirot hevalên xwe. Fikra damezrandina projeyê ji dema ku ez ketim bazara kedê ve ket serê min. Di destpêkê de ez wekî firoşkarek dûr bi pargîdaniyek pispor di firotina kozmetîkê de xebitîm. Ez her gav li ser celebê projeya ku ez ê çêbikim difikirîm lê di dawiyê de min biryar da ku pargîdaniyek bazirganî damezrînim da ku amûrên elektronîkî û kozmetîkî bifiroşim. Min biryar da ku wê bikim ji ber ku min dixwest serxwebûna xwe ya darayî bi dest bixim. Her wiha min xwest ez xwe bigihîjînim cîhana bazirganiyê û ji civakê re îsbat bikim ku jin dikarin derfetên kar û projeyên sûdmend biafirînin û bi vî awayî beşdarî çerxa aborî bibin.”
“Ez bi biryar bûm ku projeya xwe bi ser bixim”
Merwa Şurît destnîşan kir ku tevî sermayeyek mezin ji bo avakirina kar tunebû jî projeya xwe xist meriyetê û dibêje: “Min pereyê xwe yê ji karê xwe yê di şîrketa bedewiyê de razand û deynek bankê stand û ketim ezmûnê. Min nexwest projeyek biçûk biafirînim lê ez fikirîm ku destpêk bi afirandina pargîdaniyek bazirganî ya serbixwe mezin be. Ez ketim nav serpêhatiyê û bi biryar bûm ku proje bi ser bikeve her çiqas ked, westandin û dem ji min bixwaze. Bi rastî, di demek kurt de, rêjeya firotanê zêde bû û navê pargîdaniyê di mezintirîn dezgehên bazirganî yên li Tûnisê de ji bo firotina amûrên elektronîkî dihat gotin.”
“Min bi hêviyek mezin xeyalên xwe pêk anîn”
Merwa da zanîn ku malbata wê projeya wê ya qada bazirganiyê red kiriye û wiha got: “Malbata min red kir ku ez projeya xwe ava bikim û têkevim cîhana karsaziyê. Piraniya malbatên Tûnisê tercîh dikin ku keçên wan têkevin karên hikûmetê yan saziyên taybet da ku dahatek mehane ya domdar bi dest bixin. Her wiha malbat tevlibûna keçan di warê bazirganiyê de red dikin, ji ber ku dibînin ew qadeke ji aliyê mêran ve hatiye desteserkirin û jin wek mêr nikarin serkeftinê bi dest bixin. Lê tevî redkirina malbata min û nebûna wan ji bo pêşkêşkirina tu piştgiriyek manewî, ez bi hêviyekê ber bi pêkanîna xewn û projeya xwe ya ku min pê bawer dikir ve çûm.”
“Pandemiya koronayê bandorê li ser karê min kir”
Merwa bi bîr xist ku di pandemiya koronaye bandorê li ser karê wê kir û dibêje: “Ez di destpêka belavbûna nexweşiyê de pir ditirsiyam, nemaze piştî ku karantîna hat danîn û piraniya çalakiyan rawestiyan. Min wê demê nizanibû ku dê çi bibe lê tiştê ku min hêvî nedikir qewimî. Di nava van du salan de guhertinek mezin li ser projeyê qewimî û dikaribûm firotineke mezin bi dest bixim. Piştî ku dewletê bi darê zorê karên girêbestan girt, ez fikirîm ku malperek ji bo pargîdaniyê ava bikim. Vê  yekê jî alîkariya min kir ku piştî zêdebûna daxwazên ji bo bidestxistina hin mal, elektronîk û kozmetîk firotinê zêde bikim. Ji bo zêdekirina daxwaziya hilberînên xwe zêde bike, min berhem bi belaşî li malan belav kir da ku berhemên xwe zêdetir bidim nasîn.”
“Di riya serkeftinê de zehmetî hene” 
Merwa Şurît wiha behsa serkeftina xwe dike û dibêje: “Di her riya pêşketin û serkeftinê de zehmetî hene. Ez di derbaskirina astengî û zehmetiyan de bi ser ketim, wek veguhestina min a berdewam di navbera herêman de ji bo peydakirina hin kelûpelan û adaptekirina bi bazara kar re di warê bazirganî de ku bi piranî ji aliyê mêran ve tê desteserkirin. Ji bo keça çolê serkeftin ne hêsan bû, ez li beramberî hemû zoriyan jî ji karê xwe hez dikim û bawer dikim ku ez di riya rast de me. Mêr di vî warî de hewl didin tenê piştgirî bidin hev û dibînin ku jin tenê di karên rêveberî yan di warê perwedeyê de bi ser bikevin, ev fikir jî fikreke baviksalarî ye. Jinên Tûnisî di van salên dawî de serkeftin û jêhatiya xwe li her cihê ku lê bin, bi amar û hejmarên fermî ku îsbat dikin mezintirîn pargîdaniyên serkeftî yên ku qezencên mezin digrin ji hêla jinan ve tên birêvebirin îsbat kirine.” 
“Mifteya serkeftinê îradeya xurt e”
Merwa Şurît wiha behsa astengiyên ku kişandine kir û got: “Ji hemû metirsiyan û rûbirûbûna astengiyên ku li pêşiya min in netirsiyam. Divê jin bixebitin û kesayeta xwe bi pêş bixin. Divê baweriya wan bi xeyalên wan hebe û çiqas zehmet be jî xwe bigihîjînin armancên xwe. Ji ber ku her dem hêvî heye û mifteya yekem a serkeftinê bêhnfirehî, dilpakî û îradeya xurt e.”