Jin berhemên projeyên aboriyê kom dikin

Aboriya jin li Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê di hemû aliyan de projeyên xwe berfireh dike. Têkildarî pêşxistinên di qada aborî de, Endama Komîteya Aboriya jin a Kongreya Star Xaliya Necar da zanîn ku aboriya jin di hemû qadên jiyanî de gavên pir serkeftî avêtine, her wiha gelek projeyên ku sûdê li civakê bike hatine pêşxistin.

Aboriya jin li Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê di hemû aliyan de projeyên xwe berfireh dike.  Têkildarî pêşxistinên di qada aborî de, Endama Komîteya Aboriya jin a Kongreya Star Xaliya Necar da zanîn ku aboriya jin di hemû qadên jiyanî de gavên pir serkeftî avêtine, her wiha gelek projeyên ku sûdê li civakê bike hatine pêşxistin.
ROJDA SEYIDXAN
Qamişlo – Ji despêka avakirina qada aboriya jin li Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê û heta niha bi sedan koperatîf û projeyên  girêdayî  keda jinan hatine avakirin. Bi şoreşa Rojava- Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê re, jin xwedî roleke girîng bûn û gelek projeyên weke pîşesazî, bazirganî, çandinî û xwedîkirina sewalan bi rêve birin. Her wiha koperatîfên cuda di nava gund û bajaran çêkirine. Endama Komîteya Aboriya Jin a Kongreya Star li Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê Xaliya Necar der barê pêşxistinên projeyên aborî yên  jinan ji mere axivî.
Berfirehkirina projeyên aborî
Xaliya behsa projeyên aborî yên heyî  kir, asta pêşketina wan anî ziman û wiha parve kir: “Ji despêka sala 2014’an û heta niha gelek projeyên me yên aboriya jin hatine çêkirin, gelek gav di qada aborî de hatin avêtin, bi taybet di aliyê çandiniyê de û projeyên girêdayî sewaldariyê.  Her wiha di aliyê pîşesazî û bazirganiyê de jî gavên pir baş hatin avêtin. Di aliyê pîşesazî û bazirganiyê de, dirûnxaneya Lavîn û firoşgehên cilên Lavîn li Qamişlo, Dirbêsiyê û Girkêlegê hatin vekirin. Li aliyê din jî cihê taybet ê mobîlya Star li Qamişlo hate vekirin. Di pilanên me de heye em beşên cuda yên mobîlya li bajarên din vekin, ji ber sûdên wê pir baş e û gaveke serkeftî ye. Her wiha firoşgehên me yên konsirwa jî li Hesekê û Dirbêsiyê hatiye vekirin, jin bi destê xwe xwarinên xwezayî çêdikin bê bikaranîna madeyên kîmyawî û di firoşgehan de difroşin.  Hin projeyên me yên din hene hîn di nîqaşan deye, di demeke nêz de em dikarin agahiyên berfih der barê wê de bidin.” 
Xaliya bal kişand li ser projeyên çandiniyê û wiha domand: “Di aliyê çandiniyê de, gelek cureyên şînkahiyê û darên fêkiyan hatine çandin.  Projeyên me yên çandinyê bi navê Demsal Jiyan û Nûjiyan heye. Gelek projeyên me yên çandiniyê hene û berhemên wan jî li bazar û firoşgehên jinan têne firotin. Ji bo ku keda me nekeve destê bazirganan de, em bi xwe berhemên xwe diçînin û difroşin. Zebze û fêkiyên me ji ax û keda me ne. Li gor pêvajoya niha em têre derbas dibin, em dixwazin bibin bersiv ji hemû pirsgirêkên jiyanî re û civaka xwe bê sûd nehêlin.  Çandiniya bi ked berhemên wê bi sûd in, pêwîst e li gor vê yekê hemû jin xwe amade bikin û aboriyeke hevbeş û komînal pêş bixin.” 
Xaliya hin projeyên ku di dema pêş de werin pêşxistin anî ziman û wiha bi dawî kir: “Projeyên me yên pêşerojê pir in, em dixwazin di dema pêş de kargeha paste û şîpis bidin vekirin. Li gor daxwazên civakê em tevdigerin, projeyên me gelek derfetên kar ji mirovên civakê re vekirine.  Her wiha li gor pêşinyara jinan em ê koperatîfên tenûran û çêkirina nan pêş bixin.  Niha di vê demê de jî em giraniyê didin projeyên xwedîkirina mirîşkan ku em çend jinan komî hevdu bikin û alîkariyê bidin wan da ku hêk û goştê mirîşkên xwezayî bifroşin. Li aliyê din em di riya semîner  û civînan de piranî girîngiyê didin zanekirina civakê ku aborî ne tenê sûd wergirtine, aborî jiyaneke komînal û hevbeş e.”