Jin dixwazin berhemên xwemalî hinardeyî derveyî herêmê bikin
Jinên xwedî kar ên ji Başûrê Kurdistanê ku bi berhemên xwe yên dest û xwemalî beşdarî mihrîcana Peyîzê bûne daxwaz kirin ku berhemên xwemalî hinardeyî derveyî herêma Kurdistanê bikin.

ŞIYA KOYE
Teqteq – Jinên ji Başûrê Kurdistanê hewl didin bi keda destên xwe hem çanda xwe bidomînin, hem jî debara malbatên xwe bikin. Jinan dixwazin bi bermehên xwe beşdarî mihrîcanên ku tên lidarxistin bibin û bidin nasîn. Her sal li herêmên cuda yên başûrê Kurdistanê mihrîcana Peyîzê tê lidarxistin. Îsal li parka Gula Mehnaz a bajarokê Teqteq, mihrîcana Peyîzê ji aliyê koma Şahane ve hat lidarxistin û sê rojan domiya. Jinên ji Hewreman, Silêmanî, Hewlêr, Koye û Teqteqê hatin berhemên xwe dan nasandin. Li gel van hemûyan jî mijarên rewşenbîrî jî nehat jibîrkirin û yên ku ji xwendinê hez dikin di mihrîcanên wiha de dikarin xwe bigihîjînin pirtûkên ku dixwazin.
Behre Şûkir a ji bajarê Hewlêrê beşdarî mihrîcanê bûye wiha dibêje: “Ez bi malbata xwe re hatim, ji dûr ve min dît ku pirtûk danîne, gelek girîng e di mihrîcanên wiha de girîngî bidin aliyê rewşenbîrî. Ji ber bala xwendevanan dikşîne. Ji ber wê hebûna pirtûkan di mihrîcanên wiha de gelek baş e. Xwendin gelek girîng e, min îro du pirtûkên romanê kirî û her dem pirtûkan dixwînim.”
‘Hemû kel û pelan min bi destên xwe çêkirin’
Jina ciwan Dinya Elî ya destrengîn ji Hewremanê ji bo nasandina berhemên xwe hatiye beşdarî mihrîcanê bûye. Bêhna qurnefîl û hinarên li ser dezgeha wê mirovan bi aram dike û wiha dibêje: “Ez bi koma Şahane re beşdar bûm û hemû kel û pel min bi destên xwe çêkirine. Mînak min qolyeyên ji hinar û qurnefîl û bazinê kezwanan çêkirine. Girîng e ku ev berhem bimînin û winda nebin. Herî zêde daxwaz li ser xwarinên Kurdewarî û berhemên xwemalî ne. Li gel wê jî van aksesuaran bi xwe çêdikim.”
‘Daxwazim berhemên xwemalî hinardeyî derve bikim’
Şilêr Mihemed ku cara yekem e beşdarî mihrîcanê dibe û ji Hewremanê hatiye, spasiya koma Şahane dike ji bo mihrîcanê li dar xistiye û wiha dibêje: “Ez bi berhemên xwemalî yên weke sîrkeya sêvan û hinaran benîştê benan ê tehl û reçela hinar û hêjêr û dimsa tûyan beşdar bûme. Hemû gelek bi tendurist in û ji bo gelek nexweşiyan tên bikaranîn. Ev çend sal in ez van tiştan çêdikim, ên nexweşiya şekir bi wan re hebû bi sirkeya min a sêvan baş bûn. An beniştê bena yê tehl ji bo nexweşiya xede û hinav gelek baş e. Ji ber wê ez dixwazim berhemên xwemalî hinardeyî derveyî herêmê bikim, ji ber berhemên me gelek bi sûd û kalîte ne.”