Iman Zehawarî Hoymel: Bernameya "Pêşeng" ji bo jinan dê derfetên kar peyda bike

Li Tûnisê bernameya "Pêşeng" a ku ji aliyê wezaretê ve hatiye avakirin, ji bo jinan derfetên kar peyda dike û li ser bihêzkirina aborî û karsaziya jinan dixebite.

Tûnis- Wezîra Jin, Malbat û Zarokan a Tûnisê Iman El Zehwanî Hoymel piştrast kir ku wezaret bi bernameya xwe ya "Pêşeng" ji bo jinan bi hezaran derfetên kar peyda dike û li ser bihêzkirina aborî û karsaziya jinan dixebite. Bernameya ku di dawiya vê salê de were destpêkirin, ji bo li parêzgehên cuda yên Tûnisê nêzî 8,400 kes ku di nav de 5,800 jinan heye kar were peydakirin.
Wezîra Jin, Malbat û Zarokan Iman Zehwanî Hoymel duh 29’ê Îlonê roja Çarşemê, diyar kir ku wezaret di çarçoveya bernameyên bi mebesta bihêzkirina aboriyê û karsaziya jinan de dixebite. Di nav bernameya "Pêşeng"de ku di qonaxa xwe ya yekem de ye, di navbera 2016-2020’an de berdewam kir. Jixwe zêdetirî 4,000 proje hatin çêkirin û nêzî 6,000 derfetên kar ji jinan re hatin peydakirin.
Bername dê di destpêka 2022’an de dest bi qonaxa xwe ya duyemîn bike
Wezîra jin diyar kir ku di bernameyê de gelek kêmasî hebûn, a herî girîng ev bû ku proje hemû biçûk bûn û tenê komên kesên ku bêehliyet jê sûd girtin. Ji ber vê yekê, bernameya "Pêşeng" ji bo hejmarek zêde jinan bigire nav xwe hat destpêkirin ku bi budceyek 50 milyon dînar ku heya 5 salan berdewam dike. Bername Dê di destpêka 2022’an de qonaxa xwe ya duyemîn dest pê bike.
Rêjeyê di deh salên çûyî de ji sedî 26 derbas nekiriye
Iman Zehwanî Hoymel bal kişand ku wezaret hewl dide rêjeya aktîvîteyê di nav jinan de bilind bike û destnîşan kir ku ev rêje di deh salên çûyî de ji sedî 26 derbas nekiriye û ji bo deynên xwe 300,000 dînar peyda bike bi hevkarên xwe yên navneteweyî re dixebite. Bernameya Pêşeng armanc dike ku polîtîkayeke giştî ji bo bihêzkirina aborî û karsaziya jinên Tûnisî bide destpêkirin ku xebat li ser afirandina projeyên ji bo jinan, hevkarî û perwerdekirina wan û vekirina bazarên danasînê were kirin.
Wezareta Jin, Malbat û Zarokan di çarçoveya pîrozkirina Roja Jinan a Neteweyî de ku her sal 13’ê Tebaxa tê pîrozkirin, bi partiyên din re peyman îmze kiribû. Di navbera salên 2021-2025’an de, peymanên hevkariyê girêdayî çêkirina xeta fînansê ya taybetî ji bo sûdwergirtina jinan a di çarçoveya bernameya "Pêşeng" a neteweyî ya ji bo karsaziya jinan û veberhênana hişmendiya zayendî hat kirin.
Dê ji 8,400 kesan re kar were peydakirin
Bernameya ku di dawiya vê salê de de were destpêkirin, ji bo li parêzgehên cüda yên Tûnisê nêzî 8,400 kes ku di nav de ye 5,800 jinan heye kar were peydakirin.