Gelê Efgan: Em bikaribin xwarinek bibînin ew roj bo me cejn e

Ji ber bandora şerên herêmî, bi taybetî pevçûna li Îranê û krîzên navxweyî yên berdewam, aboriya Efganistanê yekcar têk çû. Gel dibêje “Em bikaribin xwarinek bibînin ew roj bo me cejn e.”

BAHARAN LAHÎB

Efganistan – Şerên li Rojhilata Navîn, bi taybetî pevçûna li Îranê, bandorên aborî yên girîng li ser Efganistanê kirine. Wekî din, ev bi salan e li Efganistanê, bi taybetî li bajarên mezin, buhayên xwarinê bi nêzîkbûna Remezanê re bi awayekî berbiçav zêde dibin. Lê belê, piştî ku meh bi dawî dibe buha venagerin asta xwe ya berê, ev jî barekî zêde li ser nifûsê datîne.

Li welatê cotkariyê tenê bi şer û tundiyê re mijûl in

Li gorî raporek Neteweyên Yekbûyî, şerên li Rojhilata Navîn, bi taybetî pêşketinên li Îranê, krîza aborî ya li Efganistanê kûrtir kiriye. Ev, bûye sedema zêdebûna buhayên xwarin, petrol û gazê. Komîserê Bilind ê Penaberan ê Neteweyên Yekbûyî (UNHCR), di raporek din de diyar kir ku heta sala 2025’an 1.19 milyon Efganî tenê ji Îranê dê werin dersînorkirin. Ev yek zextek girîng li ser bazara kar û çavkaniyên aborî kiriye. Tevî ku ew welatekî çandiniyê ye jî, hikûmetên ku di zêdetirî 40 salên şer de li ser desthilatdariyê ne, ji pêşxistin û piştgiriya cotkaran bêtir bi şer û tundiyê re mijûl bûne. Ji bo baştirkirina çandiniyê tu gavên cidî nehatine avêtin. Di du dehsalên dawî de, tenê qada ku hikûmet li ser sekiniye ne çandiniya qanûnî û domdar e, çandin û hilberîna narkotîkan e jî. Gelê Efgan demek dirêj e ku ji hêla aborî ve bi xwedîkirina ajalan û çandiniyê ve girêdayî ye. Hejmareke sînorkirî ya kargehan hewcedariyên hilberîna navxweyî pêk dianîn û mirov di wan de dixebitîn.

Di 20 salên dawî de di warên çandinî û ajalan de tu tiştek cidî nekirine

Lê belê, ev kargeh hatin talankirin û avahiyên wan bûn kavil, nemaze di dema şerên navxweyî de. Piştî çandinî û xwedîkirina ajalan, beşek mezin ji nifûsê di ofîsên hikûmetê, saziyên taybet û NGO’yan de dixebitîn. Lê belê, bi vegera Talîbanê bo desthilatdariyê re, jinan karên xwe winda kirin û mêran zext dan ser wan ku îstifa bikin an jî bi hincetên cûrbecûr werin derxistin. Vê rewşê bêkarî zêde kir û dahatên malbatê bi girîngî kêm kir. Di 20 salên dawî de, di warên çandinî û ajalan de tu binesaziyek cidî an jî karekî bingehîn nehatiye kirin. Piraniya hewldanan ji hêla cotkar û ajalan ve bi înîsiyatîfa kesane û carinan jî bi hevkariya hin saziyan hatine kirin. Tevî dijwariyên wekî guherîna avhewayê, hişkesaliyê û lehiyê, ew karîne erdên xwe yên çandiniyê vejînin.

Talîban dixwaze asta xizaniyê veşêre

Dema ku li rewşa heyî tê nihêrtin, gelê Efganistanê carna berhemên çandiniyê jî bi berhemên welatên cîran ve girêdayî ye. Ev ji ber ku qet rêveberiyek birêkûpêk û plankirî ji hêla dewletan ve tunebû, hat vê astê. Ger hûn van rojan biçin bajaran, xizanî û bêhêvîtî li ser rûyê mirovan bi zelalî xuya dibe. Gelek kes nikarin pêdiviyên bingehîn jî bikirin. Jin û mêr li kêleka rêyan kelûpelan difroşin, hetta lava dikin. Ji aliyê din ve, Talîban hin ji van kesan digre û davêje zindanê da ku wêneyek azadbûna ji xizaniyê bide.

‘Ger em bikaribin xwarinek bibînin, ew roj ji bo me cejn e

Dema ku meha Remezanê diqede, li piraniya welatên Îslamî cejn tê pîrozkirin. Ev cejn li welatên Îslamî salê du caran tê û her du jî li Efganistanê betlaneyên fermî ne. Cejna duyemîn (Cejna Qurbanê, ku du meh û deh roj piştî Remezanê tê pîrozkirin) roja ku Misilman heywanan serjê dikin e. Ev roj li Efganistanê wekî yek ji pîrozbahiyên herî bi qîmet tê hesibandin. Mirov bi gelemperî amadekariyên taybet dikin; ji guhertina kelûpelên malê bigre heya kirîna kaxên ji bo mêvanan û amadekirina cilên nû. Lê belê, rewş ji bo mirovên ku di nav xizaniyê de dijîn pir cûda ye. Bi gotinên wan: “Ger em bikaribin xwarinek bibînin, ew roj ji bo me cejn e.”

Nebûna hilberîna navxweyî ya têr û kontrola bazarê ya qels

Wekî din, zêdebûna buhayên xwarinê li Efganistanê ne tenê bi faktorên navxweyî ve sînordar e. Girêdana zêde ya welêt a bi dervefiroşiyê re jî di vê krîzê de rolek girîng dilîze. Her bêaramî li welatên cîran an zêdebûna rêjeyên danûstandinê bi lez buhayên li bazara navxweyî ya Efganistanê bilind dike. Nebûna hilberîna navxweyî ya têr û kontrola bazarê ya qels, nifûsê bêtir xeternak dike. Ji aliyekî din ve, nebûna rêziknameya bazarê ya bi bandor û polîtîkayên piştgiriyê, ji bo komên dezavantajî, bingehek berhemdar ji bo îstismara ji hêla hin bazirganan ve çêkiriye. Dema ku daxwaz di demên mîna Remezanê û Cejnê de bêyî kontrola buhayê zêde dibe, kelûpel bi buhayên pir zêde têne firotin, ev zexta aborî li ser welatiyên asayî zêde dike. Rewşa aborî ya Efganistanê encama salên şer, bêaramiya siyasî, têkçûnên rêveberiyê û girêdayîbûna bi hinardeyê re ye. Di rewşeke wiha de, heta pîrozbahiyên olî ku divê bibin çavkaniya şahî û hevgirtinê jî, dibin çavkaniya zexta aborî. Di bin van şert û mercan de, bêyî ku aramiya siyasî pêk were, hilberîna navxweyî xurt bibe û polîtîkayên piştgiriya civakî yên bi bandor werin bicîhanîn, rewş baş nabe.