Bi çêkirina her mûmekê xewnên xwe mezin dike
Şêrîn Semîr Şêxo bi destên xwe yên afirîner û bi îradeyeke xurt, di nav mala xwe de mûmên curbicur çêdike û her mûmek ji bo wê gavek nû ye ku wê ber bi serkeftin û serxwebûna aborî ve dibe.
RONÎDA HACÎ
Hesekê – Di nav berpirsyariyên malbatê û xwedîkirina 5 zarokên xwe de, Şêrîn Semîr Şêxoya 31 salî di mala xwe de dest bi karê xwe yê çêkirina mûman a bi şêwaz û rengên cihêreng kir. Wê diyar kir ku armanca wê veguherandina dikana xwe ya biçûk ji bo dikanek mezin e. Şêrîn ragihand ku xwestiye bi vî awayî di aboriya malbata xwe û civakê de roleke çalak bilîze.
Ji tora civakî heta destpêkirina dikanê
Şêrîn Semîr Şêxo ji Taxa Miftî ya bajarê Hesekê ya Rojavayê Kurdistanê ye, di sala 2025’an de dest bi vê pîşeyê kiriye. Tevî ku berê tu ezmûna wê di çêkirina mûman de tunebû, piştî ku li ser torên dijîtal vê hunerê dît, hezkir ku fêr bibe û bi destê xwe dest bi kar bike. Şêrîn got ji ber ku ew xwedî mal e, dixwest karekî wê hebe ku di mala xwe de pêk bîne û di heman demê de piştgirî bide aboriya malbata xwe. Şêrîn Şêxo dixwaze jinek di nava civakê de serketî û xwedî rol be. Her çend dikana wê her roj pêş dikeve jî, Şêrîn diyar kir ku peydakirin û amadekirina madeyên xam yên mûman, yek ji astengên sereke ne. Ji ber nebûna wan a li herêmê, ew pir caran mecbûr dimîne ku materyalan ji Başûrê Kurdistanê û Şamê bikire.
Li gorî Şêrîn Şêxo, piraniya daxwazan ji bo mûmên merasîmên hineyê ye, pîrozbahiyên serkeftinê û bûyerên taybet in û wiha anî ziman: “Mûmên bi rengên kesk, sor û zer çêkir. Ji ber ku ev reng nîşana ala gelê Kurd e û çêkirina wê û bedewiya wê bi eşqekî mezin çêdikim û her di mala xwe de jî dihêlim.”
Sembola çandî û hunerê destan
Di çanda Kurdî de mûm tenê ji bo ronîkirina tarîtiyê nîne. Ew di civak, şevbiherk û merasîmên pîroz de sembola hêvî û berdewama jiyanê ye. Gava ku Şêrîn van mûman bi rengên neteweyî (kesk, sor û zer) dinexşîne, ew ne tenê tiştekî bazirganî diafrîne, di heman demê de huner û nasnameya çandî di qada taybet a malê de zindî dihêle û vediguhêze nav civakê.
Pîşeyek ku hewcedariya sebir û hûrguliyê dike
Şêrîn diyar kir ku çêkirina mûman ne karekî hêsan e, ji ber ku pêdivî bi sebir, hûrgulî û baldarî heye û axaftina xwe wiha domand: “Di çêkirina mûman de germahiya guncan, rêjeya bêhnxweş û çawaniya tevlihevkirina materyalan hemû di kalîteya mûmê de roleke girîng dilîzin. Di berhemên xwe de tenê materyalên xwezayî bi kar tînim, da ku ne zirarê bidim tenduristiya xwe û ne jî ya kesên ku wan bi kar bînin.”
Piştgiriya malbatê û xeyala pêşerojê
Şêrîn bilêv kir ku piştgiriya malbata wê, bi taybetî hevjînê wê, heval û cîranên wê, sedemek mezin û girîng e ku dikana xwe bidomîne, bipêş bixe û wiha dawî li gotinên xwe anî: “Dixwazim projeya xwe ya malê ber bi projeyeke mezin ve bibim û ez dixwazim her jinek karê xwe bi îrade bike heya bighêje armancê xwe. Ji bo jinan tiştek zehmet tuneye. Ger îrade, evîn û dilsoziya kar hebe wê bighêje armancê xwe û serkeftî be. Her jinek divê baweriya xwe bi şiyana xwe bîne û her dem da ku bigihêje serkeftinê bi armanca xwe ve girêdayî be.”
Rola jinê û hêzdarkirina aborî
Çîroka Şêrînê xwedî nirxekî civakî yê kûr e. Li herêmeke ku şert û mercên aborî giran in, destpêkirina projeyeke biçûk ji nava malê nîşan dide ku hêzdarkirina jinê û serxwebûna aborî ji gavên biçûk dest pê dike. Ev hewldan hem xwebaweriyê dide jinê, hem dibe piştgirî ji bo aboriya malbatê û hem jî ji bo jinên din ên di civakê de dibe modeleke îlhamsaz.