Bazara hunerê ya Bamyanê: Sembola berxwedana 18 salan a jinên Efganistanê ye
Li Bamyanê jinên peyaner, tevî zextên Talîbanê, firoşgehên xwe ava kirine û hem di jiyana aborî, hem jî civakî de rola aktîf dilîzin. Bazara hunerê ya 18 salî, weke mînaka şênber a îsrar û berxwedana jinan derdikeve pêş.
BAHARAN LEHÎB
Bamyan- Li bajarê Bamyanê hebûna jinên peyaner, di pergala aborî û civakî ya bajar de şopên diyar dihêle. Jinên li herêmê dijîn, bi saya îsrar û têkoşîna xwe bala saziyên biyanî dikşînin û bi têkoşîna xwe dikaribûn firoşgehên xwe yên biçûk vekin. Gelek dikanên cihên dirûtinê, nexş û tevnên xelîçeyan, heta atolyeyên wêne û hunera xetê hene. Gelek peyaner, bi sermayeya sînordar, xwe perwerde dikin û dikevin jiyana kar.
Tevî lêpirsîn û zextên Talîbanê, jinên Bamyanê di domandina xebatên jinan de bi biryar in. Mudaxeleyên li ser tarzê cilan, bacên zêde yên tê pêkanîn her çendî li pêşiya wan bibe asteng jî jinan aboriya xwe ya serbixwe bi dest xistine û di civakê de roleke bi bandor dilîzin.
Bazara hunerê ku beriya 18 salan bi pêşengiya jinên peyaner hat avakirin, li Bamyanê weke mînakek şênber a berxwedan û ezma jinan derdikeve pêş. Bazar bi keda destên jinan û bi taybetî mîrasa çanda gelê Hazara diteyîsîne, hemû firoşkar jin in û berhem ên jinan in. Serdanvan dema gav davêjin bazarê, cesaret û biryardariya jinan hîs dikin.
Tevî zextan îradeya hebûnê
Peyanera ciwan a 18 salî Zahra Mihemedî ku kesên tên firoşgeha wê bi rûyek b iken û bi kêfxweşî pêşwazî dike, diyar dike ku gelek kes difikirin ku bazar ji aliyê jinên NY’ê ve hatiye avakirin. Bazara berhemên hunerî, jinên Efganistanê, tevî civaka mêrsalar û zextên Talîban îrade û cesareta jiyana civakî û aborî ava kirine.
Rastiya NY’ê
Li bazara hunerê, li pişt her firoşgehek, nivîsa ‘jinên NY’ balê dikşîne. Zahra Mihemedî der barê vê rewşê de wiha got: “Ew tenê pergala kehrebeyê ya firoşgehan çêdikin û li bermaberî wê jî nivîsîna navê xwe li pişt deriyan weke şert danîne. Yekîneya Jinên NY, tenê çend jinan destek dike, ew jin jî her dem destekê didin wan û berhemên xwe di pêşangehan de pêşan didin lê mixabin tiştek ku pêşkêş bikin nîn e. Bila em ji bîr nekin ku jinên Efganistanê tevî her tiştî rabûne ser lingan û têkoşiyane. Rastî zoriyan hatibin jî di dawiyê de tişta ku dixwestin bi dest xistin.”
Destekên ku tên şandin nagihîjin jinan
Zahra Mihemedî têkildarî pirsa; ‘çima alîkarî bi hemû jinan re nayê kirin’ wiha got: “Mixabin ji bo destekê bigrin divê li her cihê bên nasîn. Di rewşa heyî de, li ser navê jinên Efganistanê ji saziyên derveyî welat destek tên pereyek zêde digrin, temamiya vî pereyî, weke beriya 20 salan tê îsrafkirin û kêm didin jinên pêwistiya wan pê heye.”
Jinan bazarên bi navê xwe vekirin
Zahra Mihemedî, bingeha avakirina bazarê wiha got: “Beriya 18 salan dayîka min û hinek jinên din, li riyeke ax y Bamyanê dest bi firotina berhemên destên xwe û yên jinên din pêşan dan û firotin. Piştî hewldanên zêde, cihê vê bazarê bi dest xistin. Ji aliyê malbat û gelên xwecihî ve hat destekkirin û xebatên xwe heta roja îro domandin. Jinên Efgan ku li Bamyanê bazara bi navê xwe vekirin ew bûn.”