Xalîçeya Adawî ji nifşekî ji bo nifşekî din tê veguhestin

Samiye Muhammed Alî ku bi çêkirina xalîçeya Adawî ya ku hunereke kevneşopî ya Misra Jorîn e jinan teşwîq dike, diyar kir ku her çiqas ev pîşe dahatiyek peyda dike ku alîkariya malbatan dike ku hewcedariyên xwe yên rojane bicîh bînin.

ÎMAN SEMÎR ELÎ

Misir – Yek ji gundên nêzîkî Manfalutê ya li Asyuta Misrê, bi çêkirina "xalîçeyên Adawî" yên destçêkirî hîn jî malan geş dike. Jin vê pîşeyê ji nifşekî bo nifşekî din diguhêzin. Jin, hem wekî debara jiyanê û hem jî wekî mîrateyek gelêrî ku nasnameya cihê nîşan dide diparêzin. Di nav jinên ku vê pîşeyê diparêzin de, Samiye Muhammed Elî derdikeve pêş. Samiye ev pîşe ji dayîk û dapîra xwe mîras girtiye û paşê fêrî çar keçên xwe kiriye. Ew zêdetirî 20 salan e ku xalîçeyan çêdike.

Xalîçeya Adawî hunerek kevneşopî ye

Çêkirina xalîçeya Adawî, hunerek kevneşopî ye ku jin wekî çavkaniya debara xwe pê ve girêdayî ne. Tevî ku hewcedariya wan bi hewldanek laşî ya girîng heye jî, jin bi xebata di pêçandin û hunandinê de jêhatiyên xwe yên mîrasî diparêzin, bi vî rengî piştgiriya berdewamiya vê hunera gelêrî dikin. 

Samiye Muhammed Elî da zanîn ku hilberîna xalîçeyên Adawî di çend qonaxan re derbas dibe û ev qonax wiha vegotin: “Pêvajo bi hirî ya pez a ku di kargehan de tê amadekirin dest pê dike û dû re bi teşeyê têlên rengîn û teşeyên cûda, dighîje karkeran. Kar ji hêla kesekî ve nayê kirin, lê belê erk di navbera kesên ku têl dirûtin, têl dipêçin û li ser tevnên destan diçînin de têne parvekirin.”

Jin tenê heqê hilberînê distînin

Samiye diyar kir ku jinên li gund dixebitin xalîçeyan rasterast nafioşin; ew madeyên xav ji bazirganek digrin û bazirgan piştî ku xalîçe qediya kirrûbirrê dike. Samiye ragihand ku jin tenê heqê hilberînê distînin û ev agahî dan: “Gundê Benî Adî bi salan e bi vê pîşeyê tê nasîn. Piraniya jinên gund bi vê pîşeyê dixebitin û bi pratîka domdar şêwazên cûrbecûr tên fêrkirin. Dubarekirina pir caran, dihêle ku şêwaz bi hêsanî wekî nivîsandinê werin jiberkirin.”

Keda ku ji hêla jinan ve tê raberkirin

Her çiqas ev pîşe dahatiyek peyda dike ku alîkariya malbatan dike ku hewcedariyên xwe yên rojane bicîh bînin jî, ew hewceyê westandina laşî ya berbiçav e. Bi taybetî, rûniştina li ber dezgeha destan ji bo demek dirêj, dibe sedema êşa ling û piştê. Ji ber vê yekê, jin hewce ne ku car caran bêhna xwe vedin û bigerin. Samiye derbarê dema temamkirina pereçeyek xalîçeyê de anî ziman ku li gorî şert û mercên rojane û berpirsyariyan, herî kêm di navbera 9-11 rojan de dema xwe didin van xalîçeyan. Samiye da zanîn ku hin jin beşdarî fuarên destan û çalakiyên ku li bajêr têne lidarxistin dibin. Wê got ku ev çalakî beşdarî pêşvebirina berhemên herêmî dibin û jinan teşwîq dikin ku xebata xwe bidomînin.

Hevgirtina civakî

Li gorî Samiye Muhammed Elî, parastina vê hunerê bi hevkariya di navbera jinan ve girêdayî ye. Di çarçoveya hevgirtina civakî ya li gund de, jin bi awayekî fedakar ezmûn û şêwazên xwe parve dikin. Wê tekez kir ku fêrbûna çêkirina xalîçeyan ne hêsan e,sebir, jêhatîbûn û berxwedanê hewce dike.

Hilberîna xalîçeyan a Adawî, yek ji girîngtirîn hunerên kevneşopî li Misra Jorîn dimîne. Ev huner di nav xwe de çîrokên jinan û têkoşînên wan ên rojane ji bo parastina debara xwe hildigre.