Aliye Mûsa debara xwe bi çandinî û sewalvaniyê dike
Aliye Mûsa malgundek nêzî bajarê Qamişlo ji xwe re ava kiriye û debara jiyana xwe bi xwedîkrina pez û sewalan dike.
ROJDA SEYIDXAN
Qamişlo - Aliye Mûsa ya 50 salî, ji herêma Selemiyê ya Sûriyêye û li bajarê Hesekê-Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê zewiciye. Aliye ji xwe re malgundiyek nêzî bajarê Qamişlo-Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ava kiriye û tê de dijî. Di malgundiya Aliye de hemû cureyên şênahiyê û darên fêkiyan tên dîtin her wiha aliyek jê jî kiriye cihê xwedîkirina heywanan. Aliye bi tenê li malgundiyê dijî dûrî qerebalixa bajêr, hemû pêwîstiyên wê ji berhemên destên wê ne û tiştekî ji derve nayne. Axa malgundiye wê dewlemend e û hemû cureyên çandiyê lê xweş derdikevin. Têkildarî mijarê Aliye Mûsa ji me re qala serpêhatî û projeya xwe kir.
Aliye destpêkê behsa serpêhatiye jiyana xwe kir û ev tişt got: “Di temenekî biçûk de malbatê bi zorê ez zewicandim, ji ber hin sedemên malbatî ev 6 sal in min û hevjînê xwe dest ji hev berdaye û niha bi tena xwe dijîm. Min xwendina xwe heya zanîngehê di beşa tenduristî de berdewam kir lê dema zarok çêbûn min dest ji xwendinê jî berda û ev xwesteka hevjînê min ji destpêkê ve bû. Wê demê şert û mercên jiyanê zehmet bûn û ez necar bûm wekî wan bijîm. Ez pir ji xwendin û nivîsandinê hez dikim, pir caran min serpêhatiyên xwe dinivîsandin û xeyalên min ji bo jiyana azad û aram kûr dibûn. Bi şoreşa Rojavayê Kurdistanê re min jinên Kurd ên xwedî vîn nas kirin, bi wan re min her dixwest ez di aliyê pirsgirêkên jinan û der barê şêwazên çareseriya wan de nîqaş bikim. Demekê min perwerdeyên fikrî didîtin û bi wê yekê vîna min a ji bo domandina jiyanê pejirî. Hemû xeyalên min ew bûn ku ez di vê jiyanê de ez azad bijîm. Ji ber ku naxwazim di bin serweriya tu kesê de bijîm. Ez dixwazim rastiyê bijîm. Ez hez dikim mirov bi fikir û jiyana xwe ve ne kilîtkirî be li hemberî kevneşopiyên civakî têbikoşin, ji bo wê pêwîst e jin bi hemû watedariya xwe azad bibin. Jiyan pir xweş e û hêsan e ger dûrî berjewendiyan be, der barê vê yekê de mirov dikare bi xweseriya xwe bijî.”
Projeya malgundî
Aliye bal kişand ser fikra projeya xwe ya malgundî û wiha domand: “Girêdana min bi xwezayê re pir e û ji xwedîkirina heywanan hez dikim. Destpêkê min bawerî û hêza xwe bi serkeftinê re kir yek û xwest ji xwe re malgundekî ava bikim. Projeya min çandin û xwedîkirina heywanan e bi rengekî ku hemû pêdiviyên min li gel min bin û ez bigihîjim asta xwe têrkirinê. Ev 2 sal in min projeya xwe ava kiriye, heya niha encamên wê erênî ne û berhemên wê jî bi sûd in. Niha darên fêkiyan mîna fistiq, mişmiş, xox, porteqal, lîmon min çandine. Her wiha hemû şênahiyên demsala havîn û zivistanê ez diçînim, li aliyê din min gelek gihayên dermanên ji bo tenduristiya mirov çandine. Dema berhemên keda xwe dibînim, qîmeta jiyanê hîs dikim. Jixwe pêwîstiyên çandiniyê jî li gel min hene ez dendikên sala borî hişk dikim û di sala nû de bi kar tînim. şênahiyên ku piranî ez dendikên wan radikim, ên mîna îsot, bacanên sor, bacanên reş, zebeş, bamiye, melûxî û hemû cureyên şênahiyan ez di malgundiya xwe de diçînim.”
Projeya xwedîkirina sewalan
Aliye bal kişand ser xwedîkirina sewal û heywanan di malgundiyê de û wiha pêde çû: “Bi qasî 5 mehan e ez sewal û heywanan di malgundiya xwe de xwedî dikim. Niha 50 serî pez, yek çêlek û 100 teyrên wekî mirîşkan xwedî dikim. Ez dixwazim berhemên wan ji xwe re bifroşim, niha ez di nav hewldanên firehkirina vê projeye de me. Hemû erzaqên mala xwe wekî nivîşk, rûn, penêr û mast çêdikim. Berê agahiyên min li ser xwedîkirina heywanan hebû û ev ne tiştekî nû ye. Pirî caran dema sewalên min ne rehet bin yan jî ducanî bin ez li ber wan rûdinim û li wan miqate me. Heya dermanên wan hemû ji gihayên xwezayê çêdikim. Jiyana min her sibeh wisa dest pê dike. Ez zû radibim û berê xwe didim nav sewalan, êm didim wan, paşê berê xwe didim nav bexçe û avdaniya wê dikim berî roj germ bibe. Paşê kar û barên xwe yên cuda dikim û pê re tiştan diafirînim. Ev malgundî ji bo min jiyan e.”
Aliye bi van gotinan dawî li axaftina xwe anî: “Jin ew dendika ax û jiyanê ye, pêwîst e ev girêdan qewîntir bibe û ji hev qut nebe. Min gelek pirtûk li ser vê yekê xwendine û gihîştime wê baweriyê ku bi çandinî û kedê mirov qîmeta xwe di jiyanê de dinase.”