Esnafa Sûrê ya 15 salan, li dijî krîza aborî li ber xwe dide

Firar Neslihan Karadenîz, anî ziman ku ji ber krîza aborî firotin kêm bûye, li gorî berê nikarin qezenc bikin û diyar kir ku li hember bihayê zêde, bi gel re bi hev re li ber xwe didin û xwest li hemberî xizaniya ku zêde bûye gav bên avêtin.

MEDÎNE MAMEDOGLU
Amed - Bi zêdebûna krîza aborî re, esnafên piçûk hatin ber girtinê. Esnafên ku firotin ber zêdebûna bihayê van sê salên paşîn pir kêm bûne, ji ber ku deriyên dikanên xwe negrin, li ber xwe didin. Firar Neslihan Karadenîz ku li Sûrê navçeya dîrokî û geştiyarî ya Amedê, dikana wê heye, di esnafiyê xwe de rojên herî xirab derbas dike. Firar, tevî zêdebûna bihayê tiştan, piraniya berheman bi bihayê wan ê berê difroşe, anî ziman ku krîzê di her warî de herî zêde bandor li jinan kiriye. Firar 16 sal in li Taxa Îskenderpaşa ya Sûrê di dikana xwe de dixebite got ku ew beriya qeyranê, bi zexta civakê re têdikoşiya. Firar diyar kir ku dema li navçeyê jin nediçûn dikanan, wê dikana xwe vekiriyê û heya niha bêyî ku guh bide gotinên “Tu jin î, vî karî çawa dikî?" hatiye wan rojan. 
"Pêşî li hemberî civakê, niha jî li hemberî krîza aborî li ber xwe dide" 
Firar got; “Bêyî li kesê guhdar bikim, min karê xwe kir. Ji ber ku dema min dest bi vî karî kir dizanibûm dê mirov biaxivin, jinan bi dîtina min dest bi xebatê kirin. Dema ku min cara destpêkê dikan vekir, li Sûrê jin neçûn dikanan. Bi min re zarok û jinan li dikanan dest bi kirînê kirin. Em bi kare xwe bi hev re hatin girêdan û me bandorê li hev kir. Min qet bala xwe neda gotinên kesên din. Min ji xwe tawîz neda. Ji bo min, hestek pir xweş e ku mirov pereyê xwe bi destên xwe qezenc bike û ne hewceyê kesek din be. Hûn ji kesê tiştek hêvî nakin û hûn li ser piyên xwe disekinin.”
"Em bi zêdebûna bihayê tiştan re nagihîjin" 
Firar destnîşan kir ku dema wê cara destpêkê dikan vekir, karekî pir baş kir û bi qasî ku têra wê bike pere bi dest xist, krîza aborî ya di 3 salên dawî de tê jiyîn, li wer wê û dikana wê ya piçûk gelekî bandor kiriye. Firar got, "Di van salên dawî de, bihayê her tiştî her hefte zêde dibe. Em nikarin bi van bihayên zêde re karê xwe bikin. Berê me zêdetir tişt dikir lê niha ji ber ku hêza me tune ye em nikarin bistînin. Her carê bihayê tiştek zêde dibe. Mînak, ji me re bihayê tiştek tê, biha zêde dibin lê ji bo ku gel mexdûr nebe, em bi rojan bi bihayê berê difroşin. Em jî wekî gel li hemberî zêdebûna bihayê tiştan li ber xwe didin. ”
"Malbat bêyî ku tiştek bikirin ji dikanê derdikevin" 
Firar destnîşan kir ku ji ber ew bazirganên piçûk in, her ku gel xizan dibe ew nikarin bifroşin û diyar kir ku her kes ji pêvajoyê bi bandor bûye. Firar Neslihan Karadenîz herî dawî wan tiştan got: “Di vê pêvajoyê de, li cihê ku ez ji bo xwe xemgîn bibim, ji bo mirovan xemgîn dibim. Kesên ku berê dihatin vir û her tiştî dikiriyan niha kesên ku tên dikanan bihayên tiştan dibinîn û dibihîsn bêyî ku tiştek bikirin diçin mala xwe. Li hemberî vê qeyranê herî zêde em li ber xwe didin. Di vê pêvajoyê de, ew nikarin bistînin, em jî nekarin bifiroşîn. Carna ji ber ku dayik nikarîn j zarokên xwe re tiştek bistînin, zarokên wan digrîn û diqîrin. Pêvajoyek ne hêsan e, mirov bi bandor dibin. Ji bo pêşî li vê krîzê were girtin û mirov zêdetir êşê nekşînin divê zêdebûna bihayan were sekinandin."