Bi xêzeromana ‘Dê azadî bi ser bikeve’ jiyana Abdullah Ocalan
Bi wesîleya rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan xêzeromana bi ku bi navê “Dê azadî bi ser bikeve” hem jiyana Abdullah Ocalan, hem jî perspektîfên wî yên ji bo meseleya Kurd bi gotinên hêsan hatine vegotin.
Navenda Nûçeyan – Îro rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e. Di van rojên ku li Tirkiyeyê pêvajoya aştiyê tê nîqaşkirin û hêviyên çareseriyê zindî dibin de, rola ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di vê pêvajoyê de dilîze dubare bi boneya roja 4’ê Nîsanê dikeve rojevê. Piştî derbasbûna salên dirêj, 4’ê Nîsanê ji ber rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, bi watetir bûye; ev roj bûye sembola lêgerîna azadî, demokratîkbûn û çareseriya siyasî. Gelên ku azadiya xwe di azadiya Abdullah Ocalan de dibînin, îsal careke din ji bo daxwaza azadiya wî ya fizîkî li her derê li hev dicivin.
Roman ji 160 rûpelan pêk tê
Xêzeromana bi navê 'Dê azadî bi ser bikeve ‘Jiyana Abdullah Ocalan pêşkêş dike. Ev romana grafîk a 160 rûpelan pêk tê, bi zimanê îngilîzî hatiye nivîsandin û ji hêla romannûsê grafîkî yê îrlandî, xelatgir Sean Michael Wîlson ve hatiye nivîsandin. Wêne ji aliyê Kurd Keko ve hatine çêkirin ku ew jî wênesazekî Kurd e û li Spanyayê dijî.
Ji bo naskirina Abdullah Ocalan û Kurdan
Xêzeroman bi vegotin û zimanê xwe yê sade derdikeve pêş û têgihîştinên li ser Abdullah Ocalan û Tevgera Azadiya Kurd pêşkêş dike. Nivîskar Sean Michael Wîlson dibêje ku xêzeroman ji bo kesên ku dixwazin Kurdan û Abdullah Ocalan nas bikin wekî destpêkek baş e û lê zêde dike ku xêzeroman dibin alîkar mijarên dijwar hêsantir werin têgihîştin û fêmkirin.
Ev pirtûk heta niha bi zimanên Kurdî, Erebî, Elmanî û Îngilîzî hatiye weşandin.