Yelda Ehmed: Talîban xwedî Îdeolojiyek otorîter û dijminê jinan e

Psîkolog û çalakvana mafên jinan a Efganî Yelda Ehmed li hember weşandina "Rêziknameya li ser Veqetandina Hevjînan" a ji aliyê Talîbanê ve, nerazîbûna xwe bi gotinên “Bi vê qanûnê re, Talîbanê careke din zîhniyeta xwe ya serdema navîn nîşan da” anî ziman.

Efganistan – Zewac ne tenê girêdanek malbatî ye; di heman demê de biryarek e ku bandorê li pêşeroj, tenduristî û rewşa civakî ya kesan ji bo gelek salên pêş de dike. Ji ber vê yekê, gelek pergalên hiqûqî li çar aliyê dinyayê dibêjin ku zewac divê li ser bingeha razîbûna hişmend û gihîştina derûnî ya her du aliyan be; lê ev şert û merc pirî caran di zarok û ciwanan de tune ne.

Li Efganîstanê rewşa zarokên keç

Li Efganistanê, pirsgirêka zewaca zarokan ne tenê bi temenê zewacê ve sînordar e; di heman demê de bi pirsgirêkên wekî terka dibistanê, girêdayîbûna aborî, derfetên jiyanê yên sînorkirî û zêdebûna lawaziya keçan a di nav malbat û civakê ve girêdayî ye. Gelek keçên ku di temenê biçûk de dizewicin, neçar in ku berpirsyariyên ku ew ne amade ne hilgirin ser milê xwe.

Di salên dawî de, li Efganistanê fikarên li ser rewşa yasayî û civakî ya keçan zêde bûne. Çalakvanên civaka sivîl û parêzvanên mafên jinan tekez dikin ku her gavek ku rewşa yasayî ya zarokan qels dike, dikare bandorên xwe li ser nifşên pêşerojê bike û çerxa bêparbûnê kûrtir bike.

Berpirsyariyên bingehîn ên pergala hiqûqî û civakî

Ji aliyekî din ve, ew kesên ku li dijî zewaca zarokan in, dibêjin ku divê qanûn armanca wan parastina kesên lawaz ên di civakê de be, ne kêmkirina parastinên heyî. Li gorî wan, mîsogerkirina mafên zarokan û peydakirina derfetên mezinbûn, perwerde û hilbijartina azad berpirsyariyên bingehîn ên her pergala hiqûqî û civakî ne.

Di demên dawî de, Talîbanê, careke din helwesta xwe ya dijminê jinan nîşanî cîhanê û gelê Efganistanê da, qanûnek nû bi navê "Rêziknameya Jihevqetandina Hevjînan" weşand. Li gorî rexnegiran, ev qanûn zewaca zarokan qanûnî dike. Li hundir û derveyî Efganistanê, jinên wijdanî careke din dengê xwe bilind kirine û vê gavê wekî sûcek li dijî jin û zarokan bi nav kirine. Di vê çarçoveyê de, psîkolog û çalakvana mafên jinan a Efganî Yelda Ehmed jî peyamek şand û vê rêziknameyê şermezar kir.

‘Îdeolojiya otorîter û dijminê jinan’

Yelda Ehmed got ku “Rejîma Talîbanê vê dawiyê qanûnek ji 31 madeyan di bin navê 'Rêziknameyên li ser Veqetandina Hevjînan' de weşand û wiha pê de çû: “Ev qanûn ji berdewamiya îdeolojiya wan a otorîter û dijminê jinan wêdetir tiştek nîne. Bi vê qanûnê re, Talîbanê careke din zîhniyeta xwe ya serdema navîn nîşan da û di nav bêaqiliyên din ên li dijî jinan de, zewaca zarokan jî bipêş xist. Vê carê, zarokên bêguneh, digel jinên bêşans ên Efganî, bûne qurbaniyên îdeolojiya bêaqil û otorîter a vê komê.”

‘Ez bawer im ku jin û mêrên Efgan dê nehêlin ku ev qanûn bê sepandin’

Yelda Ehmed bal kişand ser berxwedaniya heyî û bi van gotinan dawî li axaftina xwe anî: “Lê belê, ezmûnê nîşan daye ku her ku zilm, zordarî û niheqî zêde dibe, berxwedan jî zêde dibe. Ez bawer dikim ku jin û mêrên Efganistanê dê nehêlin ku ev qanûn were sepandin û dê pêşî li derxistina wê bigrin, nemaze dema ku zarokên bêguneh tê de hebin.”