‘Divê Tuncay Sonel were darizandin’

Parêzer Alî Çîmen belgeyên derbarê dosyaya Gulistan Doku de eşkere kir, agahiya ku qerta SIM’ê ya Gulistanê di 18’ê Çileya 2020’an de xistine telefona memurek ê polîs û hemû tiştên di hesabên Gulîstan Doku tora dijîtal de hatine jêbirin.

Navenda Nûçeyan – Di dosyaya Gulistan Doku ya xwendekara pola 2’yemîn a Beşa Pêşketina Zarokan a Zanîngeha Mûnzûrê ya li Dêrsimê a di 5’ê Çileya 2020’î de winda bû de, 6 sal in rastî nehatiye eşkerekirin. Piştî geşedana nû di dosyayê de hate jiyîn, parêzerê malbatê Alî Çîmen agahiyên nû da. Di dosyayê de li bendê bûn memurê Polîs Gokhan Erkol wek îtirafkar îfade bide, her wiha agahiya derbarê tişt hamû hatine jêbirin de jî cih girt.

Ajansa JINNEWS’ê agahiyên parêzer Alî Çîmen di parvekirina ku duh li ser hesabê medyaya dijîtal parve kirî de weşand. Parêzer wiha got: “Sibe 15’ê Nîsana 2026’an de em ê beşek ê çalakiyên kiryarên ser hemû tiştî girtî û me wek erkdarê civakê kod kirî, parve bikin.”

 ‘Hemû tişt jêbirine’

Parêzer îro derbarê lêpirsînê de agahiyên nû da. Diyar kir ku qerta SIM’ê ya ku Gulistan Doku bi kardianî, radestî erkdarê civakê yê demê hatiye kirin. Alî Çîmen da zanîn ku qerta SIM’ê piştre li Enqereyê dana çeteyên siber û ev tişt got: “Qerta SIM’ê ya Gulistanê di 18’ê Çileya 2020’an de xistine telefona memurek ê polîs û derdora seat 04:00 şevê, hemû tiştên di medaya dijîtal a Gulstina Doku de hatine jêbirin. Ew kesê ku peyam jê birine, îtirafkerek ku berê bi rêya maîlê serlêdana me kiriye. Gokhan Ertok ê niha dibin çavan deye. Ev kesê dibin çavan de têkilî bi Tuncay Sonel re heye û bi HTS û qeydên banqeyê sabît bûye. Ji ber vê derbarê Tuncat Sonel de berê jî me gilî kiribû.” 

Mudaxeleya dosyayê

Parêzer da zanîn ku Tuncay Sonel hê wek mufetîşê mulkiye erk dike û ev jî di aliyê dosyayê de bi xetere û got: “Dibe ku mudaxeleyî dosyayê bikin. Ji ber vê, divê zû ji kar were dûrxistin û em dixwazin derbarê sûcên kiriye de were binçavkirin û girtin.”

‘Divê Tuncay Sonel were darizandin’

Parêzer diyar kir ku Hacker polîs Gokhan Ertok e û di dewama axaftina xwe de wiha got: “Taybetmendiyê vî Gokhanî hacker bûne, xizmetê ji çeteyên sîberê re dike. Ji ber vê têkiliya Tuncay Sonel bi vê çeteya sîber re heye, tê dîtin ku di dosyaya Gulistan Doku de, ji bo belgeyên derbarê wan de jê bibin, bi çeteyên sîber re ketine nava têkiliyan. Di nava wan de trafîka pere jî heye. Derbarê hevdîtinên wan de qeydên HTS’ê hene. Bivî aliyî ve Tuncay Sonel çalakî pêkaniye. Em daxwaz dikin ku were darizandin.”

Parêzer bang li hemû jinan kir ku bên Edliyeya Dêrsimê û destekê bidin malabat Gulistan Doku.