Rêvebira Giştî ya Rêxistina Jinên Ereb Fadiya Kîwan rewşa jinan li welatên şer dinirxîne (1)
Rêvebera Giştî ya Rêxistina Jinên Ereb Fadiya Kîwan diyar kir ku ji bo parastina edaletê ya di civakan de xebatên bihêzkirin û parastina jinan pêwîstiyeke teqez e.
Fadiya Kîwan: Xebata bihêzkirin û parastina jinan ji bo parastina civakan pêwîstiyek e
ASMAA FATHI
Qahîre – Rêvebera Giştî ya Rêxistina Jinên Ereb Dr. Fadiya Kîwan di sala 1995’an de bi civîneke girîng a navdewletî, Konferansa Pekînê, li ser pirsgirêkên jinan dest bi xebatan kir û bi hemû hêz û îradeya xwe hewl da jinan bi hêz bike. Fadiya Kîwan yekem jina Lubnanî ye ku ji sala 2018'an heta îro di serokatiya rêxistinê de tê hilbijartin. Di zanîngeha Parîs "Sorbonne" de doktoraya zanistên siyasî girtiye. Her wiha ji zanîngeha Lubnanê bawernameya perwerdeyê di warê felsefe û psîkolojiyê de girtiye.
Fadiya Kîwan ku ajansa me pê re hevdîtin kir, di wê baweriyê de ye ku xebat ji bo bihêzkirin û parastina jinan ji bo parastina edaletê di civakan de pêwîstiyeke teqez e.
Rêxistin û saziyên hikûmetê çawa destekê didin jinên li herêmên ku şer li wan diqewime?
Deh salên derbasbûyî tijî şer û pevçûnên çekdarî bûn û bandoreke mezin li ser jinan kiriye, yên ku herî zêde ji ber şer êş kişandine jin in. Planên gelek welatan hene ku jinan ji encamên şerê çekdarî biparêzin. 11 biryarên navdewletî yên girêdayî şerê çekdarî hene û me di cîbicîkirina wan biryaran de xwe xist cihê welatên endam û em bi karê hikûmetê re dimeşin û kursên taybet li ser asta herêmê ji bo kesên ku dixwazin planên neteweyî bi pêş bixin û belavkirina siyaseta navdewletî li dar dixin. Parastina jinan di van şert û mercan de pêşî pêwîstî bi plan û îmkanên hikûmetê heye her wiha alîkariya yekser a lezgîn jî pêwîst e ku di peydakirina penageheke ewle de yan jî tiştên bingehîn ji bo jinanê pêk tê lê îmkanên me nîn in ku em van karûbarên rasterast ên mirovî û civakî peyda bikin. Yên ku xizmetên rasterast peyda dikin Heyva Sor û Komîseriya Bilind a Penaberan in ji ber ku gelek îmkanên wan hene. Der barê jinên girtî û yên ku bi mehan di girtîgehên îdarî de girtîne bêyî ku biryarek li ser wan were girtin çi diqewime, gelek pirs hene.
Rewşa jinên Lubnanî di warê aborî de di dema niha de dijwar e... We ji bo jinên Lubnanê çi kiriye?
Lubnan welatê min e, ez ji ber rewşa welat pir xemgîn dibim. Dema ku ez behsa xirabûna rewşa aborî dikim, ez nikarim bibêjim ku tenê jin ji ber rewşa aborî zehmetiyan dikşînin, ji ber ku her kesê îro li Lubnanê dijî, di rewşek xirab de ye. Lê em ji lêkolînên aborî û civakî yên ku me kirine û ji hêla saziyên din ve tên kirin dizanin ku di rewşên belengazî û xizaniyê de rêjeya jinan her dem zêdetir e. Rewşa Lubnanê metirsîdar e. Divê yekitiyek ji bo çareserkirina pirsgirêkên jiyanê hebe, ji ber ku parçebûneke siyasî ya metirsîdar heye ku rewşê li hember pirsgirêkên aborî lawaz dike. Me vê dawiyê destwerdan kir di destpêkirina projeyek navdewletî de ji bo vekirina dosyaya dadweriya civakî dema ku planek vejandina aborî were danîn, ji ber ku Lubnan li ber girtina peymanekê bi Sindoqa Diravî ya Navneteweyî re ye. 25 sal berê dema ku em ji konferansa Pekînê vegeriyan, me giştînameyek pêşkêşî serokê wê demê Rafic Herîrî kir û me daxwaz kir ku bi hemû statîstîkan ve avakirina standarda zayendî giştî bike, da ku em karibin şert û mercên jinan bizanibin. Piştî 25 salan, piştî teqîna bendera Beyrûdê, dema em ji rayedaran dipirsin çend jin bûne qurbanî, ew nizanin. Heman tişt ji bo pêşkêşkirina xizmetguzarî jî derbasdar e, heta niha tu îstatîstîkek li ser hejmara jinan tune ye. Tevî xebata me ya li ser organîzekirina kursên perwerdeyê ji bo pisporan li welatên Ereb û teqezkirina wan li ser pêwîstiya yekkirina zayenda civakî lê di karesatan de, em di wergirtina alîkariyê de entegrasyona zayendî û wekheviyê nabînin. Jin nîvê civakê ne lê ez baş dizanim im ku bexş û alîkarî ji mêran re tê dayîn û ev yek ne adil e.
Çend qeyranên kûr li kolanên Misrê hene, wek sinetkirina jinan û zewaca di temenê biçûk de... Hûn bandora rola hikûmetê di rûbirûbûna wan de çawa dibînin?
Hewldanên qanûnî û hişyariya parlamento û Senatoyê hene lê ev têrê nake, ji ber ku civaka sivîl, bi taybetî li deverên dûrî paytextê û komên nexwenda li hember prosedur û cîbicîkirina zagonan li ber xwe didin. Wek mînak, zagona qedexekirina sinetkirina jinan, ji ber ku di dema borî de zehmetî di cîbicîkirina wê de hebûn û ev adet demeke dirêj hê jî berdewam dike û ez wisa difikirim ku kêşeya niha li pêşiya hikûmetê cîbicîkirina zagonan e. Ez di wê baweriyê de me ku divê komeleyên nehukmî yên destwerdanê dikin ji bo mafên mirovan û wekheviyê di peydakirina îmkanên di navbera jin û mêran de û krîzên ku ji aliyê jinan ve tên jiyîn de divê zêdetir hevkariyê bi hikûmetê re bikin ji bo cîbicîkirina van zagonan.