'Qedexeya derketina derve' ya 20 rojnamegeran nehat rakirin

Di danişîna doza ku li Amedê 20 rojnameger dihatin darizandin de, daxwaza rakirina qedexeya derve ya li ser rojnamegeran ji aliyê dadgehê ve hat redkirin.

Navenda Nûçeyan-Danişîna doza 20 rojnamegeran ku di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Amedê de di 16’ê Hezîrana 2022’an de hatibûn binçavkirin û hinek jê demekî girtî man û piştre hatibûn tehliyekirin hat lidarxistin. Danişîna dozê ku rojnameger bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” tên darizandin, li 4’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê hat lidarxistin. Rojnameger Serdar Altan, Rohat Bulut, Mehmet Şahîn, Servet Yîgen, Kadîr Bayram, Elîf Ungor, Esmer Tunç, Bêrîvan Karatorak, Omer Çelîk û parêzerên wan Resûl Temur, Salih Tekîn, Serdar Çelebî, Rozerîn Şahîn, Emîn Ozhasar, Canan Atabay û Muhammed Tapanci di danişînê de amade bûn. Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG), Komeleya Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê (MKG), Sendîkaya Rojnamegeran a Tirkiyeyê (TGS), DÎSK BASIN-Îş, nûnerên Punto24’ê û gelek rojnamegeran jî doz şopandin. 

Di danişînê de li parastina Bêrîvan Karatorak û Servet Yîgen ku îdianameya wan bi dosyayê re kiribûn yek hat guhdarîkirin. Rojnamegeran îfadeyên xwe yên li dozgeriyê dubare kirin. 

Îtîrafkar Umît akbiyik hat guhdarkirin

Derket holê ku li ser îfadeya îtîrafkar Umît Akbiyik a “Ez Esmer Tunç nas dikim, li Produksiyona Pelê dixebite”, derheqê Tunç de jî îdianame hatiye amadekirin û bi dosyayê re kirine yekkirin. Tunç jî di parastina xwe de got ku Akbiyik nas nake û kameramana Pel Produksiyonê ye. Rojnameger Kadîr Bayram jî îfadeyên xwe dubare kir. Notirvanê şîrketê Hamît Akbal jî îdiayên di girteka polîsan de red kir û got aydê wî nînin. 

Her wiha li îtîrafkar Umît Akbiyik hate guhdarîkirin. Îtîrafkar Umît Akbiyik bi SEGBÎS’ê tev li bû û got ku Zeynel Abîdîn Bulut, Mehmet Şahîn, Omer Çelîk, Serdar Altan, Kadîr Bayram û Esmer Tunç nas dike. Umît Akbiyik îdia kir ku Pel Produksiyon li ser “fermana rêxistinê” weşana xwe dike, dema di xebatên Meclisa Ciwanan a HDP’ê de çûye produksiyonê, li wir Kadîr Bayram û Esmer Tunç dîtiye û Zeynel Abîdîn Bulut jî di bernameyên televîzyonê de nas dike. 

Rojnamegeran jî îfadeyên xwe yên berê dubare kirin û daxwaza beraeta xwe kirin. 

Daxwaza rakirina kontrola edlî hat redkirin

Parêzerê Resûl Temûr got ku îfadeya îtîrafkar îfadeyên bi sala ye ji bo çapemeniya kurd tên dayîn in û xwest esas neyên girtin. Temûr xwest ku malzemeyên hatine desteserkirin bên îadekirin, kontrola edlî bê rakirin û biryara qedexeya derketina derveyî welat a Serdar Altan û Esmer Tunç bê rakirin. Parêzerên din jî heman daxwaz kirin. 

Şandeya dadgehê biryar da ku îmzeya rojnameger Bêrîvan Karatorak were rakirin, qedexeya derketina derve ya rojnamegeran bidome û ji bo îadekirina malzemeyên hatine desteserkirin nivîsên pêwîst bên nivîsandin. Danişîn taloqî 19’ê mijdarê hate kirin.