Qanûna têkoşîna li dijî tundiya li ser jinan pêşî li zêdebûna rêjeya şîdetê negirt

Jinên Tûnisê jî wekî yên li welatên din ji tundiya aborî rizgar nebûn û di dema pandemiya covîd-19 de herî zêde bandora vê yekê li ser wan çêbûye. Piştî ku ji debara jiyana xwe bêpar man û ji ber girtina hin saziyan û piştgiriya lawaz a hikûmetê ji projeyên taybet ên jinan re pirsgirêk mezintir bû. Jin di dema krîzê de jî ji desteka dewletê bêpar man.

ZUHÛR EL-MEŞRIQÎ
Tûnis- Zagona têkoşîna li dijî tundiya li ser jinan a hejmar 58 di sala 2017’an de, di encama têkoşîna femînîst û mafên mirovan de derket. Ew ji bo rûbirûbûna tundûtûjiyê di hemû cureyên wê de gaveke bingehîn hat dîtin, di demeke de ku femînîst gazinan ji nebûna piştgiriyeke siyasî, îradeya rasteqîn û diravî dikirin de zagon hat derxistin. Xwestin li ser riya rast ji bo rakirina cihêkariya li ser jinan û cîbicîkirina wê û mekanîzmayên realîst vê yekê bibînin.
Femînîst awayên cîbicîkirina qanûnê rexne dikin, nemaze ji ber ku rêjeya tundûtûjiyê di salekê de bi qasî heft caran zêde dibe. Li gorî daneyên fermî, diyardeya tundûtûjiya hevseran ji sedî 75 e. Giliyên tundûtûjiyê yên li ser xeta kesk 1899 ji Çileya sala borî ve zêdetir bûne. Ev rêjeya herî zêde ye ku di salên borî de hatiye tomarkirin, di heman demê de lêkolîna Amrod Consulting eşkere kir ku ji sedî 90 çalakvanên siyasî yên jin rûbirûbûna xwe ya tundûtûjiyê di salên dawî de îsbat kirine.
Jinên Tûnisê jî ji tundiya aborî rizgar nebûne û di dema pandemiya covîd-19 de herî zêde bandor li wan çêbûye. Ew jî piştî ku debara jiyana xwe ji dest dane ji ber girtina hin saziyan û piştgiriya lawaz a hikûmetê ji projeyên taybet ên jinan re. Jin di dema krîzê de ji desteka dewletê bêpar man. Bi vê yekê jî eşkere bû ku piştî Tûnisê di rapora Foruma Aborî ya Cîhanî ya der barê ferqa zayendî de kêmbûnek berbiçav di rêza xwe de tomar kir, ji ber berdewamiya qalibên civakê ku wekheviya zayendî sînordar dikin.
 Çima qanûnên li dijî tundûtûjiyê bandorê li ser bûyerên bi wî rengî nekirin?
Çalakvana mafên mirovan Asrar Ben Jouira ji ajansa me re axivî û diyar kir ku zagona wekî destkeftiyek ji bo jinan tê dîtin û tê de gelek cureyên tundiyê yên wekî tundiya derûnî, tundiya aborî û siyasî û destdirêjiya zayendî hene, şoreşek ji bo parastinê jinan e. Ji ber ku divê bi hevkariya di navbera sazî û wezaretên cihêreng (jin, dad, perwerde û navxweyî) de hebe da ku tundiyê ji holê rakin û bi mekanîzmayên rast û realîst li ser pêkanîna baş bixebitin. Bi tedbîrên cihêreng ji parastin û perwerdeyê bigre heya şopandina qanûnî pêkanîna baş were misogerkirin. Bi taybetî prosedura agahdarkirina derûnî û civakî ji bo jinên mexdûrên şîdetê.
 Her wiha wê amaje bi wê yekê jî kir ku pirsgirêk di mekanîzmayên cîbicîkirinê de ye û dûrketina dewletê ji erkên xwe û nedana piştgiriyeke têr ji dema ku zagon di sala 2017’an de hatiye derxistin. Ji ber ku budçe têra xwe nehat veqetandin ku bikaribe bi awayekî rast li ser erdê bi cih bibe.
Asrar Ben Jouira ragihand ku têkçûna dewletê, li pişt rêjeyên tundûtûjiyê yên bi tirsnak, gihîştiye asta sûcdariyê û wiha domand: "Sepandina her qanûnê pêwîstî bi îrade û hişyariya siyasî li ser metirsiyên tundûtûjiyê bi cureyên wê heye. Çalakvana mafên mirovan bal kişand ser nebûna stargehan ji bo jinên mexdûrên tundûtûjiyê da ku wan ji destdirêjiyê dûr bixe û rewş negihîje asta kuştin û tawankariyê. Ji ber ku berê bûyerên bi vî rengê pir qewimîne yek ji wan jî kuştina Rehma Şaranî ya bi destên hevserê wê yê polîs e.”
Pirsgirêka stargehên ji bo jinên ku rastî şîdetê tên
Asrar Ben Jouira bal kişand ser girîngiya dabînkirina butçeyek ji bo vekirina navendên stargehê û dît ku ev yek weke karekî sereke ye ji bo zexta li ser rêjeyên bilind û çareserkirina kuştina jinan li Tûnisê ku ji bo wan ne ewle bûye. Ji ber ku rûbirûbûna wê jî pêwîstî bi perwerdekirina her kesê ku di nav de zarok jî hene heye. Ew jî bi riya mekanîzmayên cihêreng dikare pêk were ji bo ku metirsiyên jin di encama şîdetê de dijîn hîs bikin.
Asrar Ben Jouira wiha got: "Ez dibînim ku dewlet parastina jinan, sepandina qanûnê û çêkirina mekanîzmayên rasteqîn ji bo bicihanîna wê û kêmkirina rêjeyên ku jiyana jinan dixe xeterê, naxe nava xebatên xwe yên pêşîn û wiha domand: "Rast e qanûnê ji aliyekî ve edaletê ji bo jinan anî lê ji bo pêkanîna rasteqîn û pratîkê hewldaneke mezintir pêwîst e. Bi  lêkolîna her tiştê ku pêwîst dike bibe mînak ji bo em bi tundiyê re hevrû bibin.” 
Di heman demê de, çalakvana mafên mirovan Hazar Ferçîçî difikire ku karantînaya berfireh a ku Tûnisê sala borî derbas kir, rêjeya tundûtûjiya li dijî jinan di nava malbat û civakê de zêde kiriye. Ev yek jî ji ber stresa psîkolojîk û qeyrana aborî ya ku ji ber pandemiya covîd-19 pêk tê ye.
Hazar Ferçîçî got ku qanûna jimare 58 a sala 2017’an bi tena serê xwe di kêmkirina rêjeyên tundiya li ser jinan de bi ser nakeve, bi taybetî bi bandora neyînî ya medyaya civakî û xebatên sînemayî û dramatîk ên ku bi hinek awayan şîdetê rewa dikin. Bi riya wê re wergir di qanûnên xwe de her cure şîdeta fizîkî, exlaqî û heta zayendî dişopîne wekî ku ew mijarek normal e û divê were qebûlkirin.
çalakvana mafên mirovan a Tûnisê bal kişand ser dilniyabûna hin mêran di piraniya rewşan de ji ber ku jin ji bo parastina malbata xwe û ji tirsa nêrîna nebaş a civakê serî li rayedarên ewlehiyê nade. Hazar Ferçîçî bal kişand ser girîngiya avakirina mekanîzmayên pêkanîna qanûnê û da zanîn ku pirsgirêk çawaniya pêkanîn û têgihîştina qanûnê ye. 
 Nezanîna qanûnê
Hazar Ferçîçî got ku hin jinên dibin mexdûrên şîdetê, dema rastî şîdetê tên, ji ber ku nikarin agahiyên pêwîst ji sazî û dezgehan bi dest bixin, bi rêgezên qanûnê nizanin lewma serî li qereqola polîsan a li nêzî mala xwe didin ku ew jî bi gelemperî ne jêhatî ye ku wan bigre. Di gel ku tê zanîn xala 24 a zagona navborî avakirina "yekîneyên pispor ên lêkolîna tawanên tundiya li dijî jinan" destnîşan dikin jî; erka wan tenê bi pêşwazîkirin û rênîşandana jinên mexdûrên tundiyê re sînordar dimîne. Her wiha tê zanîn ku hejmara yekîneyên pispor gihîştiye 128 yekîneyên ku li seranserê welat hatine belavkirin lê ew têrê nake ji ber ku jinên li gundewar û deverên kêmderfet nikarin xwe bigihîjînin.
 Pirsgirêka qanûnê
Piştî ku mexdûr berê xwe bide navenda polîsan û navend jî ji ber kêmûna karînên Wezareta Karên Navxweyî, wek mînak kêmbûna wesayîdên yekîneyan, mexdûr neçar dibe ku bi tena xwe biçe cihê yekîneyê. Ev yek ji bo parêzvanên mafên mirovan cihê xemgîniyê ye. Ji ber ku ev dibe sedem ku mexdûr bikeve xeterê.
Parêzvana mafên mirovan rêbaza yekîne û navendên pispor rexne dike û dibêje ku ji ber dema kar tenê ji heşt demjimêran derbas nabe kêmasî çêdibin. Her wiha ji roja duşemê heta înê ye lê dawiya hefteyê bi bilindbûna êrîşan re, deriyên xwe digre. Ew bang dike ku xebata xwe her dem di nava tîmên rojane û şevê de bikin.