Proşe Qelender: Xebatên ji bo nasîna komkujiyan tenê wek gotin dimîne
Di salvegera kîmyabarana Newala Balîsan û gundê Şêx Wesnan de, birîn hê nehatiye kewandin û banga edaletê didome. Ev sûc hê di asta navneteweyî de wek sûcê ‘qirkirinê’ nehatiya nasîn.
HÊVÎ SELAH
Silêmanî – Di 16’ê Nîsana 1987’an de rejîma Baasê, li dijî newala Balîsan û gundê Şêx Wesnan bi çekên kîmyewî yên qedexekirî êrîş pêk anî. Ev êrîş êrîşa yekem a çekên kîmyewî ku rejîmê li dijî gelê Kurd pêkanî bû. Bi sedan sivîlên bê guneh hatin qetilkirin, bi sedan kes birîndar bûn û bandorên wê jehrê hê di bedenê wan de mane. Di êrîşê de gaza xerdel, sarîn, siyanûr û tabûn hatin bikaranîn û bû sedema şewitîna çerm, korbûnên demkî, sekînina nefesê. Gelê herêmê bi bêhna ku dişibe sîr û sêva xirab bûyî, ji dûmanên reş û kesk ferq kirin ku êrîşa kîmyewî ye. Lê belê bikaranîna avê şewat girantir kirin û rejîmê nehişt ku birîndar li nexweşxaneyan werin tedawîkirin. Gelek kes hatin windakirin.
Ev êrîşa destpêkê bû
Ev êrîş ne tenê operasyonek leşkerî bû, di heman demê de destpêka komkujiyên enfal û êrîşên kîmyawî yên Helebce bû. Armanc tinekirina nasnameya Kurd û bidawîkirina jiyana li Kurdistanê bû. Di vê êrîşê de herî kêm 103 kes mirin, nêzî 400 kes birîndar bûn, bi piranî jin û zarok bûn. Piştre rejîma Baasê birîndar ji nexweşxaneyan revandin û aqûbeta wan winda kir. Heta niha jî aqubeta zêdeyî 70 kesan nayê zanîn.
Êrîşên kîmyewî ne tenê mirov, jîngeh jî kir hedef. Pergala xakê, çavkaniyên avê û daristan rastî texrîbatên demdirêj hatin. Eraziyên çandiniyê tine bûn, çûkan koç kirin û pergala eko ya herêmê hilweşiya.
Medyaya dinyayê û dewletên berjewendîparêz bêdeng bûn
Di dema êrîşa li dijî newala Balîsan de, berteka medyaya navnetewî lewaz û sînordar ma. Waletên rojava yên wek DYE û Îngîltere, ji ber ku destek dida êrîşa Îranê li dijî Iraqê, bêdeng man. Seroka demê ya Îngîltere Margaret Thatcher, diyar kir ku piştrastkirina van nûçeyan zor e. Herçend hinek saziyên medyayê yên biyanî yên wek ITN dîmen weşandin jî, bûyer di wê demê de qasî pêwîst dike, nebû rojev. Rastî ancax piştî salan, bi taybet piştî êrîşa li ser Helebce de, di astek mezin de derket holê. Dadgeha Bilind a Ceza ya Iraqê di sala 2010’an de ev êrîş wek ‘perçeyek ji pêvajoya Enfalê û qirkirina dijî gelê Kurd’ nas kir û derbarê hinek rayedarên rejîma Baasê de biryara girtinê derxist. Dadgehê diyar kir ku ev sûc li gor hemû rêgezên navnetewî, qirkirin e. Yek ji berpirsên yekem yê êrîşên kîmyewî Elî Hesen el- Mecîd ku wek ‘Elî Kîmyewî’dihat nasîn, di sala 2010’an de ji ber van sûcan hate darvekirin.
Her çend ev karesat di sala 2020’an de ji aliyê Parlementoya Kurdistanê ve wek qirkirin hate naskirin jî, li ser asta navneteweyî hê di qonaxa komkirina belgeyan de ye û hewldan zêdetir di çarçoveya gotinê de dimîne.
‘Xebatên ji bo nasandina qirkirinê kêm in’
Seroka Beşa Belgeyên Sûcan a Peymangeha Teknîkî Proşe Qelender ji ajansa me re axivî û wiha got: “Divê em wek neteweya Kurd girîngî bidin doza kîmyabaran herêma Balîsan, ji bo em bizanin çima di aliyê navneteweyî de wek sûcê qirkirinê nayê nasîn. Ji ber ew herêm cara yekem bû hate kîmyabarankirin û wek hewlek ji bo nasandina qirkirinê, di sala 2008’an de wek roja Jîngeha Kurdistanê hate nasîn. Ji ber ew jîngeh ji ber êrîşên kîmyewî tine bû. Piştî gelek hewl û westanan di sala 2020’an de Parlementoya Kurdistanê ev wek qirkirin nas kir. Lê belê ev ne bes e. Pirsgirêk ew e ku ev sûc li ser asta navneteweyî nehatiye nasîn, di qonaxa lêkolîn û komkirina belgeyan de ye. Divê di aliyê zagonî de kar jê re bê kirin û di herêmê de bi rêya rêxistin, parêzer û parlmenetoyan ve kar hatiye kirin, lê li gor ku pêwîst e, tenê di gotinê de maye. Têgîna qirkirinê ji aliyê Hiqûqnas Raphael Lemkî ve di sala 1944’an de hatiye pênasekirin. Raphael Lemkî di pirtûka xwe ya bi navê “Axis Rule in Occupied Europe” têgîna qirkirinê bi Yewnanî û komên Latîn hilberand, ji bo pêneskirina ji holêrakirina koman derxist holê. Ev têgîn piştre bingehê hiqûqa Neteweyên Yekbûyî ava kir.”
‘Divê hemû belge werin pêşkêşkirin’
Proşe Qelender da zanîn ku di roja me ya îro de erkê Kurdan ew e ku, hemû belgeyan pêşkêşî dadgehên navnetewî bikin. Proşe anî ziman ku divê sûcên li Balîsan pêk hatiye, li berçav bê girtin, mafên hiqûqî û dîrokî were parastin û wiha got: “Li gorî belgeyên li berdest, tiştên li newala Balîsan hatin jiyîn dikeve çarçoveya demosîd. Têgîna Demosîd ji aliyê R.J Rummel ve wek têgînek akademîk derketiya holê. Çarçoveyek berfirehtir ya qirkirinê ku ji aliyê delwetan ve were nasîn pêşkêş dike. Ev têgîn ne tenê komên etnîk û olî, mirinên ji ber siyasî beşan pêk hatine û heta mirinên di kampên xebatê û girseyî de çêbûne digre nava xwe. Ferqa bingehîn ew e ku, qirkirin wek sûcek ku di hiqûqa navneteweyî de tê naskirin, li dijî tinekirina komek diyar e. Li hember vê demosîdê, hê zêdetir wek têgînek siyasî û dîrokî tê bikaranîn û asta rast ya dewletên ku rê li ber mirinan vekiriye derdixe holê, ji ber vê nakeve çaçroveya hiqûqa qirkirinê.”
‘Li herêma Kurdistanê cara yekem e li ser lêkolînên goristnên girseyî wane tê dayîn’
Porşe Qelender di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Sûcên ku li Balîstan hatine kirin, êdî ji pênasekirina ji rêzê derketiye. Ji bo pêşkêşkirina dadgeha navnetweyî komkirina belgeyan ji bo gelekan wê encam bi xwe re bîne. Naskirina fermî wê qerebûya madî manevî bi xwe re bîne. Hedefa herî girîng ji bo Kurdan ew e ku ev sûc êdî li cihek din ê Kurdistanê neyê jiyîn. Li herêma Kurdistanê cara yekem dest bi dayîna waneyan li ser gormên komî kiriye. Armanca van xebatan, îsbatkirina bikaranîna çekên kîmyewî ye û ji bo ku ev sûc ji aliyê Neteweyên Yekbûyî ve di çarçoveya qirkirin û demosîdê de bê bikaranîn e. Bandora çekên kîmyewî ne tenê li ser qurbaniyan, li ser pargala xakê, tenduristiya gel û jîngehê bandorên demdirêj hiştiye. Tekane rêya ku vê dozê bînin dadgehên navneteweyî, avêtina gavên zanistî ne, pêvajoyên lêkolînên hemwext bi daxwazên dadgeha navnetweyî bê meşandin.”