Navnîşana çareseriya pirsgirêkan Komîteya Silhê ya Kombûna Jinên Zenobiya ye

Komîteya Silhê ya Mektebeya Kombûna Jinên Zenobiya bi armanca parastina maf û rola jin di civakê de hewil dide pirsgirêkên ku jin pêre rûbirû dimîne çareser bike.

AMALÎ SELÛM
Dêrazor - Kombûna Jinên Zenobiya piştî li Dêrazorê navenda xwe vekir gelek komîteyên xwe avakirin û aktîv dixebitin. Di nav wan komîteyan de komîteya Silhê jî heye ku erka vê komîteya Silhê nirxandin û çareserkirina pirsgirêkên civakî ne. Li Dêrazor û gundewarê wê 15 komîteyên Silhê hene ku bi 22 endaman kar dikin û di her komîteyekê de 3 jin cihê xwe digirin.
Komîteya Silhê ji bo çareserkirina pirsgirêkên jinan hatiye avakirin
Endama komîteya Silhê a Mekteba Kombûna Jinên Zenobiya Hîba El-Ehmed diyar kir ku armanca wan ji avakirina vê komîteyê ew e çareseriya hemû pirsgirêk û dozên girêdayî jinan di hemû qadên civakê de bigirin dest. Hîba El-Ehmed destnîşan kir ku herî zêde dozên ku ji komîteya Silhê re hatine şandin li ser mijarên zewicandina keçên temen biçûk, pir jinî, înkubasyona zarokan, pirsgirêkên malbatî û pirsgirêkên tundiyê ne.
Derbarê çawaniya çareserkirina dozan de jî Hîba El-Ehmed wiha got: "Dema ku mijarek hebe, despêkê em li ser mijarê dixebitin û lêkolîn dikin, pişre em rûniştinan pêk tînin û li ser pirsgirêkên ku jin pêre rûbirû hatiye nîqaş dikin û çareseriyê peyda dikin." her wiha Hîba destnîşan kir ku pirsgirêkên girêdayî mijarên tundiya fîzîkî be ji bo ku jin mafê xwe bi dest bixe û sûcdar were cezakirin, doz radestî dadgehê û Komîteya Edaletê tê kirin.
Ji ber sedema tundiyê hevberdan zêde dibe
Endama Komîteya Silhê a Dêrazorê Îman Mihemed jî da zanîn ku sedema sereke ya hevberdanê û gelek pirsgirêkên civakî tundiye û wiha got: "Jin ji her alî ve êşê dikşîne, pirsgirêkên ku pêre rû birû dimîne ne tenê ji aliyê hevjîn ve ye lê ji aliyê malbata hevjîn û hemû civakê ve ye. Jin ji îhmalkirin, ji ber şîdeta fizîkî û şîdeta nav malbatê êş dikşîne, her wiha hirmet û maf jî winda dike. Li gel me rewşên hevberdanê bi rêjeya ji sedî 57 hene ku bi sedema lêdan, tundiya fizîkî, heqaret û pirsgirêkên nav malê dozên heberdanê tên vekirin. Piraniya wan jî zarokên wan hene lê em wek komîta silhê pirsgirêkên di navbera wan de çareser dikin û mehek an du mehan dem didin her du aliyan da ku çareseriyeke guncaw bibînin."
"Em bi armanca mafê jinan garantî bikin dixebitin" 
Endama Komîteya Silha Civakî ya Mektebeya Kombûna Jinên Zenobiya li Dêrazorê Behîş Awad jî girêdayî xebatên wan ên li gundewarên Dêrezorê wiha got: "Di rojekê de 4 an 5 doz ji mere tên, em li gorî pirsgirêkê nêz dibin û bi dozê re mejûl dibin. Ji bo çareserkirina pirsgirêkê em gazî her dû aliyên pirsgirêkê dikin û wan tînin mektebê bi wan re li ser pirsgirêkê nîqaş dikin û çareseriyê peyda dikin." Behîş diyar kir ku hindek pirsgirêk hen we nikarin çareser bikin ji ber israra her du aliyan ji bo hevberdanê, di rewşên wisa de dozê radestî Mehkemê dikin da ku jin mafê xwe bi dest bixe û aliyê din jî hesab bide.
Behîş Awad di dawiya axaftina xwe de destnîşan kir ku armanca komîteyan ew e ku bi hemû hêza xwe daxazên jinan pêkbînin û wiha got: "Em hemû hêza xwe didin da ku bighên çareseriyên ku mafên jinan garantî bikin, cih û rola wê di civakê de biparêzin."