Li Yemenê mamoste bê maf û xwendevan bê pêşeroj dimînin
Mamoste û xwendevanên jin ên Yemenî tekez kirin ku herî zêde qada perwerdehiyê di encama şer de zirar dibîne, ev jî pêşeroja herêmê winda dike.

RENIYA EBDULLAH
Yemen – Yemen, welatê herî xizan ê Nîvgirava Erebî ye. Ji sala 2015'an vir ve di navbera hikûmeta ku di asta navneteweyî de tê naskirin û Hûsiyan de şerek rû daye. Ji destpêka pevçûnên li Yemenê ve ku zêdetirî deh sal in didome qada perwerdehiyê hilweşiyaye, xwendevan bi giranî bandor bûne û perwerde niha li ser sînorê nezanînê maye.
Mamosteyên ku ji 30 sal zêdetir ezmûna wan di mamostetiyê de hene, mûçeyên wan ji 50 dolarî derbas nake. Mamosteyên ku di sala 2011'an de jî dest bi mamostetiyê kirine, mûçeyên wan kêmtirî 20 dolaran e. Ev jî ji ber hilweşîna nirxa diravê herêmî ku gihîştiye 2 hezar û 500 Riyalên Yemenî, li hember nirxa dolar e. Ev kêmbûn jî hişt ku mamosteyên bajarê Taizê li başûr rojavayê Yemenê û bajarê Adena li başûrê Yemenê, dev ji perwerdehiyê berdin û xwepêşandanan bikin. Mamosteyan, bi armanca daxwaza çareserkirina pirsgirêkan û zêdekirina mûçeyan çalakî lidar xistin.
'Mûçe bi me re nabin alîkar'
Mamoste Huda Ehmed ku ev 35 sal in di pîşeya perwerehiyê de cîh digre, mûça wê tenê 40 dolar e ku ev jî têra pêdîviyên jiyanî yên bingehîn nake. Huda Ehmed ku nexwest dîmena wê bê kişandin tenê wiha dibêje: "Ez birçî berê xwe didim dibistanê, tenê ji bo xwendinê hînî xwendekaran bikim. Ji ber ku mûçeyên me gelek kêm in û bi me re nabe alîkar."
'Em mafên xwe daxwaz dikin lê ew tên paşxistin'
Karmenda ofîsa Perwerdehî û Fêrbûnê ya li bajarê Taizê Umê El-Melek Wasêl dibêje: "Xwepêşandanên me ji bo baştirkirina rewşa aborî ye û zêdekirina mûçeyên karmendan e, bi taybetî ya mamosteyan e. Ji ber ku mûçe nabe destek ji bo debara jiyanê. Çavkaniyên bajêr di navbera rayedaran de tên parvekirin û dema me ji wan xwest ku şert û mercên me baştir bikin, wan îdîa kir ku ne çavkanî ne jî butce hene. Em mafên xwe dixwazin, lê mixabin ew tên paşxistin.”
'Di xwepêşandanan de bi gef û êrîşan re rûbirû dimînin'
Mamoste Necla El-Hindî got ku "Daxwazên me qanûnî ne û mûçeyên me li gor lêçûna bilind a jiyanê ne. Mûçeyê min nagihîje 38 dolarî. Mûçeyê min tenê têra lêçûna dermanan dike. Ez hemû meaşê xwe didim dermansaz û nikarim wê mûçê li ser lêçûnên zarokên xwe jî xerc bikim. Dema em diçin xwepêşandanan jî, bi gef û xiyanetê re rûbirû dimînin."
'Xwendekar bedêla biryaran didin'
Xwendekar Sara Ehmed ku li ber qedandina azmûnên xwe yên lîseyê ye, wiha got: "Tiştê ku bi serê me de hat, dilşikestinek mezin bû. Me hêvî dikir ku piştî ji nû ve destpêkirina perwerdeyê, dema xwendinê were dirêjkirin da ku dersên ku me ji dest dane ku tevahiya bernameya xwendinê ya semestra duyemîn e, telafî bikin. Lê dem kurt bû û piraniya azmûnan ji semestra duyemîn bûn. Em xwendekar bedêla biryaran didin."
'Ev biryarek bêserûber e'
Mamoste Emenî Qaêd jî destnîşan kir ku biryara Ofîsa Perwerdehiyê ya ji nû ve destpêkirina dersan li dibistanên dewletê dijberiyek e li hember daxwazên rewa yên mamosteyan û wiha got: "Ew biryarek bêserûber û nebaş e."
'Biryarên hikûmetê zirarê dighîne xwendevanan'
Huda El-Şercebî jî nerazîbûna xwe li hember biryarên Ofîsa Perwerdehiyê ve hatine girtin anî ziman û wiha got: "Ev biryar rastersat zirarê dide berjewendiyên xwendekaran. Ew perwerdehiyek tê û bi kalîte negirtine û niha bêyî tu serkeftinek akademîk ezmûnên dîplomaya lîseyê didin."