Li Tûnisê zebûna tundiyê: Qanûn ne têrker in

Li Tûnisê zebûna tundiya li dijî jinan û netêrkêriya qanûnê hêyî yên di mijara kêmkirina tundiyê de, vê pirsê bi xwe re tîne; “Gelo rola civaka sivîl a di têkoşîna li dijî vê diyardeyê de çi ye? Zehmetiyên ku rû bi rû dimînin çi ne?”

NEZÎHA BOUSE

Tûnis – Li gorî rapora salane ya ku ji aliyê Komeleya Jin û Hemwelatîbûna (Le Kef) ve hatî amadekirin, ji sedî 85’ê jinên li Tûnisî rastî tundiyê hatine. Di nava cûreyên tundiyê de ya ku herî zêde derdikeve pêş jî tundiya nava malê û malbatê ye. Ev rewş, rûxmê qanûna bi hejmara 58’an ku bi armanca têkoşîna li dijî tundiya li ser jinê hatiye derxistin û dema bi gelek welatan re tê qiyaskirin, ji bo Tûnisê mîna çavkaniya serbilindiyê tê hesibandin, tê jiyîn.

Li Tûnisê, tu kes di mijara ku mezinbûna diyardeyê civaka sivîl di gelek aliyan de ji bo parastina jinan a ji tundiyê teşwîqê tevgerê dike de, cuda nafikire. Lêbelê gelek zehmetiyên ku vê yekê asteng dikin heye.

Aktîvîsta civaka sivîl Hayat Attar û Endezyara çandiniyê Dorsaf Hilal, der barê vê mijarê de ji ajansa me re axivîn.

‘Femînîstan maf û destkeftiyên jinan parastin’

Aktîvîsta civaka sivîl Hayat Attar, di destpêka axaftina xwe de diyar kir rola civaka sivîl ya di têkoşîna li dijî tundiya li ser jinê de mezin e û wiha axivî: “Ev ne tenê bi heyama piştî şoreşê re sînordar e. Ev yek heta dirêjî salên 1970an, têkoşînên femînîstan ên salên 1970 û 1980’a û damezrandina Komeleya Jinên Demokratîk a Tûnisê dibe. Femînîstan, li vir xwe birêxistin kirin û maf û destkeftiyên jinan parastin."

‘Civaka sivîl rolên mezin lîst’

Hayat Attar, destnîşan kir ku di nava van salan de civaka sivîl rolekî ku divê neyê kêmkirin an jî biçûkxistin lîstine û di mijara binpêkirinên mafên mirovan de dibin ewlehiyek û got: "Komele, rêxistin û parêzvanên mafên mirovan, ji şopandina binpêkirinan bigre heta parêzvanî û piştgiriya mexdûran her awayî hewildanan dîdin. Civaka sivîl jî rolên mezin list. Civaka sivîl ji bo avakirina hişmendî, belavkirina çanda mafên mirovan, têkoşîna li dijî tundî û cudakariya li dijî jinan û bihêzkirina amûrên xweparastinê ya jinan xebat meşand.”

‘Qanûna bi hejmara 58’an bi têkoşînan jinan çêbû’

Hayat Attar, da zanîn civaka sivîl ne tenê di aliyê bilindkirina hişyarî, her wiha ji bo çêkirina polîtîkayan û di derxistina qanûnên nû de di zext û rênîşandanê de jî rolek lîstiye û axaftina xwe wiha domand: “Qanûna bi hejmara 58’an ya qanûna têkoşîna li dijî tundiya li ser jinan e jî ne bi hewildana dewletê, bi têkoşîna dirêj a komeleyên femînîst û civaka sivîl hat derxistin. Ev hewildanan pêşniyara polîtîka, alternatîf û mekanîzmayên nû yên wekheviya zayendî ya civakî xurt dikin, têkarî pêşkêş kir.

Hayat Attar, diyar kir ku komeleyan di piştgiriya jinên mexdûr û dabînkirina piştgiriya qanûnî û edaletê de rolek girîng dilîzin, lê rûxmê van hemû hewldanan jî tundî didome. Hayat Attar, da zanîn mekanîzmayên berbiçav ên pêwîst di asta hikûmetê de nehatin pêşxistin û ji bo bi aweyekî qismî pêşiya tundiyê bê girtin gavên kok nehatin avêtin.

Her wiha Hayat Attar, behsa pirsgirêkên ku civaka sivîl pê re rû bi rû ye kir û diyar kir ku di rewşa heyî de, zextên li ser xebatên civaka sivîl zêde bûne û gotara fermî karê komeleyan xirab nîşan dide û tine rewşa biguman. Hayat Attar ya di dawiya axaftina xwe de diyar kir ku bi girtina Lijneya Gihîştina Agahiyê re komeleyên ku binpêkirinên jinan dişopînin wê di bidestxistina daneyan û çavdêriya pêkanîna qanûnê ji aliyê hikûmetê ve bi zehmetiyan re rû bi rû bimînin, da zanîn di vê çarçoveyê de agahî ji mafbûyine derket û êdî mîna lutfek tê dîtin.

‘Civaka sivîl dengê jinan e’

Endezyara çandiniyê Dorsaf Hîlal jî, da zanîn civaka sivîl dengê jinan e û wiha axivî: “Ew pirekê ku fikar û pêdiviyên kesên li herêmên gundewar û dûr radigihîne. Her çend bihêzkirin, piştgirîkirina jinan û gihandina fonê ya jinan neyê mîsoger kirin jî, civaka sivîl dengê wan dide bihistin û di çêkirina polîtîkayên tundiyên li dijî jinan kêm dikin de, rolek mezin dilîze.”

Dorsaf Hîlal, diyar kir ku tundiya li dijî jinan ne tenê fîzîkî ye, di heman demê li dijî jinan tundiya derûnî û cudakariya mûçeyan jî tê pêkanîn û axaftina xwe wiha domand: “Minak di sektorên mîna çandinî û înşaetê de, jin bi mêran re heman karê dikin lê mûçeyên jinan kêmtir e. Di heman demê jin neçar dimînin ji bo îspatkirina hebûna xwe zêdetir ked û dem bidin.”

Dorsaf Hîlal, di dawiya axaftina xwe de destnîşan kir ku civaka sivîl dengê jinên karker û xwendekarên zanîngehê ye û got: "Em wek civaka sivîl, pirsgirêkên jinan ronî dikin û ji bo guhertina polîtîkan, derxistin û bicîhanîna qanûnan zextê dikin.”