Li Lîbyayê weşandina dîmenên cezayê qamçiyan bû sedema bertekan
Parêzvanên mafên mirovan diyar kirin ku dîmenên cezayê qamçiyan ê li bajarê Sebha yê Lîbyayê, rûmeta mirovan binpê dike û dibe sedema bertekeke mezin a civakî.
MUNA TOUKA
Lîbya – Beriya du hefteyan, jinek li bajarê Sebha yê li başûrê Lîbyayê, bi tawana "zinayê" bi qamçiyan hat cezakirin û darvekirin. Piştî kişandina dîmenan û parvekirina dîmenê darvekirinê û cezayê qamçiyan li ser torên dîjîtal, nîqaşên qanûnî û mafên mirovan ên li ser rûmeta mirovan, sînorên weşandina wêneyên cezayan û pabendbûna bi prensîba wekheviyê re li ber qanûnê hê jî bi tundî gur dibin.
Valahiyên di Qanûna Darayî û Cezayan de ji nû ve hatine rojevê
Vê bûyerê, valahiyên ku di Qanûna Darayî û Ceza de hene, careke din xist rojeva sereke ya welat. Parêzer û parêzvanên mafên mirovan di wê baweriyê de ne ku ev qanûn êdî têrê nake bi pîvanên nûjen ên edaletê û temînatên darizandineke dadwer re bigihîje hev. Her çendî kesên ku piştgiriyê didin sepandina van cezayan îdia dikin ev yek rasterast dikeve çarçoveya sepandina qanûnê parêzvan û çalakvanên mafên mirovan dipirsin ka cezayên ku ji aliyê raya giştî ve tên birêvebirin û li ber çavan tên çêkirin, çiqas bi rûmeta mirovan û temînatên darizandineke dadwer re lihevhatî ne. Wekî din, nîqaşeke berfireh heye ka gelo kişandina fîlm û parvekirina van darvekirinan ceza vediguherîne cezayekî civakî ku bandorên mayînde û psîkolojîk li ser mehkûm û malbata wan çêdike.
Li bajarê Sebhayê ‘şokeke rastîn’
Çalakvanekî mafên mirovan ê ji Sebhayê ku nexwest navê wê bê eşkerekirin, bûyerê bi gotinên "şokdarî" bi nav kir û diyar kir ku temaşekirina qamçîkirinê li ber çavên rêwiyan -di nav de zarok û kal û pîr jî hene- tu carî nayê dîtin ku "tenê bicihanîna biryarekî dadgehê ye."
Her wiha anî ziman ku wê sê sal berê bi şaşîtî şahidiya bûyerekî qamçiyê ya bi vî rengî kiriye û diyar kir ku qet hêvî nedikir li Lîbyayê dîsa rastî dîmenekî wisa were, tiştê ku wê dîtiye hê jî di bîra wê de zindî ye û ev yek pê re bûye sedema hêrs û xemgîniyeke mezin. Li gorî wê, tiştekî gelek xemgîn e ku civak dîmenên bi vî rengî asayî dibîne.
Pêwîstiya bi cezayên alternatîf û reformê
Çalakgera ku navê xwe neda, da zanîn ku pergala zagonî ya heyî hê jî di warê dayîna cezayên ku asteng dikin û pêşî li hesabpirsînê digrin û rûmeta mirovan dişkînin de nebes e. Her wiha da zanîn ku divê alternatîfên wekî xizmeta civakî, rehabîlîtasyon û bernameyên reformê hebin, ne tenê ji bo êşa fizîkî yan şermezarkirinê, li ser bingeha reforma takekesî û civakî be.
Parêzvana mafên mirovan diyar kir ku divê nîqaş tenê bi qanûnîbûna ceza neyê sînordarkirin, pirsgirêka sereke û rastî ew e gelo ev ceza edaletê pêk tîne û rûmeta mirovan diparêze yan na.
‘Tenê jin xuya dikin mêr tune ne’
Rojnamevan û çalakvana mafên mirovan Selma Mesûd, a ji Sebhayê diyar kir ku rewatiya her cezayek ne tenê bi hebûna biryara dadgehê ve sînorkirî ye divê bi baldarî were nirxandin da ku temînatên darizandineke adil, wekî mafê parastinê, serxwebûna dadwerî û mafê îtîrazê, bi tevahî werin peydakirin.
Selma Mesûd destnîşan kir ku kişandina dîmenên darvekirinê û belavkirina li ser medyaya dîjîtal dibe ku veguhere rêbazeke binpêkirina rûmet û mafê nepenîtiya mirovan û got: “Belavkirina wêneyên bi vî rengî li ser înternetê bandorên demdirêj û mayînde li ser jiyana mehkûm û malbatên wan dihêle û dikare bibe sedem ku ceza ji hêla civakî û psîkolojîk ve pir ji biryara fermî ya dadgehê wêdetir biçe û bibe zexteke giran.”
Selma Mesûd her wiha bal kişand ser mijareke pir girîng û destnîşan kir ku di dîmenên biryardayînê de tenê jin xuya dikin, bersûcê mêr di heman dozê de qet xuya nedikir û wiha domand: “Ev yek jî pirsên rewa derdixe holê ka gelo prensîba wekheviyê li ber qanûnê bi rastî tê sepandin an na. Divê were pirsîn ka gelo heman prosedur û pîvanên qanûnî ji bo hemû aliyan bi rengekî wekhev hatine sepandin an na? Divê ku zagon bi awayekî wekhev werin sepandin ji bo hemû aliyan bê cudahî. Divê ku beriya ceza were xwestin temînata darizandineke adil hebe. Ev yek dê hem rûmeta dadweriyê biparêze hem jî mafên bingehîn ên kesan misoger bike. Bûyerê nîqaşên li ser wekheviya li ber qanûnê ji nû ve anî rojevê û pirsên; ‘gelo aliyê din ango aliyê zilam cezayê ku heq dike girtiye yan na, derxistiye holê. Ev yek ji bo xurtkirina baweriya gel bi sîstema dadweriyê û parastina mafên takekes gelek girîng e.”