Pêlên îstifayê dibistanên peravê Sûriyeyê dixin xetereyê

Mamosteyên li keviyên Sûriyeyê bi zoriyên bêîstîqrariya madî û pîşeyî re rûbirû ne. Biryarên kêfê yên tayînkirin û şertên nû yên peymanê, wan di navbera xeterên ewlehî û barên madî de hiştiye û neçarî îstîfayê hatine kirin.

MESE SULTAN

El-Laziqiye – Mamosteyên li keviyên Sûriyeyê ku di qada perwerdeyê de piştî xebata bi salan, neçar dimînin ji derveyî derfet û bêyî desteka malbatê di navbera biryarên tayînkirin û peywirdarkirinê de neçarî hilbijartinê dimînin, bi mercên zor re rûbirû dimînin.

Hem li herêmên keviyên Sûriyeyê hem jî li tevahiya cîhanê ji bo mamosteyan, peywira mamostehiyê, girîng e. Ew hem gihîştandina nifşên nû ye hem jî kariyereke ji bo piştgiriya civakî ye. Ji debarê zêdetir bi salan mamosteyan dema xwe hemû dan karê xwe, tevî aloziyên siyasî, aborî û ewlehiyê, bi îsrar û hewldan xebata xwe domandin. Rewşa heyî pêşeroja van mamosteyan zêdetir xistiye xeterê. Cihê wan ê ku her dem lê bixebitin nîn e, peyman bi awayê kêfî tên guhertin û biryar hatiye dayîn ku mamoste werin tayînkirin. Li gorî hinek mamosteyan, bi van guherînan, zoriyên çûnhatinê, fikarên ji bo ewlehiyê û barên aborî zêdetir bûne, hatiye asteke wisa ku hinek ji wan dest ji pîşeya xwe berdin.

Aliyek din ê ku krîzê rewşa bi hezaran mamosteyên jin ên li gudewarên Laziqiye, Tartus, Humus û Hemayê ye. Piştî ku mamosteyan îtirazê biryarên tayînkirina herêmên dûr kirin û daxwaza wan hat redkirin, gelekan ji wan xwestin îstîfa bikin.

Mamosteyên jin li herêmên ku hatin tayînkirin, rastî gefên mezhebperest û tacîzê hatin her wiha di warê çûnhatinê de jî zoriyan kişandin.

Jinên xebatkar bi astengiyên civakî û baviksalar re rûbirû dimînin

Rewşa mamosteyên jin, ji rewşa giştî ya Sûriyeyê, ji mercên civakî cuda nîn e. Pirsgirêk bi cihên kar û di mekanîzmayên personelan de ye. Biryarên îdarî yan jî pêkanînên civakî di warê ewlehî û xebata wekhev de li pêşiya jinan dibin astengî.

Di qada perwerdeyê de kêmasiya personelan

Pergala perwerdeyê ya Sûriyeyê bi pirsgirêkên weke binesazî, diyarkirina personelan, îstîqrara pêvajoya perwerdeyê û zoriyên di warê ewlehiyê de rûbirû ye. Ji aliyekî ve pêdivî bi mamosteyên xwedî tecrube heye lê ji aliyek jî ve jî merc wisa giran in ku mamosteyên jin neçar dimînin dest ji xebatê berdin.

Di Îlona 2026'an de Meclîsa Gel der barê perwerdeyê de pêşkêşiyek kir. Wezareta Perwerdeyê diyar kir ku nêzî 339.000 xebatkarên perwerdeyê hene û da zanîn ku di warê belavkirina wan a li bajaran de pirsgirêk hene. Walîtiya Liziqiyeyê jî ragihand ku nêzî 9.500 mamosteyên bi kadro zêde ne û wezaret plan dike wan tayînê dibistanên ku li bejahiya başûr werin vekirin bike.

Wezaretê her wiha got ku di meha Sibata 2025'an de ji 15.000'î zêdetir peymanên mamosteyan, li gorî pêdiviyê, beriya dirêjkirina dema peymanê, demborî tayînê cihên din hatine kirin.

Mamosteyên jin neçar dimînin dest ji peywira xwe berdin

Wezaretê di Tîrmeha sala derbasbûyî de, ragihand ku ji bo nûkirina peymanên mamosteyan divê cihê peymanê, kadroyên vala û pisporiya akademik heye. Ev dane nîşan didin ku pirsgirêkên mamosteyên jini ji belavkirina personelan, peyman û cihê xebatê her wiha polîtîkayên îdarî nayê veqetandin.

Mamoste neçar dimînin di riyên dirêj de biçin dibistanên xwe, lêçûna madî ya ku ji derfetên wan zêdetir e bidin. Di riya çûnhatinê de di navbera ewlehî, fikaran de dimînin û gelek ji wan neçar dibin dest ji peywira xwe berdin.

Tecrubeyên jinên xebatkar, serxwebûna wan a aborî, biryardarî û beşdariya çalak a civakê nîşan dide ku bi karê xwe ve girêdayî ne. Ji ber vê yekê, dema ewlehî û di warê pîşeyê de edalet tunebe neçar dimînin dest ji kar berdin. Ev yek jî nîşan dide ku pirsgirêk ne tenê di qada perwerdeyê de ye, giştî ye.

Der barê zoriyên ku mamosteyên jin ên li keviyên Sûriyeyê bi wan re rûbirû dimînin de divê ev pirs ji rayedaran were kirin: Di rewşeke ku hinek ji wan mamosteyan neçar dimînin dest ji karê xwe berdin de gelo dê pergala perwerdeyê ya pêdiviya wê bi pisporiya jinan heye çawa were avakirin?

Mamosteyek ku salên xwe bi perwerdekirina nifşan derbas kiriye, xwedî wê mafê ye ku pisporî, rûmet û mafê xebatê were parastin ne ku di navbera ewlehî û pirsgirêka debarê de neçarî biryarek bimîne.