Jinên Cezayîrî: Tevî destkeftiyan pêwîstî bi xurtkirina têkoşînê heye
Jinên Cezayîrê diyar kirin ku jinên Cezayîrî bi saya têkoşînê, di gelek warên jiyanê de bûne xwedî destkeftiyan, di mekanîzmayên biryaran de xwedî gotin in lê pêwîstî hê jî bi têkoşîn û xebatê heye.

RABIA XERÎS
Cezayîr – Jinên Cezayîrê 8'ê Adarê Roja Jinan a Cîhanî bi awayî veşarî pîroz dikin. Di vê salê de encama têkoşînek bi pêşengiya komeleyên jinan, mafên jinan ên hevpar di qadên aborî, civakî û siyasî de bi fermî hatin naskirin. Aktîvîstên femînîst tekez dikin ku jinên Cezayîrî hê jî bi kêşeyên sereke re rûbirû ne, pozîsyona wan di civakê de xirab dibe. Jinên Cezayîrî di van demên dawî de mafê xwe yê dirêjkirina dema betlaneya zarokanînê bi dest xistin her wiha zagonên ku parastina wan ji tundiyê dikin, careke din di ber çavan re derbas bûn.
Destkeftiyên jinên Cezayîrê
Seroka Komeleya Nûr a jin û zarokan Delîla Hisên bal kişand ser destkeftiyên jinên Cezayîrê û wiha got: "Jinên Cezayîrê, van demên dawî di hemû warên jiyanê de cih digrin û heta di cihên biryardayîn û hilbijartinan de rola xwe dilîzin. Ev gav bi pêşengî û têkoşîna tevgera femînîst, bi alîkariya cîgirên parlamentoya Cezayîrê pêk hat. Ev tevger dikaribûn asta hişyarbûn û zanebûnê di nava civakê de bilind bikin. Bi saya têkoşîna jinan, dema betlaneya zarokanînê ji hemû dayîkên kedkar re dirêj bû. Gelek guhertin di zagonên ku parastina jinan ji tundiya fizîkî, devkî û tacîzan dikin de, hatin kirin. Li gorî wê kujer ji şeş mehan heya du salan ceza digrin. Her wiha ji bo îsbatkirina van kiryaran jî hikumet neçar dimîne hinek guhertinên din li ser zagonan çêbike."
Gavên hikumetê yên ji bo parastina mafên jinan
Delîla Hisên diyar kir ku hikumetê ji bo piştgiriya jinan û pêşxistina wan, gavên serkeftî avêtine û wiha pê de çû: "Wezaretên ku ji dosyayên jinan berpirsyar in, hatin avakirin û ji bo jinên bi şîdetê re rûbirû dimînin, navendên guhdarîkirin û piştgiriya derûnî hatin avakirin. Ev navend alîkariyên zagonî ji bo pêşxistina jinan di vegerandina mafên xwe de, pêşkêş dikin. Hikumetê jî bernameyên pêşxistina jinan di qadên aborî de, bi pêş xist. Ji ber ku bi serxwebûna aborî jin dikarin li dijî tundiyê têbikoşin. Bi van mekanîzmayan encamên erênî yên berbiçav hatine bidestxistin û bûne alîkar ku mafên jinan ên qanûnî û civakî xurtir bibin. Tevî van serkeftinan jî jinan hê xwe negihîştandine astên baş ji bo parastina civakî û zagonî."
'Divê zagonên parastina jinan xurtir bibin'
Delîla Hisên bal kişand ser tundiya malbatî ya ser jinan û pêşniyar kir ku divê zagoneke taybet ji bo damezrandina dadgehên malbatan weke Misrê bên derxistin û got: “Tevî ku zagonsazên Cezayîrê riyên lihevhatinê ji bo piştgirî û hewldanek ji bo aramîkirina malbatan di ronahiya alozbûna pirsgirêkên malbatê de destnîşan kirine jî ji ber ku negihîştine encamên baş pêwîstiya herdu mekanîzmayan û asta serkeftina wan bi nirxandinê heye."
'Jinan bi têkoşînê dema betlaneya zarokanînê dirêj kirin'
Cîgira berê ya parlomenteya Cezayîrê Esma Merawnî bal kişand ser rol û misyona jinên Cezayîrê û wiha axivî: "Dîrok bû şahidê rola jinên Cezayîrê ya berxwedan û têkoşîna di nava şer û aştiyê de. Jinên Cezayîrê bi hêza xwe tên nasîn, dikarin berpirsyariya siyasî, aborî, çandî, sporî û heta leşkerî jî hildin ser milên xwe. Divê bi nêrîna olî pirsgirêkên jinan çareser nekin. Di vê sala dawî de jinên Cezayîrî bi têkoşîna xwe di warê betlaneya zarokanînê de bi ser ketin. Betane ji 14 hefteyan bû 5 meh. Riya têkoşînê hê jî dirêj e. Ji bo bidestxistina mafên xwe di jiyanê de divê jin têkoşîna xwe xurtir bikin. Divê guhertin di benda 66 de bê çêkirin. Benda ku maf nade dayîkên ku ji hevjînên xwe veqetiyane, zarokên xwe bigrin. Eger careke din bizewicin maf dide bav ku heya careke din zewicî be dikare mafê girtina zarokên xwe bigre."
'Zagonên heyî divê aktîf bin'
Esma Merawnî diyar kir ku komleyên femînîst ji bo bidestxistina mafên jinan têdikoşin û wiha got: Ji bo avakirina wekheviyê komeleyên femînîst dixebitin û têdikoşin. Divê tedbîrên zagonî bên girtin ku parastina jinan ji tundiyê bikin. Heya niha jin bi tundî û kiryarên malbatî re rûbirû dimînin. Divê zagon aktîf bin û bi erkên xwe rabin."
Pêşnûmeya zagona ceza ya nû, di Adara 2024'an de ji hêla herdu meclisên parlamentoyê ve hatiye pejirandin, guhertin tê de hatin çêkirin. Armanc bi van guhertinan ew e ku parastina jinên bi tundiyê re rûbirû dimînin bikin.