Şam karkerên jin ên çandiniyê ji kar derdixe
Karkerên jin ên ji kar hatine derxistin diyar kirin ku bi xebatên karûbarên civakî divê piştgirî ji kesên hewcedar re were dayîn, çareserî werin dîtin ne ku zextên jiyanê zêde bike.
ROŞÊL CANYOR
Suweyda – Jinên ku di Midûriyeta Karûbarên Civakî û Kar de li bajarê Suweydayê Sûriyeyê dixebitîn, piştî ku ji kar hatin derxistin, bi şert û mercên jiyanê yên dijwar re rûbirû ne. Jin dibêjin ku biryar bê ravekirineke têr li ser sedemên wê hat dayîn, tevî ku wan bi salan xizmet kiribû ji bo dabînkirina hewcedariyên malbatên xwe bi meaşên xwe ve girêdayî bûn.
Ev biryar derxistina ji kar 102 karmendên yek midûriyetê li Suweydayê, di nav de tenê şeş mêr, girt nav xwe. Ev yek nîşan dide ku piraniya mezin a kesên bandordar jin in. Li gorî gotina karkeran, biryar piştî gelek salên xizmetê hat dayîn.
Tevî salên xizmetê jî bêyî rewşa wan were nirxandin ji kar hatin derxistin
Xwediyê Bawernameya zimanê Îngilîzî Rehef Murad ku 26 salan di saziyên girêdayî Yekîtiya Jinan û Karûbarên Civakî de xebitiye, dibêje ku ew û hevkarên wê bê rewşa wan were nirxandin an ravekirina sedeman ji kar hatine derxistin. Rehaf destnîşan kir ku piraniya kesên ji kar hatine derxistin jin in û tevî sozên vegerandina wan, heta niha gavên pratîkî nehatine avêtin. Her wiha Rehaf bal kişand ser dijwariya dîtina kareke nû ji bo jinên temenê wan mezin di şert û mercên aborî yên dijwar ên Suweydayê de.
Rehef Murad got ku meaşên wan çavkaniyeke bingehîn a dahata malbatên wan bû. Rehaf biryarê kêfî binav kir û daxwaza eşkerekirina sedemên derxistinê, zelalkirina pîvanên biryarê û vegerandina karkeran bo kar kir û tekez kir ku vegerandina wan mafê wan e, ne îmtiyazek.
'Em peymanên demkî naxwazin'
Wefa Bellan ku 13 salan di Yekîtiya Jinan de xebitiye, dibêje ku mafên wê yên bîmeyê di salên xebata berê de nehatine dayîn û piştî salên dirêj ên xizmetê, ew û hevkarên wê bê temînatên zelal ji kar hatine derxistin. Wefa wiha axaftina xwe domand: "Temenê gelek karkeran ji 40 salî derbas dibe û dîtina kareke nû ji bo wan di şert û mercên aborî yên dijwar ên Suweydayê de, gelek dijwar e. Em daxwaza eşkerekirina bingeha zagonî û îdarî ya biryara derxistinê, parastina mafên peymanî û bîmeyê û hesibandina salên xizmetê dikin. Em peymanên demkî naxwazin, lê mafên xwe dixwazin."
'Em dixwazin sedema derxistina xwe bizanibin'
Samya Tewfîq Reşîd ji gundê Ermanê ye, dibêje ku sedemên biryara bidawîkirina karê wê û hevkarên wê nehatine eşkerekirin. Samya diyar dike ku fon çavkaniya sereke ya debara malbata wê ye û derxistina wê zextên aborî zêde kiriye. Samya daxwaza zanîna sedemên rastîn ên biryarê û nirxandina karkeran li gorî pîvanên dadperweriyê dike.
Çawa dikarin piştî 13 salên xizmetê me ji kar derxin?
Noha Ureyc dibêje ku ew bê hişyariya pêşwext an ravekirina sedeman ji kar hatine derxistin, tevî ku hinek ji wan zêdetirî 13 salan xizmetê kirine. Noha daxwaza zelalkirina mafên xwe û çareserkirina rewşa xwe dike, bi taybetî ji ber ku dîtina karê nû di temenê 50 û 60 salî de gelek dijwar e.
Piştî derxistina ji kar pirsgirêkên jiyanê
Hedîl Şema ya ji Selxedê ku di Midûriyeta Karûbarên Civakî û Kar de dixebitî, dibêje ku piştî derxistina wê ji kar, malbata wê bi zehmetiyên aborî re rûbirû maye. Hevjînê wê ji ber nexweşiya gurçikan 15 sal in di bin tedawiyê de ye û nikare bixebite. Hedîl daxwaz dike ku rewşa karkerên jin ên ji kar hatine derxistin ji nû ve bê nirxandin û şertên wan ên tenduristî û aborî li ber çavan bên girtin.