Jinên Tûnisî: Bidawbûna Kampanyaya NY’ê nayê wateya tunebûna tundiya li dijî jinan
Aktîvîstên jin û parêzvanên mafên mirovan ên Tûnisê, di hawîrdorekî ku cînayet û sînordarkirina azadiyê di gelek waran de zêde dibe de, ji bo bidawîhatina tundiya li dijî jinan banga mudaxeleya lezgîn kirin.
Tûnis- Li Tûnisê bûyerên cînayetên jinan her diçe zêde dibin. Rêxistinên jinan û mafên mirovan, daxwaza derxistina qanûneke taybetî ku van sûcan ceza bike û mîsogerkirina ewlehiya mafê jiyanê yê jinan dikin.
Dema ku Tûnîs, roja ragihandina Danezana Gerdûnî ya Mafên Mirovan pîroz dike, di aliyê mafên jinan de di nava qeyran û paşketinan de ye. Ruxmê ku welat alîgirê piraniya peymanên navneteweyî yên parastina maf û azadiyên mirovan e jî rêxistinên jinan ji bo pêşîgirtina cînayet û tundiya li dijî jinan, berdana jinên girtî, misogerkirina ewlehiya kesên rizgarbûyî û li dijî xizaniya jinan bi riya bêparkirina kar, têdikoşin. Xala 3’yemîn a Danezana Gerdûnî ya Mafên Mirovan, destnîşan dike ku mafê jiyanê ji bo mirovan mafek bingehîn e û tu kes an jî sazî nikare wan ji vî mafê bêpar bihêle.
Kampanya bi dawî bû lê tundî didome
Kampanyaya NY’ê ya li dijî tundiya li ser jinan bi dawî bû lê jinên Tûnisê ji ber zêdebûna asta tundiyê bertekên mezin nîşan dan. Li gorî daneyên Wezareta Malbat û Jinan, ji sedî 80 bûyerên hatine tomarkirin tundiya nava malê ye û tundiya dîjîtal jî di nav de cureyên tundiyê yên cûda zêde dibin; ji pênc jinan çar jê rastî tundiya dîjîtal tên.
Daneyên civaka sivîl, eşkere dikin ku di nava salekî de 27 jin hatine qetilkirin û piraniya jinan ji aliyê mêrên herî nêzî xwe ve hatine kuştin. Tevgerên jinan vê zêdebûna balkeş, rasterast bi nebûna berpirsiyarî û bêcezatiyê ve girê didin. Her wiha bicîhneanîna Qanûna bi Hejmara 58 a 2017’an li dijî cînayet û qetilkirina bi zanebûn a jinan jî bandorker e.
Civaka sivîl, ji bo ku cînayetên jinan bi awayekî vekirî tevlî qanûna li dijî tundiya li ser jinan bê kirin an jî ji bo van sûcan qanûnek taybet bê derxistin, têdikoşe. Vê tevgerê, piştî ku Refîqa Sharnî di sala 2021’ê de ji aliyê hevjînê xwe ve hat qetilkirin, dest pê kir. Di destpêkê de sûcdar 10 sal cezayê girtîgehê girt û ev ceza piştî zexta rêxistinên jinan bû 40 sal cezayê girtîgehê. Ev biryar ji aliyê parêzvanên mafên mirovan ve mîna "edalet ji bo Refîqa" hat nirxandin.
Tevgerên jinan û rêxistinên mafên mirovan, ji bo cînayetên jinan daxwaza derxistina qanûneke taybet dikin; ev qanûn cezayê herî kêm 20 sal pêşbînî dike û armanc dike ku hem bandorker be him jî mafên jinan biparêze.
Qîrîna jinan a li dijî bêcezatiyê
Parêzvana mafên mirovan û endama komeleya "Xaçeriya Maf û Azadiyan" Mi El-Abidî, diyar kir ku hejmara jinên di sala 2023’an de li Tûnisê hatine qetilkirin 23 ye û got: “Ev hejmar di sala 2024’an de 25 û îsal jî 27 e. Ev zêdebûn, di sûcên li ser bingeha zayendî de nîşan didin ku pir hejmar zêde dibe.”
‘Piraniya jinan beriya bên qetilkirin, gilî dikin’
Mi El-Abidî, da zanîn ku ev rewş nebûna stratejiyeke neteweyî ya zelal li dijî cînayetên jinan radixe ber çavan û ev sûc mîna sûcên taybet, mîna sûcên asayî tên hesibandin. Mi El-Abidî, destnîşan kir ku piraniya jinan beriya bên qetilkirin, gilî kirine lê ji ber bêdengî û bêxemiya rayedaran bi mirinê re rû bi rû mane.
Mi El-Abidî, diyar kir ku dirûşma "Qanûn di derenceyan an jî tavanê de ye, lê jin di gorê de ne” nîşaneya bicihneanîna Qanûna bi Hejmara 58 e û wiha got: “Li Tûnisê pirsgirêk ne tunebûna qanûnan e, qelsiya di bicîhanîna wan de ye. Welat ji ber têkoşîna dirêj xwedî binesaziyeke qanûnî ya girîng e lê ev qanûn nayên bicîhanîn. Komeleyên jinan, ruxmê sînordarkirin û nerazîbûnan jî ji bo jinên rastî tundiyê tên, piştgiriya derûnî, hiqûqî û stargeh mîsoger dike. Lê belê xebatên wan pir caran tên rawestandin û astengkirin. Ev yek jî dibe sedem ku jin ji mafên xwe yên piştgirî û rêberiya bê pere bêpar bimînin.”
‘Çareserî ne bi qanûnan bi malbatê re dest pê dike’
Derûnînas Dr. Suad Recab, diyar kir ku cînayetên jinan ne tenê li Tûnisê hene, pirsgirêkek gerdûnî ye û got: “Li Meksîkayê her roj 10 jin û li Efrîkaya Başûr jî herî kêm 15 jin tên qetilkirin. Lewma cînayetên jinan mîna "karesatek neteweyî" hat pênasekirin. Li Tûnisê salane nêzî 25 jin tên qetilkirin.”
Suad Recab got ku tundî di zarokatiyê de di nava malbatê de dest pê dike û malbat berpirsyariyek mezin digrin ser xwe. Suad Recab, wiha got: “Bi lêkolînek ku min beriya 20 salan kir, eşkere kir ku ji sedî 80 zarokên li Tûnisê, rastî tundiyê hatine. Her wiha lêkolîna UNICEF’ê jî nîşan da ku ji sedî 93 zarokan tundî dîtine. Ev rewş, nifşek depresyonel an jî meyla tundî û cînayetê diafirînê. Çareserî ne bi qanûnan, bi malbatê re dest pê dike."
Suad Recab, pergala civakî ya baviksalar rexne kir û destnîşan kir ku hinek yekîneyên ewlehiyê yên taybet bi awayê sar an bi hincetan nêzî giliyan dibin, diyar kir ku jinên rastî tundiyê hatine vedigerînin malên wan û bi gotinên mîna "Sebir û tehemul bike" wan bi xeteriyên zêdetir re rû bi rû dihêlin.
Suad Recab, destnîşan kir ku bandora qanûnê tenê bi sepandin û cezayên zêde dikare çêbibe û bi van gotinan dawî li axaftina xwe anî: “Cezayên kêm tundiyê teşwîq dikin. Mêrên ku tundiyê dikin, nexweş in û dermanê wan darizandin e. Bêdengiya li ser tundiyê tê wateya asayîkirin û teşwîqkirinê. Tundî ji ger kesên ku bêdeng dimînin zêde dibe.”