Çalakvan û siyasetmedarên jin tên hedefgirtin

Li Tûnisê tevî Qanûna Hejmar 58 a li ser Têkoşîna li dijî Şîdeta li dijî Jinan, li ser medyaya civakî zordarî li dijî çalakvanên civaka sivîl û siyasetmedarên jin berbelav bûye û ew bi bûyerên çewsandin û biçûkxistinê re rûbirû dimînin.

NEZÎHA BO SEÎDÎ

Tûnis – Jin bi gelek awayên çewisandinê re rûbirû dimînin. Ev çewisandin li gorî rewşa wan a civakî an fîzîkî diguhere. Jineke ku zêde kîlo bigre bi gotinên biçûkxistinê yên wek "hirç" tê wesfandin, lê jineke zirav jî wek "sklet" an "cigaro" tê binavkirin. Jineke nezewicî wek "Anies", jineke ku zewacê dereng dixe wek "bêzar" tê binavkirin û jineke berdayî bi "neparastina mêr û mala xwe" tê tawanbarkirin. Ev wesf tenê mînakên gotûbêjeke civakî ne ku sînorên ji jinan re diyar bûne xurt dike û derxandinê pêk tîne.

Zordarî mafên jinan binpê dike

Zordarî ne tenê bi xuyang an rewşa civakî ve sînordar e, li ser tevgerên jinan ên di jiyana giştî de jî berdewam dike. Ew ji ber ajotinê têne rexnekirin û şiyana wan a ajotinê li gorî ya mêran bi guman tê pêşwazîkirin. Her wiha ji ber nerînên wan ên siyasî êrîş li wan tê kirin dema ji normê dûr bikevin. Mîna ku di bûyera Olfa Hamdî de qewimî, an jî ji ber çalakiya wan a sivîl wek ku gelek çalakvanên din ên jin ên civaka sivîl tecrûbe kirine.

Gotinên ku jin pê re rûbirû dimînin

Ya herî dawî ji van rewşan çalakvanek Îspanyayî bû ku beşdarî "Fîloya Berxwedanê" bû. Çalakvana jin, li ser medyaya civakî bi kampanyayek çewisandinê ya berfireh re rûbirû ma. Di nav de tinazên li ser xuyang û kiryarên wê û tohmetên nebûna cidîbûnê ya di têkoşîna wê de ya ji ber cil û berg û reqsa wê ya li ser keştiyê. Hin kesan şîrove kirin; Gelo ev porzera ku şort li xwe kiriye û li ser keştiyê reqsê dike, dikare dorpêça li ser Xezeyê rake? Ji aliyekî din ve, hin kes li dijî van şîroveyan derketine û îdia kirine ku ew bi rastî jî tekoşerek e û piraniya dema xwe, ji bo îfadekirina vê yekê bi riya Instagramê vediqetîne.

Du roj berê Kampanyaya Li Dijî Krîmînalîzekirina Civaka Sivîl daxuyaniyek hevgirtinê bi Komeleya Dengên Jinan ku ji bo mehekê xebatên wê hatibûn qedexekirin re weşand. Her çiqas çalakvanan nerazîbûna xwe li hember destwerdana rayedaran a di karûbarên komeleyê de nîşan dabin jî, zordaran gotin ku ev yek ne rast e, ji ber ku endamên komeleyê di betlaneyê de bûn û serdana peravan dikirin.

Di demek ne dirêj de jî çalakvanên jin û parêzvanên mafên mirovan ên Tûnisî ji ber tweeteke Nûnerê Gel Ehmed Saîdanî pir xemgîn bûn. Ehmed Saîdanî di tweetê de, çalakvaneke siyasî ya jin û seroka partiyekê ji ber rewşa wê ya şexsî hedef girt, wê wek "jineke bêwefa" bi nav kir û çalakvaneke din jî wek "kirêt û pîr" bi nav kiribû.

'Rexneyên siyasî ne bi diyalogê bi biçûkxistinê tên pêşwazîkirin'

Çalakvana mafê jinan Najat Zemourî got ku tweeta parlamenter Ehmed Saîdanî asta paşketina mafên jinan li Tûnisê û gotinên wî yên "provokatîf" ên li dijî çalakvana siyasî Olfa Hamdî, eşkare dike û jiyana wê ya taybet hedef digre. Najat Zemourî wiha axivî: "Xetera vê gotinê ew e ku dikare jinan bêdeng bike û wan bitirsîne. Ev gotin ji bo her jinekê ku dixwaze tevlî karûbarên giştî bibe peyamek zelal dişînin ku ew ê li şûna nîqaşkirina ramanên xwe de rastî çewisandinê were. Bertekên wî yên li hember kesên ku rexne li wî girtine, zihniyeta bavsalar eşkare dikin ku li hember tu nîqaş an nerazîbûnê tehemûl nake. Parlamenterek, tenê ji ber ku nezewicî ne henekê xwe bi çalakvanên jin dike, peyamek xeternak dişîne; rexneyên siyasî ne bi diyalogê, bi biçûkxistinê tên pêşwazîkirin."

Zihniyeta baviksalarî ya li dijî jinan

Profesora felsefeyê Habîba Kahoulî tekez kir ku ji bo wê her gotarek ku jinan bi her awayî şermezar dike şermezar e ji ber ku jin dayîk, mamoste, profesor, bijîşk û cotkar in. Habîba Kahoulî wiha dest bi gotinên xwe kir: "Her gotarek ku jinan ji ber xuyang, an sedemek din sûcdar û şermezar dike nayê qebûlkirin û ti têkiliya wê bi mirovahiyê re tuneye. Her kesê ku vê cureya şermezarkirina jinan dike, ji hêla ehlaqî û civakî ve şermezar e. Divê em hebûna zihniyeta mêran li Tûnisê înkar nekin, lê divê em ji van hemû dabeşkirinan jî bilindtir bibin. Her nêrînek ku cudakariya di navbera zayendan an nijadan de dihewîne, cihê wê di nav civakan de jî tuneye."

'Nebûna hişyariyê li ser têkoşîna jinên Tûnisî nayê qebûlkirin'

Sendîkavan û çalakvana civaka sivîl Siham Bousta got ku mixabin di sedsala 21'an de biryarên wiha li dijî endamek Meclîsa Nûnerên Gel tên dayîn û wiha li gotinên xwe zêde kir: "Wek jinek Tûnisî, girîngiyê nadim van biryaran. Ji ber ku hişyarî rasterast bûye û nebûna hişyariyê li ser têkoşîna jinên Tûnisî nayê qebûlkirin."

Sedemên belavbûna bûyerên çewsandina jinan

Derûnnas Samia Reqîq got ku tundiya li dijî jinan bi taybetî li ser medyaya civakî bi riya zimanê heqaret û nebaş, belavbûna çewisandinê di civakê de nîşan dide. Samia Reqîq sedemên civakî yên vê diyardeyê wiha bi lêv kir: "Ji ber hilweşîna malbatê, nebûna referans û nirxan, nebûna hişmendiya girîngiya rêzgirtina hevbeş di navbera hevjînan de û di nav malbatê de, kêmbûna statuya kal û pîran û nebûna rola perwerdeyî ya malbatê, pêk tê. Derbarê faktorên psîkolojîk de jî hestên bêhêvîtiyê di hin kesan de reaksiyonên neyînî çêdikin ku dibe di tevgerên êrîşkar ên wek çewsandinê de xwe nîşan bidin."

Paşxaneyên psîkolojîk û civakî

Samia Reqîq da zanîn ku çewisandina li dijî jinan bi bêhesasiyeta zayendî ve jî girêdayî ye, ji ber ku mêr û jin di qadên ragihandinê yên dîjîtal de wek du hebûnên nakok têne xuyakirin. Samia Reqîq wiha axivî: "Dema ku jinek li serxwebûn û xwepejirandinê digere, mêr red dikin û zextê didin ser wê. Serkeftina wê wek gef dibînin. Li şûna ku wek hevkarek temamker bibînin, ew bi wê re dikevin berawirdkirin û nakokiyan. Ev nakokî ji paşxaneyên civakî û psîkolojîk ên ku zihniyeta mêr xwedî dikin, derdikeve. Hin mêr tenê bi kêmkirin an jî biçûkxistina jinan xwe serdest an hebûnî hîs dikin. Ev hevkêşeyek xelet e ku têkiliyên nehevseng diafirîne."