Jinên Tûnisê: Berxwedanê bidomînin û ala aştiyê bi parêzin
Aktivîstên jin ên Tûnisê bi boneya Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê, peyamek destek û piştevaniyê ji jinên Rojhilata Navîn û Bakurê Efrîqa re şand û banga domandina têkoşîna li dijî pevçûn, şer û koçên bi zorê kir.
NEZÎHA BO SEÎDÎ
Tûnis – Şer û pevçûnên ku li Rojhilata Navîn û Bakurê Efrîqayê tê jiyîn, bandor li jiyana jinan dike. Jin rastî tundî, xizanî û koça bi zorê tên, rasterast rû birûyî xeteriya êrîş, kuştin û birîndarbûnê dibin. Her wiha di dema şeran û pêvajoyên koçkirinê de rastî tundiya fîzîkî û zayendî tên. Tevî vê jî jin, wek her demê diyar dikin ku ew bi hêzên û wê ji heqê hemû zoriyan derkevin.
Mafên jinan bi binpêkirinan re rûbirû ne
Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê, sembola zindî ya jinên ku li dijî zilm, zextê û cûdakariyê têkoşîn kirin e. Di heman demê de firsenda ji bo nirxandina mafên hatine bidestxistin û di vê rêyê de bibîrxistina zêdetir hewldan û biryardariyê pêşkêş dike. Lê belê ev mafên ku di encama têkoşîna bi dehan salan de hatine bidestxistin, îro li hinek welatan rû birûyî gefên zêde dibin. Bangên ku ji van mafan gav paşde bavêjin bilind dibin û şer û pevçûn êşên ku jin dijîn kûrtir dike.
Di vê qada tevlihev de, daxwaza aştî, ewlehî û aramiyê bûye yek ji pirsgirêkên herî sereke ye. Li gel fikarên ku di nava jinan de zêde dibin, ji jinan peyamên piştevaniyê ku balê dikşînin ser têkoşîna hevpar û zorî çiqas zêde bibe dê bidomin, bilind dibin.
Berxwedan û piştevanî
Seroka Komeleya Jinên Demokratîk a Tûnisê Raca Dehmanî van binpêkirinan ji ajansa me re nirxand. Raca Dehmanî destnîşan kir ku li Tehran, Sûriye, Îraq, Lubnan, Tûnis, Emrîkaya Latîn û Bakur hedefgirtina jinekê, ji bo wan êrîşa li dijî hemû jinan e û wiha got: “Her wiha ev derbayek li dijî mafê civakî, edalet û mirovî yê tevgera jinên nûjen e jî. Daxwaza bingehîn a têkoşîna me, wekheviyek tam û rast e.”
‘Em piştevaniya jinan dikin’
Raca Dehmanî bal kişand ser qetilkirina Yenar Mihemed û wiha got: “Beriya çend rojan aktivîsta femînîst Yenar Mihemed li Bexdayê hate qetilkirin, ev li Tûnisê deng veda û daxuyaniyê şermezarkirinê hatin weşandin. Her wiha di êrîşa li dijî dibistanek keçan a li Îranê de, zêdeyî 130 zarokên keç hatin qetilkirin. Ev rewş, binpêkirina eşkere ya mafê mirovî û zarokan e. Em piştevaniya hemû jinên ku li herêmên cûda dibin êrîşan de dijîn dikin. Şer û pergalên aborî yên gerdûnî şikestina jinan zêde kiriye û êşên ku dijîn kûrtir kiriye.”
Raca Dehmanî di dawiya axaftina xwe de balkişand ser girîngiya 8’ê Adarê û wiha got: “8’ê Adarê roja ku em di nava piştevan têkoşînê de ne. Di heman demê de ji bo pêkanîna hiqûqa navneteweyî, sekinandina şeran û pêkanîna hemû mafên jinan bangek e.”
Piştevaniya jinan a ku sînor derbas kirine
Aktivîsta mafên jinan Fethiye Saîdî, peyamek ji jinên li seranserê dinyayê dijîn re şand, bal kişand ser jinên Filistînê ku di nava êrîşan de dijîn û got: “Ew ne tenê rastî tundiya xwe dispêre zayenda civakê, di heman demê de rastî tundiya siyasî û terora dewletê jî tên.”
‘Êrîşê jiyana jinan xistiye metirsiyê’
Fethiye Saîdî destek da jinên Îranê û wiha pê de çû: “Ew jî di nava zextên siyasî yên tevlihev û pevçûnan de dijîn. Mudaxeleyên derve û êrîşan, ewlehiya jinan û jiyana wan kirine metirsiyê.”
Fethiye Saîdî bang li civaka navneteweyî û Neteweyên Yekbûyî kir ku ji bo pêkanîna Peymana Cenevre ya ku sivîlan diparêze zextê bikin û jinên di qada şer de dijîn, biparêzin.
Destek û pîrozbahî
Aktivîsta mafên mirovan Nejat Zemurî jî, da zanîn ku jin tevî pevçûnên bi çek, gefên ewlehiyê, krîzên aborî û binpêkirinên mafên mirovan sembola hêza jiyanê ne û wiha domand: “Em biryarên jinan ku di demên rastî zoriyan de tên û ji bo parastina malbat û civaka xwe digrin, pîroz dikin. Her tim di nava piştevaniyê de ne. Bihêzbûna hevpar û piştevanî, li dijî hemû awayên bê edaletiyê çeka herî mezin e. Mafê jinan û rûmeta wan, ne îmtiyaz e, berpirsyartiyek ku ji aliyê civak û dewletê ve were parastin e.”
‘Hûn avakarên jiyan, hêvî û guherînê ne’
Nejat Zemurî di dawiya axaftina xwe de bi van gotinan bang li jinan kir: “Di kêliyên herî tarî de jî îradeya wan, çirûska guherînê pêdixe û hêviyê ji nûve zindî dikin. Bi serkeftinên xwe serbilind bin. Her çend biçûk bê dîtîn jî, her gav rêya civakek adilane û aştiyane vedike. Hûn avakarên jiyan, hêvî û guherînê ne.”