Evîn Cuma: Pêwîstî bi zagonên ku mafên jinan diparêzin heye

Rêvebera Komeleya Mafên Mirovan a Sûriyeyê Evîn Cuma li ser zêdebûna bûyerên kuştina jinan axivî, got ku bi navê namûs û kevneşopiyan gelek jin tundiyê dibînin, tên kuştin û diyar kir ku divê li Sûriyeyê ji bo parastina mafên jinan zagon werin derxistin.

NEXEM ÇAÇAN

Qamişlo – Kuştina jinan û binpêkirinên li dijî wan bi hincetên curbecur berdewam dikin û bi wan re daxwazên ji bo bidawîkirina bêcezatiyê û xurtkirina parastina zagonî zêde dibin. Ji bo ku jin werin parastin û mafên wan werin parastin, mercên ewlehî, edalet çêbibin û her cure tundî û cudakariya li dijî wan tê kirin bi dawî bibe.

Rêvebera Komeleya Mafên Mirovan a Sûriyeyê Evîn Cuma têkildarî zêdebûna bûyerên kuştina jinan ji ajansa me re axivî.

Evîn Cuma bal kişand ser sedemên kuştina jinan li Sûriyeyê û wiha dest bi axaftina xwe kir: “Bûyerên kuştina jinan ne bûyerên nû ne. Bi sedan salan e dubare dibin li Sûriyeyê di van deh salên dawî de ev mijar zêdetir bûye. Ji ber kêmbûn û newekheviya zagonên ku jinan diparêzin û pênekanîna zagonan li deverên Sûriyeyê gelek caran jî ji ber kevneşopiyên civakî û nêrîna mêr ku desthilatdariya xwe li ser jinan pêk tîne. Her wiha gelek caran jî tundiya li ser jinan weke taybetmendiya malbatî tê dîtin, ew tundî gelek zirarê dide jinan, digihîje asteke wisa ku jin biryara xwekuştinê didin.”

‘Li gelek deverên Sûriyeyê şer û koçberî heye’

Evîn Cuma da zanîn ku li gelek deverên Sûriyeyê tundiya li ser jinan tiştekî normal tê dîtin û wiha domand: “Newekheviya zagonan gelek deriyan vedike, bi taybetî jî ji ber nebûna destûreke daîmî ku jinan biparêze her wiha ji ber Sûriye di pêvajoyek demkî re derbas dibe. Li gelek deverên Sûriyeyê şer û koçberî heye. Ew jî dibe sedema ku jin rastî tundiyê werin. Sedemeke din jî nebûna cihên ku bi tundiya li ser jinan pêwendîdar in. Her wiha gelek kes hene piştî tundiya fizîkî yan jî bûyerên kuştinê li ser jinan pêk tînin, di bin navê “namûsê’ de xwe ji cezayên ku heq dikin rizgar dikin. Di heman demê ji ber zêdebûna rêjeya tundiyê di dilê jinan de metersiyek mezin hatiye avakirin. Ji ber vê yekê jî baweriya jinan bi zagonan tune ye. Ji ber cewisandin û tunekirina mafên xwe, bêdeng dimînin û cihekî ku jin xwe bispêrin û werin parastin tune ye.”

 ‘Pêwîstî bi zagonên ku mafên jinan biparêzin heye’

Evîn Cuma destnîşan kir ku pêwîstî bi zagonên mafên jinan diparêzin heye û wiha pê de çû: “Baweriya civakê bi rola jinan û bi girîngiya azadiya wan ku bikaribin xwe, malbat û pêşeroja xwe biparêzin heye. Her wiha di bin navê parastinê de zexta zêde li ser jinan dibe sedem ku refleksên cuda derkevin. Ji ber vê pêwîst e civak û malbat bi zanebûn nêzî jinan bibin. Di heman demê de pêwîst e zagonên ku jinan diparêzin, li tevahî Sûriyeyê hebin û bibin yek. Ev zagon li ser bingeha hebûn, azadî û parastina mafên wan dive werin avakirin û pêkanîn.”

‘Hebûna jinan di cihê biryardayînê de gelek girîng e’

Evîn Cuma anî ziman ku hebûna jinan di cihê biryardayînê de pir girîng e û wiha bilêv kir: “Gelek peymanên navneteweyî hene û Sûriye yek ji wan dewletan e, peymanan îmze kiriye. Wekî hevpeymana ‘Sîdaw’ ku mafên jinan diparêze û li ser bingeha avakirina wekheviya jinan di civakê de kar dike. Hebûna jinan di cihê biryardayînê de pir girîng e. Ji ber ku jin hûrgiliyên parastina xwe û civakê ku di nava ewlehiyê de ne dizanin wê roleke erênî dilîzin.”

‘Divê li seranserê Sûriyeyê wekheviya zagonan bê avakirin’

Evîn Cuma diyar kir ku di 15 salan de li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê gelek derfet ji jinan re çêbûne, jinan xwe di her warî de îsbat kirine, bang li cihên têkildar kir ku roleke baş û rast ji bo parastina mafên jinan di Sûriyeyê de bilîzin û wiha bi dawî kir: “Aktîfkirina rola jinan di nivîsandina zagonan û di avakirina destûra Sûriyeyê de gelek girîng e. Divê ku Sûriye li ser bingeha zagonî û wekhevî ji bo hemû kesan were avakirin. Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di 15 salan de, di warê parastin û rêxistinkirina jinan de roleke girîng lîstiye, jinan xwe nas kir û di gelek qadan de bûn xwedî biryaran. Li Sûriyeyê bi taybetî kş deverên di bin kontrola hikumeta demkî de, di bin navê ol û kevneşopiyan de jin tên qetilkirin. Ev yek bêbaweriyê bi jinan re çêdik. Em bang li saziyên biryarê dikin ku roleke cidî bilîzin, pêwîst e jin di avakirina destûra nû ku maf û hebûna jinan misoger dike de bi zayenda din re hevkar bin. Pêwîst e li seranserê Sûriyeyê wekheviya zagonan bê avakirin.”