'Divê hikumet ji bo parastina mafên zarokan erka xwe bi cih bîne'
Li Tûnisê bi kuştina zarokê bi navê Haroun Dihibî bûyera tundiya ku li dijî zarokan zêde dibe, anî rojevê. Dayîk û çalakvanên Tûnisê xwestin mafên zarokan werin parastin û zagon werin pêkanîn.

ÎXLAS HAMRÛNÎ
Tûnis – Nêzî mehek û nîv berê, zarokê bi nave Haroun Dihibî yê çar salî bi awayekî hovane hat kuştin. Vê bûyerê di raya giştî de deng veda û parêzgeha Qesrînê ya Tûnisê hejand. Cenazeyê wî piştî ku bi tiştekî hişk li serê wî ketibû, serê wî hatibû şikandin, hat dîtin. Bûyer li navçeya Zahour qewimî. Vê bûyerê, careke din şîdeta ku li dijî zarokan zêde dibe anî rojevê.
Der barê bûyerên zêdebûna tundiya li dijî zarokan, ji ber tunebûna parastina mafên wan de, dayîk û çalakvanan nêrînên xwe anîn ziman.
'Divê ji bo zarokan mekanîzmayên parastinê hebin'
Fathiya Xezar der barê zêdebûna kuştina zarokan de wiha axivî: "Vê sûcê dawî di nava dayikan de ji bo zarokên xwe yên piçûk ên ku bi tena serê xwe diçin dibistanê tirsek mezin çêkiriye. Ji ber ku ev sûc di nava malbatek de qewimî. Em hîs dikin ku zarokên me di nava ewlehiyê de nîn in, bi malbatên xwe re jî li derve, li dibistan an li qadên giştî din ava ewlehiyê de nîn in. Ji ber ku heta li dibistanê jî ew rastî tundiyê tên. Divê sûcdar ji ber kuştina zarokan bên darizandin û cezakirin. Her wiha bila hikumet erka xwe ji bo parastina mafên zarokan pêk bîne û mercên bi ewle ava bike."
'Divê tesîsên çandî û werzîşê ji bo zarokan werin avakirin'
Semîra Xersalî jî helwesta xwe ya li hemberî bûyerên kuştina zarokan wiha anî ziman: "Ev bûyer li herêmeke herî bi ewle li Tûnisê pêk hat. Ev jî metirsiyê zêdetir dike. Divê hemû tax û bajar ji van sûcan bên parastin, da ku rê li ber bûyerên tundî û kuştina zarokan bê girtin. Em dayikên parêzgeha Qesrînê, hevgirtina xwe bi dayîka zarokê bi navê Haroun re nîşan didin. Me hewl da zanînê di nava civakê de der barê rêzgirtina mafên zarokan û parastina wan de, belav bikin. Em êdî ditirsin zarokên xwe bi tenê li derveyî malê bihêlin. Azadiya mafên zarokan nayê astengkirin. Ji ber vê divê hikumet tesîsên çandî û werzîşî ji bo zarokan ava bike. Nebûna cihên bi vî rengî zarokên me ji lîstina li cihên bi ewle bêpar dike."
'Hewl didin piştevaniya psîkolojîk û madî pêşkêş bikin'
Endama Komeleya Zarokên Dilşad, Leyla Tilîlî diyar kir ku civaka sivîl li parêzgeha Qesrînê hewl daye helwestek zelal û tund nîşan bide. Leyla wiha axivî: "Herêma ku bûyer lê qewimî, ne tenê ji bo zarokan, ji bo hemû niştecihên wê, pêdiviyên herî bingehîn ji bo jiyana bi rûmet tune ne. Binesaziyek baş û tesîsên rekreasyonê yan jî cihên taybet ji bo lênêrîna zarokên biçûk tune ne. Bi hevkariya komeleyên din, komeleya me hewl da piştgiriya psîkolojîk û madî bide malbatê û li kêleka wê bisekine. Tişta bi êş ew e ew bû ku kesê destdirêjî li zarok kiriye, ew jî zarokek ji heman malbatê ye."
Weke beşek ji hewldanên xwe yên berdewam, Komeleya Zarokên Dilşad kampanyayên hişyarkirinê li dar dixe ku hemû komên di warê zarokatiyê de çalak in, bi taybetî li deverên ku şert û mercên civakî yên dijwar hene, hedef digrin. Armanca kampanyayê ew e ku dayikan li ser pêwistiya parastina zarokên xwe perwerde bike û têgehên ewlehiyê di nava hawirdora malbatê de bi pêş bixe.
Ji bo pêşîgirtina li tundiyê zagon tenê têr nakin
Hiqûqnas Emal Heqî bal kişand ser belavbûna bûyerên tundiya li dijî zarokan li Tûnisê û derveyî Tûnisê û wiha pê de çû: "Ev yek ji îstatîstîkên herî şokdar e ku milyarek zarok bi tundiyê re rûbirû dimînin. Ev tundî ne tenê tundiya fizîkî û psîkolojîk e, di heman demê de tundiya zayendî jî di nava xwe de dihewîne. Li gorî zagonan her zarokek heya ku 18 saliya xwe temam neke, ew zarok e lê mixabin ev zarok îro bi hemû cureyên tundiyê û bê parastin dimînin. Li Tûnisê gelek zagonên ji bo parastina zarokan hene, weke Destûra Bingehîn a Tûnisê ku parastina zarokan destnîşan dike. Li Tûnisê her wiha peymanên ku welat pejirandiye hene, ya herî girîng Peymana Mafên Zarokan e û Qanûna Hejmar 58 ku li dijî tundiya li ser jin û zarokan e. Ev zagon hemû valahiyên zagonî vedihewîne. Ji ber ku ew li gorî standardên navneteweyî ye lê ev tenê teorîk dimîne, ji ber ku di navbera rastî û sepandinê de gelek valahî hene."
'Divê malbat bên hişyarkirin'
Emal Heqî banga hişyarkirinê ji bo dê û bavan kir da ku şert û mercên zarok tê de mezin dibin baştir bibin û wiha dawî li gotinên xwe anî: "Ji bo ku zarok bikaribin bi hêsanî û bê tirs tundiya ku pê re mane vebêjin, hewcedarî bi zêdebûna hişyarkirina malbatê heye. Kesên ku rasterast têkiliyên wan bi zarokan re hene weke mamoste û malên lênêrînê divê waneyên perwerdeyê ji wan re bên dayîn. Her wiha perwerdeya zayendî di bernameyên perwerdeyê de were zêdekirin, bi berçavgirtina temen û awayê hizirandina zarokan. Hejmara navendên lênêrîn û parastina zarokên mexdûr li Tûnisê kêm e lê tevî van kêmasiyan divê ji hêla hikûmetê, kesan û bi taybetî civaka sivîl ve rê li ber tundiya li dijî zarokan were girtin."