Li Bîrsen Orhan 18 meh û 22 roj cezayê girtîgehê hat birîn

Der barê hevşaredara Dêrsîmê Bîrsen Orhan ku qeyûm avêtibûn şûna wê , ji sê îdiayên cuda bi giştî 18 meh û 22 roj ceza hat birîn.

Dêrsim – Duyemîn rûniştina Hevşaredara Dêrsimê Birsen Orhan, ku bi sûcên "beşdarbûna civîn û meşa neqanûnî, tevî hişyariyan û bikaranîna hêzê israrkirina li ser belavnebûnê", "li hember pêkanîna erkê li ber xwe daye", "teşwîqkirina sûc" û "pesindana sûc û sûcdar" dihat darizandin, hat lidarxistin. 

Bîrsen Orhan beşdarî rûniştina li 2’yemîn Dadgeha Cezayê Asliyeyê ya Tunceliyê nebû, lê parêzerên wê amade bûn. Dozgeriyê ku pêşî di danişînê de nêrîna xwe pêşkêş kir, xwest ku Bîrsen Orhan bê cezakirin. Piştre, parêzerên Bîrsen Orhan li dijî biryarê parastin kirin. 

Piştre heyeta dadgehê biryara xwe eşkere kir û gumanbar ji sûcê "teşwîqkirina ji bo kirina sûc" beraet kir. Dadgehê ji ber "Pesnê sûc û sûcdar dayîn" 25 roj, ji ber "Beşdarbûna civîn û xwepêşandaneke neqanûnî û israra li ser belavnebûnê tevî hişyariyan û bikaranîna hêzê" 7 meh û 15 roj û ji ber "Li hember pêkanîna erkê li ber xwe dan" 18 meh û 22 roj cezayê girtîgehê lê birî. Dadgehê her wiha biryar da ku ragihandina biryarê (HAGB) rawestîne.