‘Di parlamentoyê de girîngî nedan pirsgirêkên jinan’

Parêzer Vînwar Seleh diyar kir ku li herema federal a Kurdistanê zagon di gelek mijarên pêwîst de nayên bicihanîn û tevî hemû hewldanan jî heta niha rewş weka xwe ye û parlamento jî girîngî nade zagonan.

ŞÎNYAR BAYÎZ

Silêmanî- Parêzer Vînwar Seleh bal kişand nebûna zagonên pêşîlê girtina tundiya li ser jinê ya li herema federal a Kurdistanê. Vînwar Selah der barê zagona pêşîlêgirtina tundiya li dijî malbat û jinê de wiha got: “Ev zagon û bi giştî zagonên din ji bo çareserkirina pirsgirêk û aloziyên di nava civakê de hatine amadekirin û zagon jî dema pirsgirêkek di nava civakê de çêbûn hatin derxistin. Zagona pêşîlêgirtina tundiya malbatê ku di sala 2021’ê de jî bi heman mebestê hatiye derxistin.”

‘Hewldanên ji bo kêmkirina tundiyê di astek kêm de ne’

Vînwar Seleh da zanîn ku divê zagona pêşîlêgirtina tundiya malbatê weke pêwîst were bicihanîn lê belê ji ber rewşa siyasî ya li herêma Kurdistanê zagon nehatine bicihkirin û wiha berdevam kir: “Zagon madeyên baş digre nava xwe lê belê di bicihanînê de pirsgirêk hene. Her çendî kêmûkurtî di zagonê de hebin jî hewl dane pirsgirêkên malbatê bi giştî û rewşa jinan çareser bikin. Bêguman hewldan ne di asta pêwîst de ye û li gorî tundiya ku heye kêm e. Hinek ji madeyên di nava zagonê de li gorî guherîna rewşa civakê divê guherîn were çêkirin, ji ber niha pirsgirêk zêdetir in. Di zewacê de îxanet û zîna heye. Lê belê heta niha yekalî nekiriye ku zagona pêşîlêgirtina tundiya malbatê bi cih bikin. Yan jî madeya 377 li ser disepînin. Yan jî hinek caran bêbawerî di malbatê de çêdibe. Heta niha nehatiye cudakirin ku bikeve mijara bêbaweriyê yan jî tundiya malbatê.”

Kêmaniyên di nava zagonê de û cezayê kêm tundiyê zêde dike

Vînwar Seleh der barê zêdebûna tundiya li ser jinan de wiha got: “Her ku diçe tundî zêde dibe, jin weke salên berê ne bêdeng in. Ji bo mafên xwe gilî dikin û daxwaza mafên xwe dikin. Heta niha ev kêmhişyariya jinan a ku heye nebûye sedema bidestxistina mafan û jiholêrakirina tundiyê.”

‘Erka parlamentoyê ew e ku der barê dozên tundiya malbatê û li ser jinan de kom bibe’

Vînwar Seleh der barê rûniştina parlamentoyê li ser pirsgirêka tundiyê û niha nebûna parlamentoyê de wiha got: “Her çend kombûna parlamentoyê li ser pirsgirêkên girîng ên di nava civakê de weke tundiya malbatê nehatibe pêkanîn. Ji ber goftûgokirina zagonan û derxistina kêmûkurtiyan wisa dike ku zagon werin bicihanîn, zagon di nava xelkê de hebin, bi vê jî encamdanê tawan kêmtir dibin.”

Parêzer Vînwar Seleh di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Ji bo rewşa niha ya Başûrê Kurdistanê di mijara qetilkirina jinan de, li parlamenteyê rûniştin girîng e. Bi wê armancê êdî bûyer dubare nabe. Ji derveyî parlamentoyê rêxistinên jinan erka wan a sereke ew e ku ji bo kêmkirina tundiya li hemberî jinan tiştên pêwîst bikin.”