Bi zewaca berdêl çarenûsa bi hezaran jinan kontrol dike

Di bin navê “Şîxar” an “zewaca bedel” de, zewac ji girêdaneke pîroz û tercîhê vediguhere peymanek ku tê de du malbat bi çarenûsek ve girêdayî ne û jin weke objeyek dibin bedêl.

REHMÊ ŞANZÛR

Yemen –  “Şîxar” ku li herêmê wek “zewaca bedel” jî tê zanîn, awayê zewacê ye ku li ser bedelkirina jinan di navbera du malbatan de tê kirin. Zilamek keç, xwişk, an xizmek din a jin a di bin wesayeta xwe de bi zilamekî din re dizewicîne, bi şertê ku zilamê din keç an xwişka xwe bi wî re bizewicîne.

Ev cure zewac li piraniya deverên gundewarî û eşîrî zêde ye ku li wir xizanî û bêkarî pir belav e û mafên jinan bi piranî tên paşguhkirin. Ev pratîk bi rêzikên qanûnî yên zelal re bi nakok e. Xala 23 a Qanûna Rewşa Kesane ya Yemenê ya Hejmar 20 a 1992’an û guhertinên wê nebaşiya zewaca bi zorê destnîşan dikin lê xala 24 piştrast dike ku mehr mafekî xwezayî yê jinan e.

Çîrokên trajîk ên ku di rastiya “şîxar” (zewaca di navbera du jinan de) de pir in ku her du jin jî heman çarenûsê dijîn. Ger yek ji wan gilî û gazinan ji hevjînê xwe yan malbata wî bike, ya din jî heman êşê dikşîne, her çend ew bi hevjînê xwe re bi ahengî bijî jî ev yek bandorê li ser dike.

Ez bi hevjîna birayê xwe re bûm bedel

Ezhar Xalid, 27 salî ji Dhamarê ye yek ji wan kesan e ku neçarî vê awayê zewacê maye. Ezhar dibêje: “Ez bi hevjîna birayê xwe hatim bedelkirin û min tu derfet nedît raya xwe li ser zewacê ku jiyan û pêşeroja min eleqedar dikir, bînim ziman. Ez bi tevahî bêhêz bûm.”

Ezhar Xalid diyar dike ku nikaribûye xwe fêrî jiyana zewacê bike yan jî ji hevjînê xwe hez bike. Nakokiyên di navbera wan de zêde bûn heta ku zewaca wan bi veqetînê bi dawî bûye. Ezhar wiha dibêje: “Her gava ku ez diçûm cem malbata xwe ku ji rewşa xwe gilî bikim, birayê min ê ku min bi hevjîna wî re kiribûn bedel, mudaxele dikir, hewl dida min razî bike ku ez sebir bikim. Dûre min vedigerand mala hevjînê min, ne ji ber evîna min, ji ber tirsa windakirina hevjîna xwe.”

Piştî veqetînê, Ezhar difikirî ku ew di dawiyê de ji tengasiyên xwe xilas bûye lê ew matmayî ma ku dît bi gelek pirsgirêkên nû re rûbirû ye. Muameleya dijwar ji hêla malbata wê ve, paşguhkirina di hundurê malê de û nebûna tevahî ya lênêrîn û piştgiriyê. Lê Ezhar li wir nesekinî. Birayê wê û hevjîna wî jî ji ber têkçûna zewaca wê û dijminatiya malbatî ya ji ber wê neçar man li gorî adeta “bedelê” ji hev veqetin. Ew dibêje: “Birayê min û hevjîna xwe neçar ma ji hev veqetin, tevî ku ji hev hez kiribûn.”

Îro, Ezher Xalid hewl dide ji trawmaya psîkolojîk a vê zewacê xelas bibe lê hesta bêhêvîtiyê berdewam dike. Ew dibêje ku bi hestek domdar a netemambûnê dijî weke encama ezmûneke ku li dijî îradeya wê hatiye ferzkirin.

Travmaya psîkolojîk a ku jinên bedelbûyî dijîn

Jin piştî bidawîbûna têkiliyên wiha bedelên giran didin. Gelek ji wan gelek nexweşiyên psîkolojîk dikşînin, ji fikarên giran û nîşaneyên depresyonê bigre heya di hinek rewşan de tevgerên êrîşkar an jî qonaxên hîsterîk. Gelek jin "zewaca şîxar" wek "riyek ber bi hilweşînê ve" bi nav dikin, ji ber ku zirareke zêde ya psîkolojîk û civakî dibînin.

Psîkolog Şeyma El-Samaî eşkere dike ku zewaca şîxar zewacek e ku li ser bedelbûna jinan di navbera du malbatan de tê kirin, têkiliya di navbera her du zewacan de bi hev ve girêdayî ye. Şeyma destnîşan dike ku ev pratîk di civaka Yemenê de pirsgirêkan çêdike, wekî ku di gelek civakên Ereb de, bi taybetî li deverên gundewar û eşîrî ku adet û kevneşopî ji mafên takekesî girîngtir in. Ev diyarde di nava eşîran de belav e ku zewac weke peymanek di navbera du malbatan de tê çêkirin, ne weke biryarek kesane ji bo jinê."

Nakokiya navxweyî hinek di navbera redkirin û zextê de asê maye

"Zewaca bedel" ji ber encamên wê yên demdirêj ên psîkolojîk û civakî, bi taybetî di rewşên veqetandinê de ku pir caran dibe sedema hilweşîna malbatek lawaziya jinan zêde dike, weke cureyek tundiya li ser bingeha zayendî tê hesibandin.

Şeyma El-Samaî tekez dike ku ev cure zewac, dema bi zorê were sepandin, jinan dixe nava pevçûnek psîkolojîk a navxweyî ya tevlihev, ji ber ku ew xwe neçar dibînin tevî naxwazin jî qebûl bikin. Jin xwe neçar hîs dikin ku li dijî îradeya xwe razî bibin lê di hundurê xwe de vê rewşê napejirînin û di navbera zexta derveyî û berxwedana hundirîn de pevçûnek destpê dike. Ev pevçûn bi demê re kom dibe û vediguhere zextên psîkolojîk ku dibe nayên dîtin ji ber ku ew di bin zexta malbatî û civakî ya

domdar de dijî.

Ji zextê ber bi travmayê ve

Şeyma El-Samaî destnîşan dike ku ev zext, bi taybetî ger zewac di temenê ciwan de yan bêyî amadekariya psîkolojîk çêbibe, dibe ku jin bikeve rewşeke travmaya psîkolojîk ku di hinek rewşan de vediguhere tiştê wekî "nexweşiya stresê ya piştî trawmayê" (PTSD) tê zanîn û dibêje: "Hinek jin dikevin rewşeke şokê ji ber ku ew bi bingehîn naxwazin zewacê qebûl bikin û ev dikare paşê bibe sedema nexweşiya stresê ya piştî trawmayê û nebûna qebûlkirina malbata nû."

Şeyma El-Samaî destnîşan dike ku gelek ji van zewacan di rewşeke "veqetîna hestiyarî" de bi dawî dibin ku tê de têkilî tenê bi awayekî rûberî berdewam dike, di heman demê de hest û ragihandina rastîn di navbera hevjînan de tune ye. Jin ji ber mecbûriyeta malbatî yan civakî bi hevjînê xwe re dimîne, ne ji ber bawerî yan daxwazê.

Şeyma El-Samaî tekez dike ku lêkolînên psîkolojîk nîşan didin zewacên li ser bingeha zorê yan tundiyê pir caran bê îstîqrar in û ji bo malbatê hawirdorek saxlem peyda nakin. Ev di têkiliya di navbera hevjînan de û di mezinbûna zarokan de, di nava aloziyên navxweyî yên berdewam de, tê xuyakirin. Bêparhiştina mafê hilbijartinê yê jinan dibe sedema têkçûna xwerêzgirtina wê û di hinek rewşan de dibe ku wê ber bi nexweşiyên psîkolojîk ve bibe, ji ber ku ew di jiyana xwe de bêdeng an biryar e.

Ev diyarde çawa dikare were kêmkirin?

Şeyma El-Samaî bawer dike ku kêmkirina vê diyardeyê bi bilindkirina hişmendiya civakî, hem di nava malbatan de û hem jî di nav jinan de bi riya ronîkirina zirarên psîkolojîk, civakî û malbatî dest pê dike. Ew her wiha girîngiya perwerdekirina dê û bavan li ser xeterên vê cureyê zewacê û bandorên wê yên neyînî li ser aramiya malbatê û pêşeroja zarokên wan tekez dike.

Şeyma El-Samaî bang dike ku mafên jinan di biryardayînê de, were zêdekirin û ev yek ji bo avakirina têkiliyek saxlem û hevseng bingehîn e. Şeyma destnîşan dike ku hebûn û bicîhanîna bi bandor a qanûnên ku zewaca bi zorê sûcdar dikin dikare bi girîngî beşdarî sînordarkirina belavbûna vê diyardeyê bibe.

Şeyma El-Samaî bi gotina ku her têkiliyek ku li ser zorê û nebûna razîbûnê hatiye avakirin ne tendurist e û dikare wek cureyek tundiya li dijî jinan were dabeşkirin, ji ber ku ew mafên wan ên bingehîn binpê dike, bi dawî dike.

Tevî zagonan jî ev adet xwe berdewam dike

Tevî hebûna metnên qanûnî yên ku zorê di zewacê de krîmînalîze dikin û mafê hilbijartinê ji jinan re digrin bin temînatê û tevî çîrokên mirovî yên bi êş ên ku ji hêla rastiyan ve hatine eşkerekirin, ev pratîk hê jî li Yemenê li wir otorîteya adetan bi xizaniyê ve girêdayî ye, di ronahiya qelsiya çanda mafan de, kûr kok digre.