Bêdengiya jinên Mexribê rêjeya qurbaniyên tundiya dîjîtal bilind dike
Şîdeta dijîtal a li dijî jinan diyardeyek nû ye. Li Misrê di sala 2019’an de nêzî milyonek û nîv jin rastî şîdeta dijîtal hatin ango rêjeya belavbûna tacîza bi riya têkiliya dîjîtal bûye ji sedî 13.8’e.
Şîdeta dijîtal a li dijî jinan diyardeyek nû ye. Li Misrê di sala 2019’an de nêzî milyonek û nîv jin rastî şîdeta dijîtal hatin ango rêjeya belavbûna tacîza bi riya têkiliya dîjîtal bûye ji sedî 13.8’e.
HENAN HARIT
Mexrîb- Daneyên Komîsyona Bilind a Plansaziyê ya li Mexrîbê li ser encamên lêkolîna neteweyî ya li ser şîdeta jin û mêran di sala 2019’an de eşkere kir ku piraniya mexdûrên rastî şîdeta bi riya dîjîtal tên li deverên bajarî ne û tundiya şîdeta bi riya dîjîtal di nav jinên ciwan ên 15-24 salî de zêde bûye, jixwe sûcdarên şîdeta dîjîtal bi piranî mêr in, ji %86.2 nas û ji %72.6’an jî kesên nenas in.
Di gel van hejmarên fermî, piraniya jinên mexdûrên şîdeta bi riya dîjîtal dibin, li Mexribê ji tirsa ku bi werin sûcdarkirin bêdeng dimînin. Li aliyê din, çalakvanên mafên mirovan û komeleyên mafên mirovan hewl didin bêdengiyê bişkînin û hişmendiya ku bandorên wê ji şêwazên din ên şîdeta li ser jinan ne kêmtir biafirînin. Ew dibînin ku şîdeta herî xirab e ji ber ku li ser jiyana jinan her berdewam dike.
Destpêka ketina xefikê
Ş.E ya 26 salî, ji bajarê Dar EL-Beyda ye, tu carî texmîn nedikir ku di malperên tora civakî de wê rastî şantajê were, ji ajansa me re wiha dibêje; "Min nedizanî ku dê min bixe xefikê, tecrubeya min a kêm ez ber bi wê ve birim. Mijar li ser Facebookê dest pê kir dema ku yekî xwest bi min re biaxive destpêkê min bersiva wî nedida. Dema ku min wêneyên xwe parve dikir ew yekem kes bû ku ji min re şîrove dikir,vê yekê wisa dirêj kir heya ku min bersiva wî da, min xwest ku vî kesê ku giringiyê dide min nas bikim. Bi vî rengî em bi rojan bi hev re axivîn. Piştre wî hejmara telefona min pirsî ku em li ser Whatsappê danûstendinê bikin, min jî red nekir em bi seatên dirêj heya derengiya şevê bi hev re diaxivîn".
Ş.A axaftina xwe wiha didomîne: "Di navbera mehekê de tevî ku me hê hev nedîtibû eleqeya me bi pêş ket, bi rastî ev rêbaz jî li gorî min bû ji ber ku ez ji malbetek girtî bûm û min nedikarî ew bidîta. Her wiha wî ji min re got ku ew li bajarê Benî Malal dimîne ji ber vê hevdîtina me zehmet dibe".
“Wî her tim ji min rengê kincên min ên binî dipirsî, di destpêkê de min jê re nedigot lê bi axaftinên xwe yên xweş bû sedem ku ez jê re her tiştê ku dixwaze bibêjim. Dem derbas bû û wî êdî ji min xwest ez wêneyê xwe yê bi kincên binî jê re rê bikim. Bi rastî ez pir dudilî bûm lê rehetiya ku wî dida min digot dê mijar tenê di navbera me de be û ji bo ku ez netirsim û xwesteka wî bi cih bînim ji min re digot ez ê jî wêneyê xwe ji te re rêbikim. Dema ku min wêneyê xwe şand, min ji wî jî xwest ku wêneyê xwe bişîne lê her bi derengî dixist û di cî de ji Whatsapp derket û telefona xwe girt. Wê êvarê ez razam, di sibehê de min jê re telefon vekir lê her girtî bû. Ez ketim Facebookê ku binêrim li ser xetê ye yan ne lê bi rastî winda bibû. Heya sê rojan min sedema vê rêbaza wî nizanibû lê di roja çaran de min hew dît ku telefonek ji min re hat û dibêje ew wêneyê te yê bi kincên binî gelekî xweşik e û ketiye destên min, wî got ger tu ji min re 2500 dîrhem yanî 250 dolar neşînî ez ê wêneyê te li ser Facebookê belav bikim û ji her kesê re bişinîm.”
Ş.E axaftina xwe wiha didomîne: “Di wê kêliyê de min xwest erd biqelişe û min daqurtîne. Ew pereyê ku dixwest li gel min peyda nedibû, ji ber ku ez tu karî nakim. Wî ji bo ez jê ra pereyan peyda bikim hefteyek da min û got careke din ji min re telefonê bike û bizanibe ku jê re çawa pereyan rê bikim. Ez difikirîm ku çawa ji vê pirsgirêkê xilas bibim û berteka bav û birayên min çawa be. Ez di wê demê de li ser xwekuştinê fikirîm lê di dawiyê de ji bo ku min ji vê tiştê xilas bike min bi xwişka xwe ya mezin re parve kir".
" Xweşka min her dem ez li ser vê yekê lome dikirim û her dem bi min re digot ger ku wêne belav bibe dê çawa be. Xwişka min her li çareseriyê digeriya, wê ji min re got ku ew mijarê bigre ser xwe û çareser bike, telefona min ji dest min girt ji bo ku ew bersiva wî kesî bide, piştî wergirtina bersivê, wê jê re got ku tenê 2000 dirhem yanî 200 dolarê wê hene ger ew razî be, wê çawa pere bide wî, ji ber vê yekê wî jê re got ku ew bi riya yekê jê re pereyan bişîne lê wê jê re got temînat bide ku wê wêneyê neweşîne û êdî pere nexwaze bide û jê re got ku ew ê bi temamî wê ji telefonê bibe ji ber ku şeref û rûmeta wî heye û qudratên madî yên qurbanên xwe dizane û di dawiyê de jî got ku bila di pêşerojê de baweriya we bi tu kesî neyê".
Digel ku du sal di ser vê bûyerê re derbas bûne, dibejê ez hîn jî ditirsim û wiha got; "Ji wê rojê ve min Facebookê ji telefûna xwe avêt û ez tenê jimareya telefona xwe didim kesên ku ez wan baş nas dikim lê dîsa jî gava ku ez hejmarek nenas telefona min dike ez ditirsim.”
Ş.E ji keçan re bang dike ku li ser malperên tora civakî baweriya xwe bi kesî neynin û wêne an vîdyoyên xwe bi kesî re parve nekin, tevî ku jin mexdûr in, ji ber ku civak ew her gav wan tawanbar dihesibîne rehmê li jinan nake.
Nebûna têgînên taybet ên şîdeta dîjîtal
Souad Al-Tawoosa na ku çalakvana mafên mirovan û bi pirsgirêkên jin û zarokan re eleqedar dibe, dibîne ku şîdeta dîjîtal nû ye, ji ber ku di nebûna têgînên taybet ên ji bo vê celeba şîdetê dibîne ku ew yek ji cureyên tundiyê ye.
Souad Al-Tawoosi dibêje bi şoreşa agahdariyê û daxwaz û derfetên mezin ên ku ji hêla platformên danûstendina dîjîtal ve têne pêşkêşkirin, şîdeta dîjîtal dest pê kir, ji ber hêsaniya çêkirina hesabên sexte yên bi paşnav ku dihêle gelek kes têkevin xefikan.
Ji ber qanûnan nediyarî diyardeyê dorpêç dike
Souad al-Tawoosi qanûnê bi têkoşîna li dijî şîdetê sûcdar dike her çend di qanûnê de beşên ku behsa şîdeta dîjîtal dikin jî hene lê pênaseyek diyar û teqez tune ye û di vî warî de dibe sedema nediyariyan.
Ew balê dikşîne ser hebûna nehevsengiyên civakê yên bi mezinbûn, serweriya mêr û mehrûmiyeta zayendî ku dibe sedema dîtina jinan wekî laşek ku bi her awayî dikare were îstismarkirin, bi vî rengî nirxa wan a di civakê de kêm dike.
Bêdengiya mexdûr û berdewamiya tecawizkar
Komela Pevçûn ji bo Wekhevî û Hemwelatîbûnê yekem komela Mexribê piştî ku jinek ciwan a Mexribî rastî şantajî hat û alîkarî xwest, di sala 2016’an de şîdeta dîjîtal a li ser jinan eşkere kir.
Seroka komeleyê û çalakvana mafên mirovan Buşra Abdo, dibêje; "şîdeta dijîtal a li dijî jinan bûye diyardeyek xeternak, ji ber ku piraniya mexdûran bêdengiyê tercîh dikin" û komeleyê destnîşan kir ku jinên qurbaniyên ku rastî tacîzên dîjîtal hatine her hefte ji tecawizkaran telefonan digrin.
Buşra Abdo bal kişand ser tirsa ji mijarê û eşkerebûna dozgeriyê dihêle ku jinên mexdûrên şîdeta dîjîtal bêdeng bimînin û kesen tewazikar vê yekê istismar dikin û şîdeta dîjîtal li dijî jinan bi kar tînin.
Hejmarên tundîtiya dijîtal
Lêkolînek berê ya Komeleya ji bo Pevçûn Wekhevî û Hemwelatîbûnê ya ku di 8’ê Kanûna 2020’an de hat weşandin, destnîşan kir ku ji sedî 87ê jinên mexdûrên şîdeta dîjîtal li Mexribê xwekuştinê difikirin û ji sedî 20’ê wan hewl dane xwe bikujin û di encama wê de jinekê xwe kuştiye.
Li Mexribê encamên lêkolîna analîzî ya li ser şîdeta dijîtal a li dijî jinan destnîşan kir ku ji sedî 60’ê êrîşkaran ji aliyê mexdûran ve hatine naskirin û ji sedî 40’ê wan jî kesên nenas in.
Di lêkolînê de derket holê ku hejmara jinên ku bi awayekî dijîtal rastî destdirêjiyê hatine û serî li navenda komeleyê dane gihîştiye 215 kes û tenê ji sedî 34’ê mexdûran karîne serî li rayedaran yan jî endamekî malbatê û hevalekê bidin, ji sedî 66 jî nekarîn eşkere bikin.
Mexdûr di çavên civakê de tawanbar dibe
Psîkolog Sakîna Al-Zaradi ji hêla xwe ve hewl dide ku rêbaza tacîzkar analîz bike û wiha got: "Tacîzkarê dîjîtal kesek e ku temenê wî, asta wî û civaka wî çi bibe bila bibe kesên ku behreyên tevlihev re mijûl dibe ye.”
Wê diyar kir ku ger destdirêjiya cinsî li cîhên giştî pirsgirêkek cidî be, belavbûna diyardeyê li cîhên dîjîtal xeteriya rewşê zêde dike, jinên ku ji hêla platformên medya civakî ve rastî şîdetê tên bandorên psîkolojîkî li ser pir mezin ne, ji ber ku ew ji her tiştê ku diqewime berpirsyar tên dîtin û ne wekî mexdûr wekî ew sûcdar bin tên dîtin.
Sakîna Al Zaradi diyar kir ku mexdûr ji tirsa nêrîna civakê ya li ser wan û ji bo ku ji "belayê" dûr bikevin serî li bêdengiyê didin û li vir ew li pêşberî teslîmkirina li hemberî tacîzkar e, Psîkolog dibêje ku jinên bi demê re rastî şîdeta dîjîtal dibin ji xwe nefret dikin .