Şukriye Yûsif: Divê destûra bingehîn a nû mafên jinan mîsoger bike
Parêzer Şukriya Yûsif tekez kir ku pêdiviya qonaxa li Sûriyeyê ji bilî ji nû ve nivîsandina zagonan bi perspektîfeke sivîl a nûjen heye û got ku pêdivî bi edalet û bendên destûrî yên beşdariya jinan di cihê biryardariyê de mîsoger bike heye.
ESMA MIHEMMED
Qamişlo – Sûriye, di qonaxa guherînê de, şahidiya nîqaşên berfireh li ser pêşeroja pergala destûrî û zagonî dike. Ji ber pêwîstiya nivîsandina destûreke nû ku ne tenê dirûşmên giştî dihewîne, qonaxek zagonî ya dadwer ava dike ku mafên bingehîn ên hemû welatiyan, di serî de mafên jinan wekî hevkarek bingehîn di avakirina civakê û girtina biryaran de, mîsoger dike, daxawz zêde dibin.
Parêzer Şukriye Yûsif, diyar kir ku deklarasyona destûrî bi xwezayî qonaxeke demkî ye. Armanca wê ew e destûreke mayînde di serdema guherînê de were bidestxistin û birêxistinkirin. Şukriye Yûsif tekez kir ku divê her metnek têkildarî mafên jinan zelal û girêdayî be her wiha dûrî şîrovekirin an parçekirinê be, da ku maf tenê wekî prensîbên giştî nemînin û neyên sepandin.
Şukriye Yûsif destnîşan kir ku Sûriye ji krîza dirêj a bi salan û guhertinên civakî ku zirarê daye pergal û tevna civakî, bûye sedema zêdebûna barên li ser jinan û wiha pê de çû: “Pêdivî bi nivîsên destûrî yên xurttir û zelaltir heye da ku wekhevî ne tenê wekî hevokek retorîkî bimîne, bibe mecbûriyeteke zagonî ya girêdayî.”
Kotaya jinan
Şukriye Yûsif bal kişand ser yek ji mijarên herî berbiçav ku divê destûr çareser bike û da zanîn ku ew jî mijara ‘kotaya jinan’ e. Her wiha rave kir ku rêjeya temsîliyeta jinan di cihên biryardayînê de li hinek saziyan hê jî kêm e û wiha domand: “Di hinek rewşan de ji sedî heft derbas nabe, di dema ku rêjeya herî kêm a pêwîst ev e. Li gorî pîvanên mafên mirovan û rastiya civakî, ji bo mîsogerkirina beşdariya bi bandor û rastîn a jinan di jiyana siyasî de divê kota ji sedî 30 nebe. Ezmûnên berê şiyana jinan ji bo gihîştina rêjeyên bilindtir ên temsîl û beşdariyê îsbat kirine ku ev yek kotayê dike amûreke pêwîst di civakên ku ji pevçûnan derdikevin de da ku hevsengiyê di pozîsyonên biryardayînê de mîsoger bike û ne tenê vebijarkek fermî be.”
‘Hêzdarkirina jinan di saziyên siyasî de gavek ber bi civaka demokratîk ve ye’
Şukriye Yûsif got ku xurtkirina hebûna jinan di saziyên siyasî de ne tenê bi mijara wekheviya fermî ve girêdayî ye û wiha dirêjî da nirxandinên xwe: “Lê belê gaveke bingehîn e ber bi avakirina civakeke demokratîk a hevseng ve ku li ser bingeha şirîkatiyeke rastîn di biryardanê de ye. Divê ev mijar wekî têkoşîneke neteweyî ya berfireh were pêşkêşkirin, jinên ji herêmên cuda yên Sûriyeyê beşdar bibin, ne tenê ji herêmek.”
Divê zagonên rewşa kesane cihêrengiyê li ber çavan bigrin
Der barê zagonên rewşa kesane de Şukriye Yûsif destnîşan kir ku ew rasterast û bi hesasiyet bandorê li jiyana rojane ya jinan dikin û wiha anî ziman: “Ji ber vê yekê pêdivî bi nirxandina wan di çarçoveya zagoneke sivîl a nûjen de heye ku cihêrengiya civakî, olî û çandî li Sûriyeyê li ber çavan digre. Mijarên wekî pirzewaciyê rêziknameyek zagonî ya hişk û zelal hewce dike, çi bi xwestina razîbûna wê ya eşkere, yan jî bi sînordarkirina vê pratîkê bi rewşên îstîsnayî yên taybetî û pêwîst û ezmûnên ku di vê mijarê de nêzîkatiyên zagonî yên hişktir pejirandine pêwîst dike.”
Parêzer Şukriye Yûsif hevberdana kêfî wekî yek ji pirsgirêkên cidî yên zagonî nirxand û diyar kir ku ji ber di hinek rewşan de ew bêyî zanîn, agahdarkirin, an nêrîna jinan tê kirin, ev yek dibe binpêkirina rasterast a prensîba edalet û mafên mirovan û got: “Di hebûna nivîsên ku rê didin nehevsengiyek eşkere di hevsengiya maf û erkên di navbera her du aliyan de, wekheviyek rastîn nayê bidestxistin, pêwîst e ev dosya bi awayekî ji nû ve were organîzekirin, edaletê ji bo herdu aliyan mîsoger bike û rûmeta jinan û mafên wan ên zagonî biparêze.”
‘Sûcdarkirina hemû cureyên tundiyê’
Şukriye Yûsif bal kişand ser hebûna kêmasiyên zêde di hinek zagonên cezayî yên têkildarî tundiyê de û destnîşan kir ku pêwîst e hemû cureyên tundiyê bê îstîsna bên krîmînalîzekirin ku dibe ev yek bibe sedema kêmkirina ceza yan jî bi her hincetî rakirina wê û wiha pêl da gotinên xwe: “Her metnek dihêle ku sûcdar ji ceza bireve, bi têgeha edaletê û parastina jin û mirovan re nakok e û baweriya civakê bi zagon û saziyan qels dike. Avakirina Sûriyeya nû peymaneke civakî ya berfireh hewce dike ku mafên hemû pêkhateyan bê îstîsna mîsoger bike û prensîba welatîbûna wekhev li ber zagonê destnîşan bike da ku her kes di maf û erkên xwe de wekhev be, dûrî cudakariya li ser bingeha ol, netewe yan girêdana civakî.”
Ne tenê hebûna zagona mekanîzmaya pêkanînê girîng e
Der barê mekanîzmayên bicîhanînê de, Şukriye Yûsif tekez kir ku zagon bi tena serê xwe bêyî mekanîzmayên bicîhanînê yên bi bandor û girêdayî ji bo mîsogerkirina bicîhanîna edaletê li ser erdê têrê nakin. Her wiha girîngiya dezgehên dadwerî û cîbicîkirinê yên serbixwe ku dikarin ji sûcdarên binpêkirinan hesab bipirsin. Her wiha pêwîstî bi pêvajoyek dadweriya veguhêz a zelal heye da ku hesabpirsîna hemû binpêkirinên di salên şer de hatine kirin mîsoger bike. Bi vî rengî baweriya bi zagon û saziyan xurt dike û rûmeta kuştiyan vedigerîne.”
Parêzer Şukriye Yûsif axaftina xwe bi girîngiya li ser hebûna pergaleke hiqûqî, pêşketî wiha bi dawî kir: “Heya ku bi awayekî dadwer û bi bandor li ser erdê neyê sepandin pergaleke hiqûqî nebe, nikare parastina mafên mirovan û jinan garantî bike û civakek li ser bingeha edalet, wekhevî û serdestiya hiqûqê ava bibe.”