Îranê cezayê girtîgehê li Nîlufer Hamadî û Elaha Mohammadî birî

Dadgeha Temyîz ya Tahranê, 6 sal cezayê girtîgehê da girtiyên jin ên rojnamevan Nîlufer Hamadî û Elaha Mohammadî.

Navenda Nûçeyan – Hate zanîn ku Dadgeha Temyîz ya Tahranê 6 sal cezayê girtîgehê dane rojnamevan Nîlufer Hamedî û Elaha Mohammadi ku li Îranê tên girtin. 

Parêzerê Nîlufer Hamedî, Parto Burhanpor û Hojjat Kermanî û parêzerê Elaha Mohammadî Şahabeddîn Mirlohî di daxuyaniya dûh dayî de cezayê ku bi biryara Dadgeha Temyîz ya Tahranê ji herdû jinên rojnamevan re hatiye dayîn piştrast kir. Parêzeran diyarkirin ku di qonaxa yekem ya dadgeha rojnamevanan de cezayê 25 salan yê girtîgehê hatiye dayîn û wiha gotin: “Rojnamevanên jin ji sûcên ‘hevkariya bi hikumetên biyanî re’ beraat kirin û derbarê wan de 5 sal cezayê girtîgehê dan. Di heman demê de bi îdeaya ‘xebatên propagandaya li dijî rejîmê’ yek sal cezayê girtîgehê dan. Her yek ji jinên rojnamevan 6 sal cezayê girtîgehê girt.”

‘Wê ev doz were girtin’

Parêzerê Elaha Mohammedî, Şahabeddin Mirlohî ev tişt got: “Ev ceza ji bo di 16’ê tîrmehê de were pêkanîn, hevaleyî şaxa yekem ya Dozgeriya Devrîm û 33’yemîn Miduryeta Giştî ya Saziya Cezayê Înfazê kirin. Derbarê înfaza ceza de biryara dawî bi parêzeran re parve kir. Dadgeha Temyizê cezayê derbarê rojnamevanên jin de erê kir. Em di wê hêviyê dene ger bi sûcdarkirina wê hemû şert û mercên 1401 (2022) ya bi temamî efuya giştî were ber hev, derbarê Elaha Mohammadî de wê efû derbikeve. Wê biryara ev doz di meryetê de were rawestandin were dayîn û girtin.”  

Parêzerên Nîlufer Hamedî derbarê doza muwekîlê xwe de wiha got: “Hinceta dozvekirina li Nîlufer Hamedî, bi tiştên ku piştî qetilkirina Jîna Emînî hatî jiyîn ve girêdayî ye. Tişta ku Nîlufer Hamedî ji bi temamî efuya giştî ya 1401 (2022) bê par dihêle çavkaniya xwe ji îdayên ‘hevkariya bi hikumetên biyanî re’ ye. Lê belê ji van sûcdariyan beraat kir. Ji ber vê jî divê doza Nîlufer Hamedî weke ya bi hezaran bersûc û hikumxwariyan divê pêkanîna bi temamî efuya giştî 1401 biryara taloqkirina gihandinê bê dayîn û were girtin.”