Rojnamevanên jin ên Sûdanî: Bila Zagona Weşan û Çapemeniyê pêk bê

Rojnamevanên jin ên Sûdanî yên di demên dawî de ji ber ku di nivîsên xwe de mijarên gendeliyê dinirxînin rastî sûcdariyan hatin, dixwazin ku Zagona Weşan û Çapemeniyê ya ji ber pevçûnan hatiye sekinandin, ji nû bê aktîfkirin.

EYA IBRAHÎM

Sûdan – Di rojên dawî de, derbarê rojnamevan Reşan Oşî de ji bilî salek cezayê girtîgehê, cezayê pere jî hat dayîn. Rayedarên Sûdanê, ferman da ku wê bişînin girtîgeha jinan. Biryar li ser doza ku di çarçoveya madeya 25 û 26’an a Zagona Têkoşîna li dijî Sûcên Dijîtal a dîroka 2018’an ku di di 2020’an de hate guhertin, hatî vekirin de hate dayîn. Hate îdiakirina ku Reşen Oşî xalên mijara nûçeyê binpê kiriye.

Biryara ku li ser zagona Sûcên Dijîtal hatî dayîn, di nava derdorên çapemeniyê de deng veda. Gelek rojnamevanên jin, darizandina xebatkarên çapameniyê di çarçoveya vê zagonê de red kirin. Rojnamevanan bang kirin ku divê di xebatên rojnamevantiyê de Zagona Weşan û Çapemeniyê were pêkanîn. Rojnamevanên jin diyar kirin ku serlêdana Zagona Sûcên Dijîtal binpêkirina mafê pîşeyî ye.

‘Divê qadek bi ewle ji bo rojnamevanên jin were avakirin’

Rojnamevan Ranîa Abdul Rezaq diyar kir ku azadiya çapemeniyê di aliyê xebatên xebatkarên medyayê de rêgezek bingehîn e û rojnamevan ev demek dirêj e ji ber qedexeyên heyî û qada bi şert a azadiyê, daxwaza vî mafî dikin. Ranîa tekez kir ku pêwîst e qadek têrker ku rojnamevan bikarin erkên xwe yên pîşeyî di sînorek maqûl de pêk bînin, bê avakirin.

Ranîa Abdul Rezaq da zanîn ku rojnamevan rastî gelek binpêkirinan tên û wiha got: “Li dijî vê parastina têrker a hiqûqî nîne. Bi taybetî pêwîstî bi zagonek ku mafê rojnamevanên jin diparêze heye. Ez piştevaniya hemû jinên ku rastî binpêkirinan hatine dikim. Em dengê gel in, em pirsgirêkên ku dibe dengê welatiyan û rastiya wan diteyîsîne radighînin. Ji ber dubarebûna binpêkirin, tirs û fikar bûye rastiya jiyana gelek rojnamevanên jin. Ji ber vê bi armanca pêkanîna qadek bi ewle û xebitîna edlane di dema pêşiya me de, pêwîstiya lezgîn bi ji nûve sazûmankirina zagona Weşan û Çepemeniyê heye.”

Pevçûn bû sedem ku xebatên gelek saziyan bisekinin

Bicihanîna Zagona Weşan û Çapemeniyê, ji ber pevçûnên ku di Nîsana 2023’a de di navbera Hêzên Desteka Lezgîn û artêşa Sûdanê de derketine, bi awayek cidî bandor bûye. Pevçûnên mijara gotinê, bû sedem ku li gelek herêman xebatên saziyên dewletê û saziyên medyayê bisekinin.

Tevî vê hinek hiqûqnas, diyar dikin ku Zagona Weşan û Çapemeniyê ya dîroka 2009’an bi awayek hiqûqî hê di meriyetê de ye, nehatiye betalkirin. Li cihê wê sazûmeniyek nû nehatiye û ji ber vê çarçoveya bingehîn a xebatên rojnamevaniyê sererast dikin hê didome.

‘Divê zagon ji nûve were aktîfkirin’

Rojnamevan Ceyda Ehmed jî anî ziman ku darizandina jinên rojnamevan di çarçoveya Zagona Sûcên Dijîtal de, piştî pevçûnên li seranserî welat destpêvkirin, zêdetir belav bûye û wiha domand: “Li beramberî vê, Zagona Weşan û Çapemeniyê nehate pêkanîn. Ev jî di gelek rewşan de rê li ber bê mafiyê vekiriye. Divê ji bo mafê jinên rojnamevan were garantîkirin û parastina wan a dema li ser erkê xwe ne, zagona mijara gotinê ji nû ve were aktîfkirin.”

Li Sûdanê azadiya çapemeniyê, ji ber weşandina nûçeyên lêkolîn û rexneyên derbarê saziyên dewletê de, zêdebûna bûyerên binçavkirin û zextê yên tên jiyîn, her ku diçe rastî zoriyên mezin dibe. Yek ji van bûyeran jî binçavkirina rojnamevan Hacer Silêman a ku piştre bi kefaletê hate berdan e. Hinek saziyan, ji ber gotarên binpêkirinên tên jiyîn û gendeliyan derxistiye holê, li wê gilî kirin. Ev rewş di mijara zelaltiya saziyên darayî û hesabdayînê de rê li ber nîqaşên berfireh vekir.

‘Ev darizandin bûye gavek tirsandinê’

Li gorî gelek rojnamevanên jin ev tablo, nûnertiya xeteriyên qada pîşeyî dike. Ev jî pêwîstiya ji bo rojnamevan bê tirs û zext erkê xwe bikin, bi mekanîzmayên parastina bi hêz û garantiya hiqûqî heye.

Di vê çarçoveyê de endama Konseya Bilind a Medya û Çandî ya Eyaleta Bakur Gade Osaman, diyar kir ku darizandina jinên rojnamevan di çarçoveya Zagona Sûcên Dijîtal de bûye gavek ji bo tirsandinê û got: “Rojnamevanên jin pişeyên xwe di çaroveya profesyonel û pê bawer de dimeşînin, divê di aliyê parastina xebat û sererastkirina pîşeyê de zagona Weşan û Çapemeniyê wek zagona herî guncaw ji nû ve were aktîfkirin.”