Rozîv Kino: Hezîran nêz dibe divê Tirkiye dest ji sûcan berde

Parêzer Rozîv Kino ku rêveçûna pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk nirxand teqez dike ku; “Divê pêvajo bilez çarçoveya qanûnî û hiqûqî bigre û garantiyeke destûrî pêk were.”

NÛRŞAN EBDÎ

Kobanê – Rêberê gelê Kurd Abdullah Ocalan di 27’ê Sibata 2025’an de pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk raghand ku ji qonaxa şerê çekdarî êdî pêvajoyê siyasî û hiqûqî destpê kir.

Rêber Ocalan, partî û rêxistinên Kurdî li beramberî vê yekê di her derfetê de gav avêtin û cidiyeta niyeta xwe raberkirin. Dewleta Tirk ku heta niha bi zelalî tevlî pêvajoyê nebûye li pêşberî ezmûneke mezin e ku ji aliyê Dadgeha Mafên Mirovan a Awropa dema heta Hezîrana Îsal hatiye dayîn.

Parêzer Rozîv Kino têkildarî pêvajoyê û rewşa wê a qanûnî nirxandinên xwe bi ajansa me re parve kir.

‘Pêwistiya pêvajoyê bi qanûn û garantiyên hiqûqî heye’

Rozîv Kino ku bilêv kir Rêber Ocalan herêmê derbasî qonaxeke nû kir, wiha got: “Piştî ku banga Rêberê Abdullah Ocalan di 27’ê Sibatê de hat raghandin, êdî herêm derbasî qonaxeke nû bû. Ev bang di nava alozî û qeyranên ku Rojhilata Navîn jiyan dike pêwistiyek bû ku êdî ev gelên li gel hev dijîn derbasî nava aştiyeke mayînde bibin. Bê guman ji bo ev jî pêk were pêdivî bi hîn zagon û garantiyên destûrî û qanûnî heye. Bi taybet jî li Tirkiyê ku ev pêvajo li wir dimeşe pêwistî bi vê yekê heye ku ev şêwaz were jiyankirin.”

Rozîv girêdayî heman mijarê wiha dibêje: “Bê guman li Tirkiyê gelê Kurd û pêkhateyên din jî ji mafê xwe yê netewî û nasnameyî bê par in ku hebûna wan di nava statûya Tikriyê de tune ye. Ji bo vê jî dema Rêber Apo ev pêvajo da destpêkirin, di heman demê de gelek gav avêtin ku dawî li qonaxa şerê çekdarî anî û ketin riya çareseriya siyasî û hiqûqî. Serdema ku em niha dijîn  zêdetir pêwistiya xwe bi şêwazên mafên mirovî û hiqûqî heye. Lewra jî me dît ku helwesteke erênî ji kesayet û saziyên mafên mirovan xwe da der. Ji xwe Rêber Ocalan di 27’ê Sibata îsal de diyar kir ku êdî derbasbûna qonaxa duyemîn pêwîst dike ku ew jî entegersyona demokratîk a siyasî ye.”

‘Dewleta tirk di helwest û niyeta xwe de ne zelal e’

Rozîv Kino bi dirêjî li ser helwesta dewleta tirk rawestiya û wiha nirxandina xwe dewam kir: “Gavavêtin ji aliyê rêxistin û partiyên Kurdî de heye û ber bi çav e, lê mixabin ku heta niha jî em gavan ji aliyê dewleta tirk ve bi şênberî nabînin e. Ev jî xwe dispêre neamedebûna dewletê ku hîna jî ew baweriya di navbera xwe û civakê de ava nekiriye. Mînak heta niha jî dewlet gelê Kurd ku ew pêşengên vê pêvajoyê ne weke ‘teror’ pênase dike. Her wiha hejmareke mezin girtiyên siyasî heta niha jî nehatine berdan ku di serî de jî rêberê gelê Kurd heye. Di vî warî de ku Rêber Apo 27 sal temam kir êdî mafê wî yê rewa ê bikaranîna mafê hêviyê heye ku ev maf ji aliyê Dadgeha Mafên Mirovan ya Awropa hatiye pejirandin. Lê dewleta tirk dema mijar dibe Rêber Apo yekser nezelalbûna xwe a li hember pêvajoyê nîşan dide.”

‘Çarçoveya hiqûqî û garantiyeke destûrî riya serkeftinê ye’

Rozîv ku helwesta xwe ya hiqûqî raber kir, bi van gotinan bal kişand ser hîn xalên ku heta niha nehatine çareserkirin: “Heta di mijara azadiya fîzîkî a Rêber Apo de guhertin pêk neyên, em nikarin bêjin ku ev pêvajo ber bi çarçoveya qanûnî û hiqûqî ve dimeşe. Ji bo ev pêk were pêwîstî bi hîn gavavêtinên şênber yên hiqûqî heye. Ji bo vê jî weke parêzer em dixwezin teqeziya çi bikin; eger pêvajo bimeşe divê xwe bispêre çarçoveya hiqûqî û garantiyeke destûrî. A niha gelek komîte ji bo vê pêvajoyê hatine avakirin, mînak gelek kesayet hene ku divê raste rast beşdarî vê pêvajoyê bibin hene. Lê em dibînin ku hîna jî bi feraseta terorê ew tên destgirtin. Ji bo vê jî min got hikûmeta Tirkiyê hîna jî ne amede ye. Ev kesên ku çekên xwe danîn, gelo wê tirkiyê çawa wan pêşwaz bike? A di vir de êdî pêwistî bi rêbazên qanûnî heye ku ev kes bi rengekî qanûnî entegeryî civakê bibin.”

‘Dewleta tirk xwe dikşîne sucên qanûnî yên navnetewî’

Parêzer Rozîv Kino di dawiya axaftina xwe de dema ku ji bo dewelta tirk hatiye veqetandin bilêv kir: “Konseya giştî a Dadegha Mafên Mirovan a Awropa di Îlona 2025’an de ev pêvajo erê kir û di heman demê de jî demek ji bo cidiyeta dewleta Tirk a li hember vê pêvajoyê da. Dema hatiye veqetandin heta meha Hezîranê ye ku em êdî nêzî vê dîrokê ne. Ji bo vê jî eger dewleta tirk di vê demê de pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk derbasî çarçoveya wê ya qanûnî neke, wê gelek pirsgirêkên cidî derkevin. Dewleta tirk îmzekarê zagonên vê dadgehê ye, ji ber vê jî ku ew qanûnên wê erê neke û pêk neyne him pirsgirêk derdikeve û him jî êdî hinek mijar dibin suc. Em jî naxwazin ev pêvajo xirab bibe û careke din gelên li vê herêmê derbasî şer bibin, ji bo vê jî dewleta tirk çiqas di cidiyeta xwe a li hember pêvajoyê lez bike, dê ewqas jî  xwe ji kirîzan biparêze.”