Hedaya Şemûn 15 sal in lêkolîn dike

Hedaya Şemûn ji qada medyayê di kovara Al-Ghaida de ku yekemîn kovara pispor e di mijara jinan de, derbasî qada lêkolînên zanistî bû.

REFÎF ÎSLÎM

Xeza- Pirsên biçûk ên ku dibe paşê jiyana mirov kontrol bikin, bi taybetî dema ku hewl bide raveyek mantiqî jê re bibînin û nabînin. Ev tişta ku bi Hedaya Şemûn re qewimî dema ku wê ji xwe pirsî çima cudahî di navbera jin û mêran de heye û gelo jinên Filistînî yên ku dîmenên wan ji hêla medyayê ve hatine pêşkêşkirin domdar in, an wêneyek din mîna mexdûr heye ku li ser adetên wê yên civatê hukum dike. Vê yekê hişt ku beşeke mezin ji jiyana xwe ya pîşeyî terxan bike ji bo lêkolîna şert û mercên jinan û wêneyên ku ew dikarin di her warî de derxin holê.

Nivîskar, lêkolîner û rojnemevan Hedaya Şemûn ji ajansa me re axivî û diyar kir ku jê re nexweş bû ku perwerde, kar û çalakî ji bo keçan werin qedexekirin. Her wiha bal kişand ku wê di qonaxên amadekarî û yên duyemîn de ev cudahî dîtiye lewre wê serî li pirtûk, kovar û romanên bi zimanê Erebî û biyanî daye ku bixwîne, bide ber hev û di heman demê de fêm bike ka cîhan çawa li jinan dinêre.

Bi derbasbûna salan re Hedaya Şemûn amaje bi wê yekê kir ku êrîş li dijî ramanên sosret ên jinan hatine kirin. Nemaze dema ku wê di sala 1997'an de biryar da beşa medyayê bixwîne, ew bi tenê bi pênc keçên ciwan re beşdarî pola yekem bû ku paşê bibe dengê jinan.

Ji qada medyayê derbasî qada lêkolînên zanistî bû

Hedaya Şemûn ji qada medyayê di kovara Al-Ghaida de ku yekemîn kovara pispor e di mijara jinan de, derbasî qada lêkolînên zanistî bû. Hewl da jinan di hemû qadên civakî, aborî, çandî û siyasî de şiyar bike û rastiya Filistînê ya ji hêla dagirkeriya Israîlê û dabeşbûnê ve tê temsîlkirin nîşanî wan bide. Li ser mijarên ku beriya niha kesê newêribû nîqaş bike, weke destdirêjiya cinsî, girtina tehdîdên curbecur bi riya telefonê û nerazîbûnên berbelav ên ku mîna bûyer tenê xeyalî bin de, axivî.

Hedaya Şemûn diyar kir ku piraniya mijarên ku di warê hişyariyê de li ser wan rawestiyaye, mijara zewaca zû ye û da zanîn ew hewl dide atolyeyan li dibistanên navîn û amadehî û atolyeyên din ji bo dê û bavan li dar bixe da ku metirsiyên tenduristiyê yên ku jinên ciwan dê paşê jê êşê bikşînin zelal bike. Her wiha mijara mîrasê jî girt nava xwe bi riya danasîna jinan ji bo mafên wan û destnîşankirina kesek ji bo parastina wan di dadgehan de. Vê yekê bi beşdarbûna jinan di nobetên hevgirtinê de ji bo daxwaza mafên xwe, alîkariya guhertina rastiyê kir.

Penaberî û bandora wê ya li ser jinan

Ji bilî mijarên berê, Hedaya Şemûn bi lêkolînên xwe, rastiya penaberiyê û bandora wê ya li ser jinên penaber û rastiya pîşeyî ya xebatkarên medyayê yên jin lêkolîn kir. Ber bi rastiya siyasî ve çû, sedema nerazîbûna jinan ji beşdarbûna xebatên siyasî da ku bi vî rengî bibîne keçên ciwan haya wan ji hin têgehên siyasî tune ne. Weke cudahiya di navbera girêdan û beşdariya siyasî de, zêdebarî ku partî û sendîka bi xwe ne xwediyên nexşeyek zelal û diyarker in. Ji bo perwerdekirin û tevlikirina keç û jinan di bernameyên xwe de.

Der barê cihêrengiya di şopandina kêşeyên jinan de, Hedaya Şemûn diyar kir ku medyaya herêmî tenê wêneyên ciwan pêşkêş dike, jinên pîr ên ku ezmûnên cuda di nava xwe de digrin û li hember nehêniyên li welat li ber xwe didin paşguh dike û da zanîn ku medyaya Ereb jî berê alîgiriya jinan bi huner, moda û xwaringehê ve girê dida ku ev yek nîşaneyên pirsê der barê rola ku jin di civakan de dilîzin de çêdike.

Hedaya Şemûn bal kişand  ku vê dawiyê derketina malperên tora civakî, pirsgirêkên nû yên girêdayî ewlekariya dîjîtal a jinan ferz dikin. Wekî şantajên cinsî, li gel tundkirina jinan bi gotinên ken ku binpêkirina nepenîtiya wan û şiyana bandorkirina nifşan pêk tîne.