Dewlet piştgiriyê nade karmendên jin

Rêvebera Navenda Weşîm Rîma Salih EL-Cirêdî diyar kir ku ew hewl didin lêkolîneke zanistî li ser bandora aloziyan, li ser jinên di beşcuda yên saziyên taybet de dixebitin bikin ji ber ku di dema pandemiyê de karê jinan gelek zirar dîtiye û ji bo wan destûra kar tune ye.

IPTÎSAM AXFÎR
Bingazî - Karmendên jin ên di beşên cuda yên saziyên taybet de li bajarê Bingazî dixebitin û ji nexweşiya koronayê ya ku di bihara 2020’an de li Lîbyayê belav bû gelek bandor bûn. Li ser vê bingehê Navenda Weşim ango deq a lêkolînên jinan ku nû li bajarê Bingaziyê hatiye sazkirin ji bo ku asta bandora kovîd 19 –li ser van karmendan bibîne dest bi lêkolînê kir. Di wê lêkolînê de hat xuyakirin ku ji sedî 65 ji jinan di encama pandemiya koronayê de di karê xwe de bandor bûne. Her wiha ji sedî 93 ji wan nikarin pêdiviyên jiyanî yên herî biçûk jî peyda bikin. Der barê vê lêkolînê û armanca wê de, ajansa me bi rêveberiya projeyan re li navenda Weşim a lêkolînên jinan Rîma Salih EL-Cirêdî re hevdîtin kir.
Rîma Salih diyar kir ku hewl didin lêkolîneke zanistî li ser bandora aloziyan li ser jinên di beşa taybet de bikin ji ber ku jixwe di dema pandemiya koronayê de karê jinan gelek bandor û zirar dîtiye. Rîma Salih diyar kir ku di beşa taybet de ji jinan re derfeta destûrê nîn e ku xizmetê ji malbat û zarokên xwe re bikin heya ku jin bi xwe jî birîndar an nexweş dikevin ji beşa taybet tên derxistin ji ber ku beşa teybet di aliyê daravî de berpirsyariya tu kesê nagire
Ji aliyê derûnî û civakî ve li ser jinan bandora pandemiya koronayê
Rîma EL-Cirêdî dibêje ku lêkolînê hin encamên din derxistin e ew jî di aliyê derûnî û civakî de tiştên jin li malê dijîn û dide zanîn ku rastî tundiyê tên û dibêje: “Van encaman ji me re hin asoyên nû vekirin ku em ê di demên pêş de pêşkêş bikin. Ji bo ku gelek jin beşdar bibin û mijarê têbigihîjin lêkolînê du hefteyan berdewam kir.”
Jinan derfetên kar winda kirin
Rîma EL-Cirêdî dibêje ku ji encamên gihîştinê xuya dibe ku jinan derfeta kar winda kiriye ji bo wê divê ku polîtîkeyên dewletê bo beşa taybet di aliyê zagonî de birêxistinkirî bin û diyar kir ku ew jin di civakê de ji ber nebûna derfetên kar rastî gelek zehmetiyan tên, dema ku kar tune be jin herî zêde zirarê dibîne. Ji ber ku ew wekî mêr nikare li seyareyan siwar bibe û ajokariyê bike lewre civaka Lîbyayê adat û kevneşopiyên xwe li ser jinan ferz dike û di dema qedexeya derketina derve de jin nikarin ji malê derbikevin.
Rîma EL-Cirêdî destnîşan dike ku ew encamp bûn sedem ku ew bi vê lêkolînê razî nebin da ku di demên pêş de rêzesemîneran li dar bixin û bi wan semîneran re komek nû ava bikin. Encamên semîneran jî dê bi awayekî zelal ji civaka xwecihî re pêşkêş bikin û dê li ser hemû malperên civakî werin belavkirin da ku civak jê sûdê werbigre.
Di beşa taybet de ji bo piştgirîdayîna karmendan rola dewletê tune ye
Rîma EL-Cirêdî got ku lêkolîn gihîştiye gelek encaman yek jê nebûna rola dewletê ya ji bo piştgirîdayîna karmendan di beşa teybet de ye. Hêjayî gotinê ye ku hejmarek mezin ji jinan di vî beşî de kar dikin, li hemberî vê yekê jî tu zagonên ku karmendan di beşa teybet de diparêzin tune ne, piraniya karmendan di dema pandemiya koronayê de heta ku fonên xwe digrin zehmetiyan dikşînin. Nexweşiya koronayê bandoreke mezin li ser aliyê jiyanî û aborî kiriye zêdebarî nebûna polîtîkayên zelal ku vê aloziyê li ber çavan bigrin jî dibin sedem.
Rêvebera projeyan a li Navenda Weşim a lêkolînên jinan Rîma Salih EL-Cirîdî di dawiya axaftina xwe de teqez kir ku dê Navenda Weşim hewl bide ku wesayîdên lêkolînan ji navendên biryardayînê ji Lîbyayê re bişîne da ku bi  awayê cidî li ser vê yekê were sekinandin.